Şemî, 14 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Bila cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî bên eşkerekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sevda Ozbîngol: Daxwaza destpêkê ya jinan azadiya Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sosyolog Michel Kokoreff: Em şahidiya şiyarbûna siyasî ya nifşekî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ciwanên ku bi torên sûc re rû bi rû dimînin, ji bo paşerojê pirsgirêkeke cidî ava dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arzoxliyê berxwedana li dijî GES’ê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê şehadeta Dersim Behar ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê li dû şopa şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir: Şengal wê bi îradeya xwe azad bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin Kudat ê ku berdana wî 6 caran hat astengkirin piştî 34 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 2 rojnamevanên jin cezayê hepsa malê û qedexeya derketina derveyî welat hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YJŞ: Rizgarkirina Şengalê bersiva li fermana 74’an e
Jin

YJŞ: Rizgarkirina Şengalê bersiva li fermana 74’an e

Fermandariya YJŞ'ê diyar kir ku 13'ê Mijdarê xeta xiyanetê û mêr ê kastîk têk çû û destnîşan kir ku rola jin û gelê Êzidî yê hate revandin û qetilkirin, hate hilanîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Fermandariya Yekîneyên jinên Şengalê (YJŞ) bi boneya 11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji dest çeteyên DAIŞ’ê, daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Daxuyaniya YJŞ’ê wiha ye;

“Di serdemeke dîrokî de, em salvegera 11’emîn a rizgarkirina Şengalê pêşwazî dikin. Em weke Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ), 11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê di serî de li Rêber Apo, hemû gelên azadîxwaz, li hemû jinan û her wiha li Şervanên Azadiyê ku di nivîsandina berxwedaniya destanî de bûn xwedî ked û bi canê xwe ji bo gelê Êzidî bûn mertal pîroz dikin. Dîsa di şexsê 12 siwariyan de pakrewanên mezin Şehîd Dilşêr Herekol, Şehîd Mam Zekî, Şehîd Medya Egîd, Şehîd Seîd, Şehîd Berfîn Nurhak, Şehîd Nûjîn, Şehîd Berxwedan, Şehîd Bêrîvan, Şehîd Zerdeşt, Şehîd Dijwar, Şehîd Arîn, Şehîd Pîr Çeko, Şehîd Çîçek, Şehîd Avesta, Şehîd Amara, Şehîd Dîndar, Şehîd Nûjiyan, Şehîd Doxayan de em hemû şehîdên berxwedanê bîrtînin û bi rêzdarî bejna xwe beramberî wan ditewînin. Her Şehîdeke ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kir, di tekoşîna me de îro ji bo me dibin manîfestoya jiyan û tekoşînê.

Beriya 12 salan, di dîroka 03.08.2014’an de gelê me yê Êzidî li ber çavê hemû cîhanê, bi destê DAIŞ’ê bi jenosîdekê re rû bi rû hat. Di vê êrîşê de bi hezaran mirovên me hatin qetilkirin û bi hezaran keç û jinên Êzidî hatin revandin, di bazaran de hatin firotin. Di şexsê jin de dest avêtin rûmeta gelê me. Xwestin jenosîd û mirinê wekî qedereke ku nayê guhertin li gelê me bidin qebul kirin. Xwestin mirin li ser vê xakê serwer be û jiyan tu cara ji nûve şîn nebe. Lê qêrînên ku ji dilê axa qedîm bilind bû, gîhişt keç û xortên ku dilê xwe bi çand û baweriya qedîm, bi fikir û felsefeya azadiyê honandine.  Di encama berxwedaneke bêhempa û bedelên giranbiha de di 13’ê Mijdara 2015’an de bi xwîna zarokên vê xakê Şengal hat rizgar kirin.

Dîroka 13’ê Mijdara 2015’an ne tenê binketina DAIŞ’ê ye. 13’ê Mijdarê binketina xeta xiyanetê, binketina zilamê kastîk e. Ev dîrok guhertina qederek, ji nûve şîn bûna jiyanê, bilindbûna ruhê berxwedanê ye. Ev dîroka vejîna xewn û xeyalên zarokên Êzidî ku bi destê DAIŞ’ê hatin darvekirine ye. Ev dîrok bersiva 74 ferman, tola hezar keç û jinên ku hatin qetil kirin, pêkanîna xeyalên şehîdan û sonda azadiyê ye.

Yekîneyên Jinên Şengalê, zayîna xwe di nav qêrîn û hawarên jin-dayîkan de kir. Di nav zor û zahmetiyên dijwar de dil û mejiyê xwe bi ramanê azadîyê re strand. Di nav şer û berxwedanê de mezin bû û di têkoşîna rizgarkirina Şengalê de bû hêza pêşeng û fedayî. Heman rojê, di dîroka rizgarkirina Şengalê de bû sozdara tolgirtina jinên dîlgirtî. Xwe rêxistinkirina jinên Êzidî de bû rênîşan, hêvî û bawerî. 

Wekî Yekîneyên jinên Şengalê (YJŞ), soza ku me daye şehîdan, gelê xwe û Jinên Êzidî ji bo me sedema bilindkirina tekoşîn, berxwedan û rêxistinbûne ye. Lewma xeteriya jinosîdê hêj tune nebû ye. Ji ber vê di roja rizgarkirina Şengalê de, bi taybet jin pêwîste hîn zêde li derdora YJŞ’ê xwe rêxistin bike.  Ji ber ku encex jina rêxistinkirî dikare bi xwe re azadiyê bîne û bibe parêzvanê deskeftî, xewn û xeyalên Şehîdan. Li ser vî esasî, bi îdia, armanc û soza mayînde kirina ewlehî û azadiya Jin û gelê Êzidî salvegera 11’emîn a rizgarkirina Şengalê carekî din li Rêber Apo, hemû jinan, gelê xwe û li dayîkên şehîdan pîroz dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Aydin Kudat piştî 34 salan hate berdan
Nûçeya Pişt re Berdana girtiya nexweş Pinar Tikit cara sêyemîn hate astengkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêber Apo: Eger DEM Partî bigihêje benda ji sedî 20’an wê bibe desthilatdar

Omer Ocalan anî ziman ku di serdana Cejna Qurbanê de Rêber Apo diyar kiriye ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Daraza Îranê cezayê darvekirinê da hunermendê Kurd

Parêzer Emîr Reyîsiyan ragihand ku daraza Îranê cezayê îdamê daye hunermendê repê Tumac Salihî yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekî

Li navçeya Zeraret a Hewlêrê, jinek di nava wesayîtê de şewitî û jiyana xwe ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Sûriyeyê di 2 hefteyan de 50 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Bila cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî bên eşkerekirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sevda Ozbîngol: Daxwaza destpêkê ya jinan azadiya Birêz Ocalan e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?