Muzaffer Yilmaz piştî 30 salan ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê hate tehliyekirin. Li cihê derketina girtîgehê malbat û hevalên Yilmaz, ew pêşwazî kirin.
Yilmaz li vir axaftineke kurt kir û got, “Ez bi aliyekê xwe yê kêm derdikevim. Heta ku hemû hevrêyên min azad dibin, em ê têkoşîn û hêvîkirinê dewam bikin.”

