Şemî, 30 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Engîn Sever: Divê rast nêzî Mafê Hêviyê bibin, em ê li qadan bin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nexşerêya li Îmraliyê di hevdîtina 27’ê Adarê de hate amadekirin, kirin qurbanê siyaseta hundirîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekîn Yeter: Qanûna pêvajoyê divê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê pîrozbahiyên Cejna Qurbanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cejna Qurbanê de serdana gora Vedat Aydin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Zîn a govenda şoreşê
Kurdistan

Zîn a govenda şoreşê

Kurdistan û Rojhilata Navîn li ber ronahiya Rêber Apo ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve diçe. Li pêşberî berxwedaneke bi vî rengî ya bi heybet, jin a bedew a bi ruhê azad û serhildêr ê çiyê nekarî bisekine. Di sala 2014'an de ew jî tevlî govenda şoreşê bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Zîn dilekî ciwan û serhildêr e. Mîna xaka lê ji dayik bû û mezin bûye. Wateya pak a jiyanê di kenê wê de veşartî ye. Yek ji keçên rojê ye ku dilê xwe yê ciwan diyarî warê xwedawendê çiyê kiriye. Bi hezaran wate û bedewî xist nava jiyana xwe ya kurt. Careke din ji me re qalê dikir: Ya girîng jiyaneke demdirêj nîne, ya girîng ew e ku gelek kêliyan di nava jiyanê de bi cih bike.

Zîn li Colemêrgê mezin bû. Bedewiya warê xwe ne tenê li rûyê xwe, her wiha li dilê xwe neqişand. Bi dilsoziya bi gel, xak û çiyayê xwe mezin bû. Çiya di stran û destanên lê guhdarî dikir de qilbeya pîroz a Kurdan e. Her kesî pişta xwe spartiye çiyê, çiya her tim bûn dilsozê Kurdan, ew parastin. Têkiliya navbera wan xwe dispêre bi sedan salan. Jîn jî xwe ji çiyê, çiya jî ji xwe dibîne. Evîndara çiyê ye.

Zîn ku bi welatparêziyeke xurt mezin bû, zû hîn bû ku di dema zilmê de zarok zû mezin dibin. Wateyeke din a zarokê gelê çiyayî ew e ku roj dema hat divê bêteredût berê xwe bide çiyê û li dijî zilmê şer bike. Parastina xwe û gelê xwe xwedîderketina li dîroka bi rûmet a Kurdan e. Zîn her ku zilm dît, berê xwe da çiyê û paşerojeke bi rûmet ji xwe re kir armanc.

BI COŞA ŞOREŞÊ BERÊ XWE DA ÇIYÊ

Dem ew dem bû ku ciwanên Kurd ji bo xwedîderketina li rûmeta xwe û yekkirina Kurdistanê pêl bi pêl berê xwe didan Şoreşa Rojava. Li vî parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê têkoşîna herî mezin a mirovahiyê dihate meşandin. Bi berxwedana dîrokî û têkoşîna destanî ya ciwanên Kurd, cîhan dibû heyranê wan. Kurdistan û Rojhilata Navîn li ber ronahiya Rêber Apo ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve diçe. Li pêşberî berxwedaneke bi vî rengî ya bi heybet, jin a bedew a bi ruhê azad û serhildêr ê çiyê nekarî bisekine. Di sala 2014’an de ew jî tevlî govenda şoreşê bû.

Zîn ku li quntara çiyê mezin bû, dema ku gihîşt serê çiyê dilê wê kete nava kelecaneke mezin. Ji bo karibe dengê vê xakê bibihîze, qîrîna serhildan û berxwedanê ya çiyê bibihîze divê bêtirs dilê xwe ji gelê xwe re feda bike û li dijî Nemrûd bi wêrekiya Îbrahîmî li ber xwe bide. Şopdarên kevneşopiya Îbrahîmî mîna Îbrahîm, mîna Kawayê Hesinkar, mîna Zerduşt li hemberî celadên serdemê, li hemberî Ebû Cehîlan weke şervan û parêzvanên pîroz û ronahiyê têkoşiyan. Di vê demê de ku çiya bi xwe serî hildidin, Zînê jî xwe tevlî nava îsyana çiyê kir û û şervanek di hembêza çiyê de. Bi çiyayên ku pişta xwe spartê û bi zarokên rojê wê bi biryardarî û wêrekiya Îbrahîmî li dijî Nemrûtan têbikoşiya. Bi wêrekiya ji ronahiya rojê werdigirt dest bi meşa çiyê kir.

XWE BI FELSEFEYA APOYÎ AFIRAND

Rawestgeha wê ya destpêkê ya li warê azad, qada Metînayê bû. Hevala Zîn li Metînayê dest bi jiyana gerîlatiyê kir, bi perwerdeya li vê derê jiyana partiyê û gerîla hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û partiyê re xurtir kir. Hest û asta xwe ya zanebûnê kir yek, wateyên giran lê bar kir û bi xurtî bi Rêber Apo ve hate girêdan. Di van gavên destpêkê yên ber bi jiyana gerîla ve zehmetî nekişand. Ji xwe bi awazê çiyê re mezin bû û ne xerîbê jiyana li çiyê bû. Bi tempo û daxwazeke mezin hewl da xwe zû bi pêş ve bibe. Di demeke kurt de bi tevlîbûn û sekna xwe bû gerîlayeke xwedî tecrûbe. Hevala Zîn timî xwe ji şert û mercên herî giran re amade dikir, zanîbû kesayetiya Apoyî di nava şert û mercên zehmet de tê afirandin. Ji bo bibe Apoyî, ji bo karibe şerekî mezin bike, pirsa ‘Divê çawa bijî, çawa şer bike’ li xwe kir. Zîn ku sira hevrêtiyê keşif kir, bi hevrêyên xwe re bû xwedî têkiliyeke xurt. Di çavên her hevrêyên xwe de dilxwaziya jiyana azad dît. Di van çavên bi hezkirin de dilê xwe pak kir. Ji bo Zîn hevrê destpêkê bû. Ji ber ku hevrêyên wê ji bo wê ronahiya Rêber Apo bû.

BER BI ARMANCA XWE VE MEŞIYA

Di vê jiyanê de ku wê dilê xwe diyarî kir, xwe gihand wateya jiyanê û bi hezaran wate li nava her kêliya jiyana xwe bi cih kir. Bênavber meşiya, keliya, porên xwe bi bayê çiyê şeh kir, di çavên bi hezkirinê dagirtî xwe pak kir, bi tilîliyan bi ser dijmin ve meşiya.

Di sala 2016’an de ji bo karibe vê destanê mezin bike û bi biryardarî şer bike, bi ser artêşa Tirk a dagirker ve meşiya. Li Çelê ku lê ji dayik bû û mezin bû, bi ser çeperên dagirkeran ve meşiya. Hîn zaarok bû, ji xwe re kiribû armanc ku wan çeperan tine bike û bedewiya çiya û welatekî bêdagirkeran xeyal dikir. Bi wî xeyalî meşiya û bi ser çeperên dagirkeran ve çû. Li qada Zapê, di çalakiya Tepê Koordîne de bi roleke çalak rabû, li ber tilîliyên azadiyê li dijî artêşa Tirk a dagirker şer kir. Keça rojê, bedewa çalakiyê Zîn di vê êrîşê de tevlî karwanê nemiran bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Yilmaz: Êrîşên li ser Kurdî zêde dibin
Nûçeya Pişt re Di êrîşa bi dronê ya Hîzbûllah’ê de 4 leşkerên Îsraîlê mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Roja duyemîn a Pêşengeha Şehîd Herekol bi çalakiyên cuda berdewam kir

Pêşengeha Şehîd Herekol a pirtûkan di roja xwe ya duyemîn de bi çalakiyên cur bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê daketin qadan

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete yên li ser Bendava Tişrînê…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzer Demir: Avêtina gavên zagonî xwedî girîngiyeke jiyanî ye

Parêzer Cemal Demir bal kişand ser tekeziya ‘qonaxa duyemîn’ a Rêber Apo û got, ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Rêbaz Sine hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê sê girtiyên Kurd bi darve kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?