Li Çewligê ku bi dewlemendiyên xwe yên xwezayî, gelî û çavkaniyên xwe yên avê balê dikşîne ser xwe, maden, projeyên Santrala Hîdroelektrîkê (HES) û Santrala Elektrîka Jeotermal (JES) her ku diçe zexta li ser ekosîstemê zêdetir dikin. Qadên avî, qadên çandiniyê û mêrg ji bo projeyên enerjî û madenvaniyê tên bikaranîn ku ev yek rê li ber talankirina jîngehên xwezayî vedikin û li gundên ku çavkaniyên wan ên debarê zehmet dibin rîska koçkirinê zêde dike. Gelê ji herêmê û parêzvanên ekolojiyê diyar dikin ku proje bes bandorê li xwezayê nakin di heman demê de gefê li jiyana li herêmê û pêşerojê jî dixwin.
Sekreterê Koordînasyona Bajêr a TMMOB’ê ya Çewligê û Endazyarê Pilebilind ê Hawirdorê Canfîdal Boltaş têkildarî tehrîbata ekolojîk a li bajêr ji ANF’ê re axivî.
‘HEMÛ EV KIRYAR PERÇEYÊN POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINA XWEZAYÊ NE’
Canfîdal Boltaş di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku kiryarên madenvaniyên yên li Çewligê tên birêvebirin û projeyên HES, GES, RES û JES’ê girêdayî hev in û got: ‘’Hemû ev kiryar perçeyên polîtîkayên qirkirina xwezayê ne. Dema ku ev projeyên berbehs dihatin plankirin gelek hêman li ber çavan nehatin girtin. Bo nimûne, ev kiryar hemû ji aliyê kesên nêzîkî pergalê bi armanca bidestxistina rantê tên plankirin. Weke bêdaristanîkirina herêmê polîtîkayên valakirina herêmê jî tên sepandin. Madenvanî û projeyên enerjiyê çandinî û sewalkariyê jî tune dikin ku gel debara xwe bi rêya van dike. Li gel van kiryarên endustriyel jîngeh, mêrg, qadên daristanî, zevî, qadên çandiniyê û qadên xwedî girîngiya ekolojîk tên tunekirin. Ji ber vê yekê çandinî û sewalkarî jî tune dibin.’’
‘QEZANCA ŞÎRKETAN JI JIYANA GEL GIRÎNGTIR TÊ DÎTIN’
Canfîdal piştre anî ziman ku li herêmê berjewendiyên aborî yên şîrketan ji jiyana gel girîngtir tên dîtin û got: ‘’Berjewendiyên aborî yên şîrketan ji jiyana gelan girîngtir tên dîtin. Çimkî dema ku jîngehên gelan ji endustriyalîzmê re were qurbanîkirin û çavkaniyên debarê werin tunekirin wê demê wê ekosîstem jî têk biçe. Dibêjin veberanîn lê belê em wêrankirinê dibînin; dibêjin hilberîn lê belê em talanê dibînin; dibêjin pêşketin lê belê em qirkirinê dibînin. Ger gund û navçeyên însanan bi vî rengî teslîmî komên sermayeyê bikin wê bi demê re çavkaniyên debarê jî tune bibin, jîngeh wêran bibin û di dawiyê de jî gel neçar bimîne koç bike. Em xwesteka gelan a parastina jîngehên xwe bi awayekî eşkere dibînin. Gel li her derê li dijî zîhniyeta ku dixwaze xaka wan tune bike berteka xwe ya demokratîk nîşan dide.’’
‘GUH NADIN BERTEK Û ÎTÎRAZÊN GEL’
Canfîdal Boltaş di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tevî îtirazên gel jî saziyên dewletê û rêveberiyên xwecihî bi awayekî hesas tev nagerin û ev yek anîn ziman: ‘’Ez nikarim bibêjim ku aqilekî dewletê yê ku bi aqilane li nêzî wan îtiraz û bertekan dibin heye. Roja îroyîn ger rêveberiyên xwecihî sazî û dezgehên dewletê bixwazin wê jîngehên gel biparêzin. Em li gelek cihan dibêjin ku li dijî şîrket û sermayeyan divê nêzîkatiya gelparêz a piştevaniya gel dike were pêşxistin. Lê belê ne Çewligê ne jî li bajarekî din ên Kurdan em vê yekê nabînin. Divê nêzîkatiya ku jîngehên gel, çavkaniyên debarê, av, ax û hewayê gel diparêze were esasgirtin. Yan na tişta ku derdikeve holê wê ne pêşketin be berovajî wê wê talankirina xweza û jiyanê be.’’

