În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Xelkê Wanê: Aştî bi azadiya Rêber Apo dibe
Kurdistan

Xelkê Wanê: Aştî bi azadiya Rêber Apo dibe

Şêniyên Wanê dibêjin ku ji bo pêvajoya aştiyê bi rengekî erênî bi rê ve biçe divê dewlet û desthilatdarî tavilê gavê biavêje û destnîşan dikin ku aştî bi azadiya Rêber Apo dibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Tebax 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Şêniyên Wanê ji ANF’ê re qala bendewariyên xwe yên ji ‘Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Pitşevaniyê’ ya li Meclîsê kirin.

‘DIVÊ EM DESTÊ RÊBER APO XURT BIKIN’

Emîn Karaman destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê gelekî girîng e, divê her du alî bi berpirsyarî rabin û got, “Divê gelê Kurdistanê bi temamî xwedî li pêvajoya aştiyê derkeve. Divê em xwedî li vê rêyê derkevin ku Rêber Apo ava kiriye. Ji bo gelê Kurd ev pêvajo bi rastî jî girîng e. Girîng e em destê Rêber Apo xurt bikin. Divê em li çar parçeyên Kurdistanê firsendê nedin dijminan. Divê em xwedî li ewladên Kurdan derkevin ku bi salan li çiyayên Kurdistanê şer kirin. Divê em xwedî li ziman û çanda xwe derkevin û li hemberî wan hêzan têbikoşin ku qedexe kirine. Em li her qadê daxwaza aştiyê tînin ziman. Ji niha û pê ve girîng e dewlet gavan biavêje.”

‘LI HEMBERÎ MEJIIYÊ KOMKUJER EM BI FIKAR IN’

Ayten Saygul jî destnîşan kir ku weke dayik ew li her qadê ji bo aştiyê têdikoşin û got, “Ji aliyekî ve em ji vê pêvajoyê bawer dikin ji ber Rêber Apo, lil aliyê din jî em bi fikar in, ji ber ku li hemberî me zîhniyeteke komkujer heye ku bi sedan sal in dijminatiyê dike. Em ji Rêber Apo bawer dikin. Bendewariya me ya ji pêvajoyê gelek e. Beriya her tiştî em mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê, mafê çand û hunerê, mafê nasnameyê û jiyana azad a li xaka xwe dixwazin.

Ya herî girîng jî em daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Aştî bi azadiya Rêber Apo dibe. Divê girtiyên siyasî hemû bêne berdan. Ji bo aştî pêk were divê ev bêne kirin. Kî destê aştiyê dirêj bike em ê li gel wî bin. Em naxwazin êdî dayik bigirin.”

‘MAFÊN KURDAN DIVÊ BI DESTÛRA BINGEHÎN BÊNE EWLEKIRIN’

Seyhan Bozkûş destnîşan kir ku kevirê bingehîn ê aştiyê azadiya Rêber Apo ye û got, “Eger pêvajoyek ji aliyê Rêber Apo ve hatibe destpêkirin li wê derê bawerî, moral û serketin heye. Pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin, ji bo Kurdistanê pêngaveke nû bi xwe re aniye. Ev pêngav ji bo gelê Kurd bûye cihê baweriyê. Ji bo vê pêvajoya ku Rêber Apo da destpêkirin, hin mijar hene ku divê dewlet têkildarî wan gavê biavêje.

Bendewariya destpêkê ya ciwanên Kurd azadiya Rêber Apo ye. Rêber Apo naxwaze gelê Kurd dest ji daxwazên xwe berde. Dixwaze çand, ziman û nasnameya Kurdan bêne naskirin. Divê ev hemû bi destûra bingehîn bêne ewlekirin. Heta ku ev daxwaz di destûra bingehîn de neyên ewlekirin wê pêvajoya aştiyê bixitime. Em naxwazin pêvajoya aştiyê bixitime. Cihê çareseriyê azadiya Rêber Apo û maseya çareseriyê ye.”

‘DIVÊ ÊDÎ DEWLET JÎ GAVÊ BIAVÊJE’

Sînan Ok destnîşan kir ku gelê Kurd ji bo mafên xwe têdikoşe û ew piştgiriyê dide pêvajoya aştiyê û got, “Em dixwazin gelê Kurd bi îrade, nasname û zimanê xwe bê naskirin. Rêber Apo û PKK’ê gavên girîng avêt, lê belê divê êdî dewlet jî gavê biavêje. Ji bo vê komîsyonek hate avakirin. Ev komîsyon divê tavilê wan gavan biavêje ku bersivê bide daxwazên gelê Kurd.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parêzer Gezer: Nenaskirina ‘mafê hêviyê’ wê bandorê li pêvajoyê bike
Nûçeya Pişt re Meşvanê jiyaneke rast
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Yasîn Dere piştî 31 salan hate berdan

Yasîn Dere yê ku di 15 saliya xwe de hate girtin girtin di 46 saliya…

Ji aliyê Stêrk TV

Di meşa Pirsûsê de Rojava hat silavkirin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di meşa Pirsûsê de axivî û got: “Tu…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên DEM Partiyî bi mexdûrên erdhejê re hatin ba hev

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû bi jinên mexdûrên erdhejê yên li bajarên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?