Fermandariya Giştî ya YPJ’ê êrîşa li hemberî jinên şehîd bi daxuyaniyeke nivîskî rexne kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Di van demên dawî de, li dijî nirxên herî pîroz ên gelê me û şoreşa me hewldanên qirêj û êrîşên ku sûret û pîroziya şehîdên me dikin armanc, tên kirin. Ev êrîşên ku rasterast rûmeta şehîdên me dikin hedef, di serî de li dijî hemû pîvanên mirovahiyê, hişmendiya ehlaqî û xetên sor ên wijdanê civakê ne.
Şehîdên me nasname, rûmet û nirxên herî pîroz ên hebûna me ne. Kesên ku li beramberî îrade û berxwedana jinên azad têk çûne, îro bi rêbazên nemirovane û li dervayî ehlaqê mirovahiyê êrîşî şehîdên me dikin. Ev dîmenên bêehlaq û kiryarên qirêj bi tu awayî ne layiqî gelê me û welatê me ne; ev êrîş êrîşeke rasterast in li ser rûmet û nirxên hevpar ên tevahiya civaka me.
Weke Fermandariya Giştî ya YPJ’ê, em bang li Hikûmeta Şamê dikin ku berpirsiyariya xwe bîne cih, li hemberî van kiryarên nemirovane tavilê bikeve nav liv û tevgerê û bi awayekî herî tund hesab ji van êrîşkaran bixwaze. Raya giştî û hemû alî bila baş bizanibin ku em weke YPJ’ê li hemberî van êrîşan bi tu awayî bêdeng namînin û tu êrîşên li ser pîroziya şehîdên me bê bersiv û bê hesab namînin.
Di vê çarçoveyê de, em bang li hemû gelê me yê welatparêz, bi taybetî jin û ciwanan dikin ku li dijî van şerên derûnî hişyar bin, li hemberî van dîmenên bêehlaq helwesteke xurt nîşan bidin, rûmeta xwe biparêzin û bi biryardarî xwedî li xeta şehîdan derkevin. Em ê heta dawiyê xwedî li berdêl, rûmet û nasnameya şehîdên xwe derkevin.”
Berdevka YPJ’ê Roksen Mihemed jî têkildarî destdirêjiya li wêneyên şehîdan axivî û got: “Ev destdirêjî ne qanûnî ye, wêneyên şehîdan diqetînin û destdirêjî li wêneyên şehîdan dikin. Bi van kiryaran destdirêjî li bîr, wijdan û nirxên mirovahiyê dikin. Şehîd sembola têkoşîn, rûmet û azadiya me ne, ji bo parastina xak, edalet û wekheviyê têkoşiyane. Destdirêjiya li sembolên şehîdên jin tê wateya destdirêjiya li hemû jinan.
Em bang li hikûmeta veguhêz, parêzgarê Hesekê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin ku berpirsyar nêz bibin û sûcdaran ceza bikin.”

