Çalakî û xwepêşandan li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku perwerdeya zimanê Kurdî bi 3 dersan di hefteyê de sînordar kir, dewam dikin.
Kongra Star û xwendekarên Dibistana Seretayî ya Şehîd Mistefa Gulo, ji bo şermezarkirina biryara hikumeta demkî ya Şamê ya der barê zimanê Kurdî de daxuyaniyek da.
Daxuyanî li pêşberî Dibistana Seretayî ya Şehîd Mistefa Gulo hat dayîn. Endamên Kongra Star û xwendekar beşdarî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê xwendekara bi navê Arîn Welîd Hiseyîn ve hat xwendin. Xwendekaran helbestek ji bo zimanê kurdî nivîsîbû û wek daxuyanî xwend.
Arînê piştî helbest xwend, got: “Em zimanê xwe dixwazin. Zimanê me hebûna me ye. Zimanê me çanda me ye. Em îro li vir ji bo daxwaza bi zimanê xwe bixwînin kom bûne.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.
DÊRIK
Li Dêrikê çalakiyên xwendekar û malbatan di roja 7`emîn de li konê rûniştinê yê ku ji hêla Însiyatîfa Gel a bajêr ve li ber Dibistana Yusuf El Ezma hatiye danîn, dewam dikin.
Xwendekarên ku beşdarî çalakiyên îro bûn, bi pankartên “Zimanê me hebûna me ye; bê ziman jiyan nabe” niyeta xwe ya berdewamkirina çalakiya rûniştinê heta ku kurdî bi destûrî were naskirin, nîşan da.
RIMÊLAN
Li bajarokê Rimêlanê yê Girkê Legê, xwendekarên Dibistana Şehîd Ahîn li ber dibistana xwe çalakiyek li dar xist û doza mafê xwe yê fêrbûna bi zimanê Kurdî kir.
Di dema çalakiyê de, xwendekaran pankartên “Bê ziman jiyan nabe” bilind kirin û peyama ku ew ê bêyî şert û merc xwendina kurdî bidomînin, dan.
Xwendekaran bang li hemû hevalên xwe kir ku beşdar bibin û daxwazên mafên xwe bikin û bibin yek deng ji bo parastina mafê xwe yê fêrbûna zimanê Kurdî.

