Li Etnayê ku volkana herî aktîf a Ewropayê ye, liv û tevgera volkanik car din zêde bû. Enstîtuya Jeofîzîk û Volkanolojî ya Neteweyî ya Îtalyayê (INGV) ragihand ku volkan di mîqdareke zêde de xwelî û kevirên sor avêtiye, li du nuqteyên cuda jî lav jê herikiye.
Teqînên li ser bacên Etnayê yên di bilindahiya 2 hezar û 750 û 2 hezar 360 metre de, dibe sedem ku gelek lav jê biherike û qadên lafê yên berfireh çêbibin.
Ji ber xeteriya li ser balafiran, Balafirgeha Katanyayê piştî nîvro hate rawestandin.
Ji bo Etnayê hişyariya alarma sor hate dayîn.

