Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > YBŞ’ê fermandar Nûreddîn Sofî bi bîr anî
Kurdistan

YBŞ’ê fermandar Nûreddîn Sofî bi bîr anî

Fermandariya YBŞ'ê fermandar Nûreddîn Sofî bi bîr anî û got, "Em ê bidin ser şopa şehîdên xwe û careke din soz didin ku armancên wan pêk bînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Tebax 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê Fermandar Nûreddîn Sofî bibîranî û got: “Civaka Êzidî wê bi spasdariyê wî bi bîr bîne û çîroka wî wekî sembolek fedakarî û dilsoziyê ji nifşên pêşerojê re veguhezîne.”

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyekê nivîskî şehîd Fermandar Nûreddîn Sofî bibîranî. YBŞ’ê ragihand ku Şehîd Nûreddîn Sofî pirek di navbera dilê gelan de bû û îspat kir ku têkoşîna azadiyê ne tenê bi parastina axê ve sînordare, lê di heman demê de parastina rûmet û hebûna mirovan jî dihewîne. YBŞ’ê got: “Civaka Êzidî wê bi spasdariyê wî bi bîr bîne û çîroka wî wekî sembolek fedakarî û dilsoziyê ji nifşên pêşerojê re veguhezîne.”

Daxuyanî wihaye:

“Bi dilên xemgîn û îradeyek tijî dilsoziya bi xwîna şehîdan re, me agahiya şehadeta Heval Nûreddîn Sofî, ku yek ji pêşengên Şoreşa Rojava û zarokekî dilsoz ê Kurdistanê bû, wergirt. Ew di her çalakiyek û xizmetek şoreşgerî de pêşeng bû, di qadên têkoşînê de fermandar û hevalekî dilwêrek bû û heta kêliya dawî ya jiyana xwe ji bo doza azadiya gelên bindest, dilsoz bû.

Bi oxirkirina wî re, Şoreşa Rojava yek ji stûnên xwe yên bingehîn winda kir û di heman demê de Kurdistanê yek ji zarokên xwe yên qehreman çavnetirs winda kir, ku di bicihanîna erkê xwe yê li hember gelê xwe û doza wan de qet dudilî jiyan nekir. Lê belê, windakirina şehîd Nûreddîn Sofî di bîr û hişê civaka Êzidî de xwedî wateyek taybete, ji ber ku ew di dema fermana Êzidiyan li Şengalê de, di rojek ku mirin, dorpêçkirin û birçîbûn di heman demê de li hev civiyan, di nav yên pêşîn de bû ku ji bo hawar û alîkariya Êzidiyan beziya.

Dema ku rê hatin girtin û malbatên Êzidî di navbera çiya û dijmin de asê man, şehîd Nûreddîn Sofî di pêşengiya hewildanên vekirina korîdora mirovî ya di navbera Rojava û Şengalê de bû. Ev korîdor ji bo deh hezaran jin, zarok û kal û pîran xeta jiyanê peyda kir. Ew ne tenê derbasbûna rêyekê bû; ew rêyek ji mirinê ber bi jiyanê, ji bêhêvîtiyê ber bi hêviyê ve bû, bi saya wêrekî, biryardarî û baweriya wî ya kûr ku erkê mirovahî û netewî ji erkê şoreşgerî nayê veqetandin.

Şehîd Nûreddîn Sofî pirek di navbera dilê gelan de bû û îspat kir ku têkoşîna azadiyê ne tenê bi parastina axê ve sînordare, lê di heman demê de parastina rûmet û hebûna mirovan jî dihewîne. Civaka Êzidî wê bi spasdariyê wî bi bîr bîne û çîroka wî wekî sembolek fedakarî û dilsoziyê ji nifşên pêşerojê re veguhezîne.

Em, wek hêz û civaka Êzidî sersaxî û hevxemiya xwe ya dilsoz ji malbata wî ya birêz, ji hevalên wî yên di Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de û ji hemû gelên Rojava û Kurdistanê re pêşkêş dikin. Em soza xwe nû dikin ku emê şopa şehîdan bişopînin heya ku armancên ku wan xwe ji bo wê feda kirine bi dest bixin.

Rûmet û nemirî ji şehîdan re.

Serkeftin û azadî ji gelên bindest re.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kimran: Komîsyona ku li meclîsê ava bû qadeke nû ya têkoşînê ye
Nûçeya Pişt re Karayilan: Xwedîderketina li bîranîna Koçero berpirsyariya me ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Xezeyê hejmara miriyan nêzî 29 hezarî bû

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji destpêkirina şerê Xezeyê û vir ve di êrîşên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji ber stranên Kurdî gotiye hat girtin

Hunermendê Kurd Mazlûm Akpolat, ji ber stranên Kurdî gottiye 22 meh û 15 roj cezayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

Li Kolombiyayê hikûmeta nû ya rastgir a ku ji aliyê DYE û Îsraîlê ve tê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?