Yekitiya Xwendekarên Welatparêz, ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya têkildarî Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê daxuyaniyek da.
Daxuyanî li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi amadebûneke girseyî ya xwendekaran hat dayîn, daxuyanî bi zimanê kurdî ji hêla xwendekar Ronya Luqman Heyder û bi zimanê erebî ji aliyê Sîmav Dirêî Mihemed ve hat xwendin.
Naveroka daxuyaniyê wiha ye:
“Xwendina bilind û mafê gihaştina zanînê bi zimanê dayikê ku wek nasnameya bingehîn a çand û pêşveçûna me ya akademîk tê dîtin û di nava jîngeh û mercên ku daxwazên civakê pêk tîne, her dem bûne kevirê bingehîn ji bo avakirina siberojeke geş, amadekirina nifşên zana û şareza ku bikarin civakên xwe bi pêş bixin.
Avabûna saziyên xwendina bilind li herêmên me di nava 10 salên borî de pêngaveke dîrokî û girîng pêk anî, hêviyên bi hezaran xwendekar û malbatên wan di bidestxistina mafê wan ê xwezayî de, bi xwendineke aram, berdewam li nava bajar û herêmên wan, nîşan da. Îro jî, em bi navê hemû xwendekarên herêmê, bi dengekî zelal û helwesteke bingehîn van xalan tekez dikin:
– Em ê ji van biryaran bi awayekî pir giran zirarê bibînin; ji ber ku me li seranserê jiyana xwe ya xwendinê bi zimanê kurdî ku zimanê me yê dayikê xwendiye, mafê me yê xwezayî û akademîk e ku em xwendina xwe ya bilind pê bidomînin. Hewldana destdirêjîkirina li ser beş û fakulteyên bi zimanê dayikê tên xwendin, derbeyek li bingehên akademîk û gefeke li ser siberoja me ya zanistî ye û em qet vê biryarê qebûl nakin.
– Dûrxistina beşan, entegrasyona wan an jî jinûveavakirina wan bi vî rengî, binpêkirineke aşkera ya mafên bingehîn ên mirovahiyê û peymanên navneteweyî ye ku mafê xwendinê bi zimanê dayikê, mafê gelan di birêvebirina azad, serbixwe ya saziyên xwe yên perwerdeyê de misoger dikin. Ev biryar bi hezaran xwendekaran ji mafê wan bê par dihêlin.
– Siberoja zanîngehan bi biryarên îdarî nayê destnîşankirin, divê saziyên akademîk xwedî serxwebûneke tam bin; divê qonaxeke veguhêz hebe, bi awayekî adil û li ser bingeha nasnameya wê zanîngehê pêk were.
– Entegrasyon nayê wateya helandinê; di pêvajoya entegrasyonê de divê ev pîvan werin berçavgirtin; perwerde, lojîstîk, hiqûqî û akademîk û bi awayekî zelal. Wekî din, em ê rûbirûyê xedr û xapandineke li dijî mafên xwendekaran bibin.
– Mafê zarokên vê herêmê yê rewa û dîrokî ye ku zanîngeha wan a serbixwe li herêmên wan hebe ku pêdiviyên wan ên zanistî û akademîk bicih bîne û pêragarziyê li nasnameya wan bike. Hêviya me her dem ew bû û hîn jî ew e ku ev zanîngeha me ya ku bi kedeke dilsoz di nava deh salan de hatiye avakirin naskirineke tam bistîne, li ser pêkanîna peywira xwe bêyî ku naveroka wê bê helandin berdewam be.
– Divê tu pêngav an biryarên jinûveavakirinê ne li ser hesabê fedakariyên ku hatine kirin bin, ne jî li ser hesabê mafên xwendekaran di berdewamkirina xwendina wan de li wan beşên ku wan hilbijartine.
Em di Yekitiya Xwendekaran de, bi tevahî li ser helwesta xwe bi israr in û em ê bi hemû rêbazan berdewam bin li ser daxwaza mafê xwe. Ji ber vê yekê, em bang li hikumeta demkî û hemû aliyên peywendîdar û saziyên perwerdeyê dikin ku biryarên dawî ji nû ve binirxînin, da ku destkeftiyên zanîngeha me û parastina mafê zarokên herêmê di fêrbûna bi zimanê dayikê de werin misogerkirin.”

