AMED: Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 927’emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê ya Amedê berdewam kir. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên civakî û xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin.Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mahmût Dogan ê ku di 27’ê Mijdara 1993’yan de winda bûbû û cenazeyê wî di sala 1995’an de li gundê Xeraba Sitîlî yê Qerejdaxê hatibû dîtin, pirsîn. Çîroka Mahmût Dogan ji aliyê Rêveberê ÎHD’ê Yahya Polat ve hat xwendin.
COLEMÊRG: Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û xizmên windayan çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 253’yan de li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îslam Bartin û Abdulhaluk Geylanî ku 9-15’ê Mijdara sala 2005’an li navenda Geverê ji aliyê polîsan ve hatibûn kuştin hate pirsîn.
ÊLIH: Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 763’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nîhat Aydogan ê ku di Mijdara 1994’an de li gundê Mizîzex ê navçeya Midyatê ya Mêrdînê ji hêla cendermeyan ve hatibû revandin û ji wê roj ve tu agahî jê nehatiye girtin pirsîn.
Daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

