Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > TJA’yê nerazîbûn nîşanî PDK’ê da: Tavilê dest ji lîstika qirêj berdin!
Kurdistan

TJA’yê nerazîbûn nîşanî PDK’ê da: Tavilê dest ji lîstika qirêj berdin!

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî zext û gefên PDK'ê yên li ser Êzidiyan daxuyaniyeke tund da û got, "Tavilê dest ji lîstika xwe ya qirêj a li ser Êzidiyan berdin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Tebax 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî rewşa êzidiyên ku ji ber gefên êrişan ên li ser xwe kampên PDK’ê diterikînin, li avahiya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya Amedê daxuyanî li dar xist. Dayikên Aştiyê, endamên Meclisa Jinan a DBP’ê û DEM Partiyê, parlamentera DEM Partî ya Amedê Adalet Kaya, Hevşaredarên DEM Partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ya kurdî ji aliyê Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî ve û metna tirkî jî ji aliyê aktîvîsta TJA’yê Bîrsen Kurtbogdu ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji fermanên li ser êzidiyan re êdî bes e, divê statûya êzidiyan were nasîn” hat vekirin.

Daxuyaniya ku hat xwendin wiha ye:

“Di vê pêvajoya ku em wek Şerê Cîhanê yê Sêyemîn binav dikin de; qeyrana piralî ya Modernîteya Kapîtalîst li her aliyê jiyanê belav bûye. Di çar perçê Kurdistanê de şer û êrişên didome; Şerê Rûs-Ûkrayna û herî dawî jî dagirkirina Filistînê ji aliyê Îsraîlê ve êdî şerê cîhanê yê sêyemîn şênber dibe. Di van hemû şeran de; mêtingeriya baweriyan; ligel nijadperestî, mesebperestî û zayendperestiyê tev bûne yek êrişî ser gelan û nemaze êrişî ser jinan dikin. Îro li ber çavê hemû dinyayê dewleta dagirker ya Îsraîl; bêyî ku bibêje; ev jin e, zarok, kal pîr sivîl e bi deh hezaran Filistînî dikuje qetil dike. Di serî de; kuştina Jin û Zarokan bi gelemperî vê wehşeta li ser gelê Filistînê em nalet dikin. Em berxwedana jinên Filistîniyan bi rihê piştgiriyê wana silav dikin!

Îro li çar aliyê Kurdistanê ji aliyê hêzên hegemon ve li ser gelên Kurdistanê êrişên xwe bi dijwarî didomîne. Rejima Sûrî û Çeteyên bi navê Dîfa El Watanî ku girêdayî wan in; di 6ê Tebaxê de êrişê ser Dêrazorê ya di bin Rêveberiya Herêma Xweser de ye kirin. Di wê êrişê de zarok jî di navê de bi giştî 13 kesan qetil kirin, 12 kes jî birîndar bûne. Em baş dizanin ku esil hedef û armanca wan Şoreşa Rojava ya Jinê ye. Dîsa armanca wan; vîna ku bi şoreşa jinê re di nava gelan de bûye jiyaneke hevpar bi xwe ye. Sedemê êrişkirina wê jiyana ku bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ hatiye afirandin tirs e. Lewra jiyaneke di nav aştî û demokrasiyê de pêk were; di nav kodên netew-dewleta mêtinger ya serweriya mêr de nîne. Li aliyê din; di Tirkiyê de rejima AKP-MHP êrişî ziman, govend, cilûberg bi giştî êrişê çanda gelê Kurd dike. Herî dawî li Esenyurta Stenbolê diavêjin ser şahiya dawetê, xwediyê dawetê bi tevî hunermendan ve digrin binçav dikin. Em ji vira bang dikin; qet tu hêzekî dê nikaribe me ji govenda me ya azadiyê û tilîliyên me dûr bixîne!

Rejima AKP-MHP ya dijminê Kurd, di Tirkiyê de ku vêna dike; di Rojhelatanavîn de bi tifaqên qirêj û hevkariyê li Kurdistanê dixwaze destkeftiyên jin û gelan desteser bike. Îro PDK; bi AKP-MHP re tifaqên bêbext dike û êrişên ser Kurd û Kurdistanê organîze dike. PDK ya xiyanetkar îro ji bo Êzidiyan gef û tehdîtek mezin e. Piştî serdana Erdogan ya Iraqê û şûn de Konseya Daraz ya Bilind a Iraqê biryara girtina; Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidî (PADÊ), Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê û Partiya Eniya Tekoşîna Demokratîk da. Aliyekî de bi vê hawî hewl didin siyaset û tekoşîna demokratîk ya Kurdan asteng bikin li aliyê din jî; bi girtina PADÊ re Xweseriya Şengalê dixwazin ji holê rabikin. Di vê salvegera dehemîn ya fermana 74’emîn de girtina vê biryarê welê rasthatinek nîne. Biryar tunehesibandina baweriya civaka Êzidî û vîna wan e. Dîsa tê wateya berdewamkirina êrişên DAIŞê ye.

Ji vir deh sal berê PDKê; Şengal û civaka êzidî radestî hêza herî tarî ya cîhanê DAIŞ’ê kiribû. Ev hê di bîra me de ye û li ber çavên me ne. 73 fermanan hatibûn serê  civaka êzidî, di 3yê tebaxa 2014an de bi êrişên DAIŞê ser Şengalê re bi komkujiyeke din re rû bi rû man. Piştî vê komkujiyê bi hezaran Êzidî hatin kuştin, bi hezaran hatin desteserkirin û bi sedhezaran Êzidî ji warên xwe bûn. Êzidî bi vê 74emîn fermanê re tenê bi qetlîamên herî bi xwînî re rû bi rû neman, di heman demê de; li ber çavê hemû dinyayê komkujiyeke mezin ya jinan pêk hat. Em dizanin ku feraseta Netew-Dewlet ya mêrê serwer; li ser beden, nasname û baweriya jinê ji bo xwe werdigerîne qada şer. Li gor çeteyên hêza tarî DAIŞê sed mixabin di Şengalê de ev pêk hat. Herî kêm 7 hezar jin û zarokên Êzidî ji aliyê DAIŞê ve hatin desteserkirin, ew revandin birin. Hê jî qe nayê zanîn ku ew jin zarok li ku ne. Bi taybetî DAIŞê jin û zarokan wek ‘Xenîmeta Şer’ ew dîl girtine. Bi awayeke pergalî destdirêjî li wan hatiye kirin. Li ser jin û zarokan zext û pêkutiyên veguherîna olê (dîn) hat kirin. Di bazarên koleyan de hatin firotin. Bi hezaran zarok hatin pişaftin-asîmîlekirin.

Rejima AKP-MHP ya ku gelek caran têkiliyê wan û DAIŞê hatiye çespandin û ketiye bin qeydan; ev dijminahiya Kurdan êdî ji xwe re wek polîtîkayekê bijartine. Li ser Şengalê ev polîtîkaya xwe ya dagirkirinê hê jî didomîne. Ya ku li ser Şengalê dixwaze pêk bîne û hê di roja me de jî ev êrişên didomin tev nîşana konseptekê ye. Çawa ku xwe dispêre deh hezaran salan ya koka Êzdayetiyê ku havêynê civaka Êzidî û li ser çand û kevneşopiya xwe mane dixwazin vêna ji kokê ve rabikin, ew tune bikin. Ev AKP-MHP ku wekî sondxwariyê dijminatiya Kurdan girtine ser xwe; ger bi awayeke fizîkî Êzidiyan nekaribû tune bikin vê carê jî ew neçarî radestbûniyê bikin. Ew bê vîn û bê hêz bihêlin. Armanca wan jî ew mekanîzmaya ku li Şengalê ava bûye tesfiye bikin. Êzidiyan teslîm bigrin. Bi vê hawî ji xwe re esas digrin û bi awayeke pir alî û berfirehî vê neyartiya xwe didomînin. Deh sal berê çawa ku PDK bingeha komkujiya Êzidiyan amade kiribû; di roja me de jî ketine dû komployan; ku bi sedhezaran Êzidiyan ji war û ocaxa wan bikin, ew neçarî koçkberiyan dikin. Êzdiyên ku di bin kontrola PDK de, wek penaber di warê xwe de dijîn; îro êdî bi fikar û tirs dijîn. Ji wê boneyê jî berê xwe dane Şengalê, bi şûn ve dizivirin. Lewra li ser wan planên pir qirêj tê organîzekirin. Li Zaxo, li Dihokê di mizgeftan de mele; êdî bi awayeke eşkere li ser kuştin û bi her awayî desteserkirina malên Êzidiyan fetwa didin! Êzidî xistine hedefa Kurdên misilman. Ango dîsa Kurd bi Kurdan bidin kuştin fetwa didin. Em li vira bang li PDKê dikin; demildest ji vê lîstik û planên xwe yên li ser Êzidiyan vegere!

Ka tu ewilî hesabê wê xiyaneta xwe ya ku te ew Êzidiyan li ber çavê hemû dinyayê firot, terkî qedera wan kir û tu bûyî sedemê kuştina bi hezaran Êzidiyan bide! Em Jin dê tu cara wê sekna we ya xiyanetkar ku ji bo berjewendiyê xanedaniya xwe ya rojane we kir dê ji bîr nekin. Sedemê komkujiyeke dive bibe jî hun bi xwe nin! Ger ku îro Jin xwedî li heqîqetê der tên û berê xwe didin paşerojeke azad ya di pêşengiya jinê de, civaka Êzidî tê parastin; bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ji jiyaneke nû venagerin, jê naqerin; bersiva wan ya ji yên di şer de israr dikin re aştî ye; ev dide nîşandan ku dawiya we nêzîk e! Em ê; ji bo Êzidî di warê xwe de bi awayeke azad û aram bijîn, parastina mafên wan her bidomînin. Em di serî de bang li jinan û hemû gelên cîhanê dikin û vedixwînin piştgiriya bi Êzidiyan re!”

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî axivî û wiha got: “Qirkirina li ser civaka êzîdi li ber çavên hemû cihanê çêbû. Dîsa dixwazin heman tiştî pêk bînin. Em wek jinên azad ji hemû jinên cihanê re dibêjin; ew tişta bi destê PDK’ê tê kirin, em li dijî wê bisekinin. Em li dijî wan polîtîkayan nesekinin dê komkujî berdewam bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Koçerên li Bradostê ji ber bombardûmanê zozanan diterikînin
Nûçeya Pişt re Rûsya li hember pêşveçûna Ûkranyayê herêmeke din vala kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsayê komkujî kir

Di êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk a dagirker de ku doh bi şev li gundê…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Hevserokên MXDŞ’ê: Divê mafê me yê xweparastin û birêvebirinê bê naskirin

Hevserokên MXDŞ'ê diyar kirin ku civaka Êzidî di dîroka xwe de cara yekemîne dibin xwedî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?