Şemî, 30 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nexşerêya li Îmraliyê di hevdîtina 27’ê Adarê de hate amadekirin, kirin qurbanê siyaseta hundirîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Asrînê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TJK-E’yê dest bi kampanya şandina nameyan kir
Jin

TJK-E’yê dest bi kampanya şandina nameyan kir

TJK-E destnîşan kir ku divê KWKE biryarên ku standiye (yên derbarê Îmraliyê de) demildest bixe meriyetê ne piştî salekê û ragihand ku ew ê di 21’ê Cotmehê de dest bi kampanya nameyan bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd Li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo rawestandina êşkenceya li Îmraliyê ew ê ji îro û pê ve (21’ê Cotmehê) ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) dest bi kampanya nameyan bikin. TJK-E got, “Bi vê kampanyayê re em ê dengê xwe bigihînin gelên Elman, Fransa, Flamanî, Îngilîz, Ereb û gelek gelên din û xelekên nû li xelekên azadiyê ya li dora Rêber Apo zêde bikin.”

Berfirehiya daxuyaniyê bi vî rengî ye:

“Rêber Apo ev 26 sal in li Îmraliyê di hucreya yek kesî de dîl tê ragirtin û ev 43 meh in bi ti awayî agahî jê nayê girtin. Li Îmraliyê rejîmeke taybet a derveyî mirovahiyê heye. Tecrîd û êrîşên giran ên ku dewleta Tirk li dijî Rêber Apo dike, li dijî hemû Kurdan veguheriye êrîşeke qirkirinê. Ev sîstema faşîst her roj êrîşî jinên Kurd, ciwanan, çand, ziman, bawerî, şêweya wê ya jiyanê, xwezaya wê, tevahî hebûna wê û azadiya wê dike.

Li dijî şert û mercên dîlgirtinê yên bi komploya navneteweyî re hat destpêkirin, di 10’ê Cotmeha 2023’yan de pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bi çalakiyên curbicur li dehan navendên cîhanê, hatibû destpêkirin. Di roja 10’ê Cotmeha îsal de ev pêngav derbasî sala xwe ya duyemîn bû. Di çalakiyên ku ev salek bêhtir e li tevahiya cîhanê tê lidar xistin de, bandora gerdûnî ya ramanên Rêber Abdullah Ocalan nîşan dan. Vê yekê jî girîngiya hevgirtina enternasyonalîst a ji bo gelên bindest, jinan û hêzên li dijî sîstemê raxistiye pêş çavan. Li tevahiya cîhanê gelê Kurd û dostên gelê me li dijî êşkence û tecrîda mutleq a li ser Rêbertî di nava liv û tevgerê de ne. Daxwaz û hesreta hevpar a tevahiya mirovahiya cîhanê azadiya Rêber Apo ye. Ji bo ev hevgirtin û yekîtiya mezin hîn bêhtir xurt bibe, mezin bibe û pêş bixe; Girîngiyeke mezin e ku li dijî şer, qirkirin, mîlîtarîzm, zayendîperestî, nîjadperestî, wêrankirina xwezayê û pirsgirêkên avhewayê veguhere seknekê.

Ji bo me tevahiya jinan ev pir girîngtir e. Rêber Apo afirînerê dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ye. Rêber Apo tevahiya jiyana xwe ji bo rizgariya jinê, azadiya gelê Kurd û mirovahiyê feda kir. Ji bo vê bi ser bixîne, têkoşîn û berxwedaneke ku li cîhanê mînaka wê nîne da û ji nû ve zindîkirina bawerî û hêviyê, bi pêş xist. Rêbertiya me 25 sal in li girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de, ji bo azadiya jin, civak û mirovahiyê berxwedana xwe ya dîrokî didomîne. Ji bo çareseriya gelek pirsgirêk û şerên li cîhanê bi taybetî jî yên li Rojhilata Navîn Rêber Apo paradîgmaya azadiya jinê, demokratîk û ekolojiye bi pêş xist. 

JI BO RAWESTANDINA ÊŞKENCEYAN DIVÊ AKBK’Ê DEMILDEST GAVÊN PRATÎKÎ BAVÊJE

Pêngava azadiyê di sala duyemîn de wê berfirehtir bibe û dewam bike. Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” xebata herî bi wate û bi nirx a vê serdemê ye. Di roja me ya îro de ku cîhana me bi şerên qirêj û hov ên hêzên desthilatdaran tejiye, bûye rûyê ronî û demokratîk ê mirovahiyê. Yekane rêya avakirina aştiya Rojhilata Navîn bi jiyanî kirina paradîgmaya demokratîk, azadiya jinê û ekolojîk e. Ji bo vê divê sîstema Îmraliyê bê hilweşandin û şert û mercên ku Rêber Apo bi awayekî azad bijî bên avakirin. Divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryara ku daye, ji nû ve bigire dest û sîstema Îmraliyê rast pênase bike. Dirêjkirina pêvajoyê saleke din, ji aliyê gelê me, jinan û tevahiya gelên cîhanê ve nayê qebûlkirin û tê wateya sîstema êşkenceyê ji nedîtî ve tê. Komîteya Wezîran a KE’yê ji bo rawestandina êşkenceyê divê bi lezgînî gavên pratîk bavêje.

BANGA LI GELÊN EWROPAYÊ HAT KIRIN

Bi vê wateyê em wek Tevgera Jinên Kurd a Li Ewropayê (TJK-E) di 21’ê Cotmehê de kampanyaya xwe ya nameyan li ser bingeha kampanyaya ‘Tîrêjên Rojê’ ji Konseya Ewropayê re didin destpêkirin. Em bang li hemû gelên xwe yên li Ewropayê dijîn dikin ku bi daxwaznameyên xwe yên nivîskî re piştgiriyê bidin rewşa Rêbertî. Bi vê kampanyayê re em ê dengê xwe bigihînin gelên Elman, Fransa, Flamanî, Îngilîz, Ereb û gelek gelên din û xelekên nû li xelekên azadiyê ya li dora Rêber Apo zêde bikin.

JI BO MEŞA 16’Ê MIJDARÊ EM JÎ DEST BI SEFERBERIYÊ DIKIN 

Her wiha bi vê kampanyayê re em ji bo meşa dîrokî ya mezin a ku em ê di 16’ê Mijdara 2024’an de li Kolnê ji bo azadiya Rêber Apo lidar bixin, dest bi seferberiyê dikin. Bi îradeya ku jin, gelê Kurd û dostên wan nîşan bidin re, em ê careke din azadiya Rêber Apo li qadan biqîrin û ji bo biryarên ku di civîna Wezîran a Konseya Ewropayê hatine girtin nemîne saleke din, em ê têbikoşin. Ji bo ku em ji hêzên komploger hesab bipirsin, em bang li hemû gelê xwe û bi taybetî jî bang li jinên Kurd dikin ku bi xurtî tevlî kampanyaya nameyan bibin û di 16’ê Mijdarê de kuçeyan tije bikin. Têkoşîna me ku bi pêşengiya jinên Kurd ji bo azadiya Rêber Apo mezin bûye, wê sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bişikîne û dersa pêwîst bide.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Frankfûrtê dengbêjiya bi deng û çîrokên jinan
Nûçeya Pişt re Pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di êrîşa Îsraîlê de rayedarê payebilind ê El Fetih mir

Hate ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser Sayda ya li başûrê Lubnanê de,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Sûriyeyê bi sedan Durzî ji bo hecê diçin Îsraîlê

Hate ragihandin ku bi sedan Durzî piştî hilweşîna rejîma Beşar Esad cara duyemîn ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Trump dixwaze Xezeyê bi demdirêjî kontrol bike

Serokê DYE'yê Donald Trump roja Sêşemê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu re li Qesra Spî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Law ê ku kîtên mirinê ji sedan kesan re şandibû wê ji cînayetê neyê darizandin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Skoçyayê giraveke çêkirî ya efsûnî ji dema Neolîtîkê maye hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Kujerê rêzeyî ê ku Rûsyayê ji bo şer serbest berdabû, fîrar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?