Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Êrîşa li Helebê êrîşa li dijî pêvajoyê ye
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Êrîşa li Helebê êrîşa li dijî pêvajoyê ye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku êrîşa li dijî Kurdan a li Helebê, êrîşa li dijî pêvajoya demokrasî û aştiyê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li ser banga Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Çukurovayê, bi sedan kesên ji Edene, Mêrsîn, Osmaniye û Hatayê hatin, li ber Deriyê Sînor ê Yayladagiyê yê li navçeya Yayladagiyê ya Hatayê daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş, Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP’ê Sedat Başkavak, Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Mertcan Titîz, Hevseroka Giştî ya Partiya Çep a Kesk Dîdem Goçer, Hevserokê Giştî yê DAD’ê Zeynel Kete û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.

Piştî meşê, li pêşiya deriyê sînor daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê rê nedin komkujiyên li Sûriyeyê. Em bi gelên Kurd, Elewî, Suryan, Durzî û hemû gelan re ne” hate hilgirtin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, di daxuyaniyê de bertek nîşanî êrîşa li dijî Helebê da û got: “Em li vir bangî hemû dinyayê dikin; du hefte berê bi sedan kesan li vê derê komkujiya li dijî Elewiyan protesto kir. Çendek roj piştre jî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî Kurdan komkujî dest pê kir. Em vê komkujiyê qebûl nakin. Di demeke hevdîtinên ser Mitabeqeta 10’ê Adarê didomiyan, di demeke Peymana 1’ê Nîsanê ya ji bo Helebê di meriyetê de ev êrîş hatin destpêkirin. Bi vê yekê re xwestin pêşiya serdema nû û entegrasyona demokratîk bigirin. Êrîşa li dijî Kurdan a li Helebê, êrîşa li dijî pêvajoya demokrasî û aştiyê ye. Em vê bi tu awayî qebûl nakin. Gelê Kurd li tu cihekî bi tenê nîne. Em li vir piştgiriya xwe radigihînin.

Vê feraseta li Sûriyeyê komkujî li dijî Kurdan kir, li pêş çavên hemû dinyayê bi unîformayên DAÎŞ’ê êrîş kir. Ev yek nîşan dide ka yên li wir êrîş kirin kî ne. Hemû dinya dizane ku SMO, HTŞ, El Qaîde û komên paramîlîter ên girêdayî El Nusrayê di êrîşan de cih girtin. Em vê qebûl nakin. Her kesî ew vîdeoya ku jineke Kurd tê êşkencekirin û ji avahî tê avêtin dît. Di tu olan de tiştekî wiha nîne. Tu wijdan û kesên ji xwe re dibêjin însan vê qebûl nakin. Tiştekî wiha di hiqûqa şer de tune ye. Em li vir careke din hemû jinên li Helebê û li Rojava li ber xwe didin silav dikin.

Serokê Giştî yê MHP’ê di civîna koma partiya xwe de îro ev mijar kir rojeva xwe. Çendek rexne li DEM Partiyê kir. Dibêjin li wir xwîna Kurdan nehatiye rijandin. Ev xelet e. Li wir xwîna Kurdan hate rijandin, xwîna Elewiyan, Ereban, Suniyan, Xiristiyanan, Durziyan hate rijandin. Xwezî wisa nebûya û em mecbûr nemabûna ku me behsa vê bikira.

Ji bo pêvajoya li Tirkiyeyê bi aştiyeke birûmet biencam bibe em ê tişta ji dest tê bikin. Lê; ma em ê daxuyaniyên berdevkên hikûmetê yên provokatîf, yên pêşiya komkujiyê vekirin, sor kirin, piştgirî dayîn jinedîtî ve bên? Em ê paşguh nekin. Ev xelet in. Divê kesek agirê li Sûriyeyê gur neke. Em li vir careke din ji hemû hêzên siyasî û burokratên Tirkiyeyê dikin ku bi zimanekî berpirsyar biaxivin.

Em li vir careke din sersaxiyê ji bo hemû malbatên xizmên xwe di êrîşên li Helebê de winda kirin re dixwazin û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê hêvî dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HATAY

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çeteyên Hikûmeta Demkî bombe li Dêr Hafirê barandin
Nûçeya Pişt re Çete bi doçkayan êrîşî malên Dêr Hafirê dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li 5 navendên Kantona Cizîrê meşên 8’ê Adarê hatin lidarxistin

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li 5 navendên Kantona Cizîrê ya Bakur…

Ji aliyê Stêrk TV

Bahoza Darragh: Du kes mirin, bi sed hezaran mal bê elektrîk man

Li Îngilîstan, Galler û Îrlandayê bahoza Darragh rabû, du kes mirin û bi sed hezaran…

Ji aliyê Stêrk TV

Şervanên QSD’ê yên li eniya Tişrîn: Li vir berxwedanek dîrokî pêş ket

Şervanên QSD’ê yên ku bersiva êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker dan, gotin: “Li vir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?