Hejmara girtîgehên bi ewlekariya bilind ên bi tîpa Y û S ku li nava raya giştî weke “tîpa bîrê” têne naskirin zêde dibe. Li van girtîgehan ku dema hate avakirin hate gotin, wê ji bo girtî û hikumxwarinên “FETO” bêne bikaranîn, niha zêdeyî 100 girtiyên siyasî lê têne ragirtin û tecrîda mutleq li wan tê ferzkirin.
Li gorî daneyên Wezareta Edaletê, li Tirkiyeyê 40 girtîgehên bi tîpa bîrê yên çalak hene. Li van girtîgehan jî bi giranî girtiyên siyasî têne ragirtin. Li girtîgehên ku tecrîda tam lê tê ferzkirin, têkiliya girtiyan a bi hev re bi temamî tê birîn.
Herî dawî girtî Gurkan Turkoglû yê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a bi tîpa S (tîpa bîrê) ya li Antalyayê ji bo veguhestina li girtîgeheke din ketibû grev birçîbûnê ya bêdem, piştî destwerdana bi zorê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Alî Dîler girtîgehên bi tîpa bîrê û binpêkirinên mafên mirovan ên li van girtîgehan ji ANF’ê re nirxand.
Dîler diyar kir ku girtîgehên bi tîpa bîrê bi fermî weke girtîgehên bi ewlekariya bilind ên bi tîpa Y û S têne pênasekirin û got, “Armanc ji van girtîgehan ew e ku girtiyan ji cîhana derve bi temamî îzole bikin. Di salên 2000’î de ji bo girtiyên siyasî bêne tecrîdkirin girtîgehên bi tîpa F ên ji odeyên ji sê kesî hatibûn avakirin.
Vê rewşê standartên jiyanê yên girtiyan di asteke girîng de daxistibe jî diyar e ku desthilatdariyê ev yek têrker nedît ku girtîgeheke nû ava kir ku girtî bi giranî li cihekî bi tenê tê ragirtin, dîwarên hewşê hîn bilindtir e, danûstandina girtiyana bi hev re tê kêmkirin û li hin cihna nikare bi gardiyanan re jî bidin û bistînin.
Pîvanên Mandela yên Neteweyên Yekbûyî qedexe dike ku weke cezayê dîsîplînê jî nabe ku girtî rojê 22 saetan an jî zêdetir li qadeke ku nikaribe bi mirovekî re bide û bistîne bê ragirtin. Dema ku mirov bala xwe bide hiqûqa navxweyî jî li gortî Qanûna Înfazê sererastkirineke bi heman rengî heye. Li gorî me ev rewş li gorî şertên mirovî yên herî kêm guncaw nîne. Li gel vê yekê mirovên girtî hene ku bêyî bingeheke hiqûqî hebe li girtîgehên bi tîpa bîrê têne ragirtin.”
Alî Dîler anî ziman ku desthilatdarî girtîgehên bi tîpa bîrê weke cihê sirgûnê dibîne, weke amûreke cezakirinê bi kar tîne û got, “Girtîgehên bi tîpa bîrê bi giranî weke cihekî sirgûnê tê bikaranîn. Mînak, girtiyekî ku li ber helwest û nêzîkatiyên kêfî yên îdareyê radibe, dikare bi carekê ve ji bo girtîgehên bi tîpa bîrê bê sirgûnkirin. Bi vî rengî îdareya girtîgehê dibe xwedî erkeke bêsînor. Heta ku girtîgehên bi tîpa bîrê neyên girtin, wê îdare li hemberî girtiyên siyasî vê polîtîkaya tepisandinê dewam bike.”

