Duşem, 31 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji mînakên cîhanê hevdîtinên aştiyê û kêmaniyên wan: Nimûneya ÎRA-ETA – I

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava geşedanên ku wê statuya mayînde ji bo Kurdî bidin qezenckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Em ê bi pêvajoyeke avakirinê ya nû re derkevin holê

    Ji aliyê Stêrk TV

    12 sal cezayê hepsê li Necmeh Emînî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 navçeyên Stenbolê bîranîna şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rêzanê bi girseyî serdana taziyeya şehîd Brûsk hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Mehdî Zana peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê ji bo şehîdan meş

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Nisêbînê: Bi hezaran kes tevlî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ziyad Cebar: Peyama Ocalan ji bo yekîtiya gelê me dilsozane ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > 1’ê Îlonê û dema nû ya aştiyê
Rojane

1’ê Îlonê û dema nû ya aştiyê

1'ê Îlonê di demeke welê de tê pêşwazîkirin ku lêgerînên çareseriyê yên ji bo pirsgirêka Kurd derbasî qonaxeke nû bûye. Niha dor hatiye gavên ji bo demokrasiyê û aştiyeke mayinde.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Tebax 2026 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

1’ê Îlonê ew roj e ku yek ji rûpelên herî tarî yên dîroka mirovahiyê lê hatiye vekirin. Şerê Cîhanê yê Duyemîn ku sibeha 1’ê îlona 1939’an bi êrişa Elmanya Nazî ya li Polonyayê destpê kir, bû sedema mirina bi dehan milyon mirovî, hilweşîna bajaran û vebûna birînên civakî yên kûr. Lêgerîna aştiyê ku ji nava xweliyên şer bilind bû, piştre veguherîn kevneşopiyekê ku ev roj weke “Roja Aştiyê ya Cîhanê” bê bîranîn. Ev dem ku bi taybetî li Ewropaya Rojhilat û li nava kevneşopiya çep-aştiyane de bû esasî, li Kurdistan û Tirkiyeyê ji salên navîn ên 1980’ê û pê ve bû banga hevpar a hêzê ked, demokrasî û gel. Hesreta civakeke ku çek lê bêdeng bûye, edalet lê ava bûye û gel bi îradeya xwe lê bi hev re dijîn, her sal di 1’ê Îlonê de jinûve tê bilêvkirin.

Li Tirkiyeyê 1’ê Îlonê di nav salan de bû yek ji wan qadan ku daxwaza aştiyê lê şênber û girseyî bû. Ji salên 1990’î û pê ve li Stenbol, Enqere, Îzmîr û gelek bajarên din bi pêşengiya rêxistinê pîşeyî û kedê yên mezin ên weke DÎSK, KESK, TMMBO, TTB’ê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û gelek rêxistinên girseyî yên demokratî meş, mîtîng, daxuyaniyên çapemeniyê û şahiyên aştiyê hatin lidarxistin. Kedkar, rewşenbîr, jin û ciwanên Kurd û Tirk bi hev re tevlî van çalakiyan bûn. Çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd bû yek ji daxwazên bingehîn. Her sal di 1’ê Îlonê de bandora hilweşîner a şer tê bîranîn û tê destnîaşnkirin ku aştiyeke adîl tenê li ser bingeha edalet, wekhevî û azadiyê pêkan e. Bi vî rengî 1’ê Îlonê weke rojeke aştiyê ya hevpar di nava raya giştî ya demokratîk, tevgera ked û çep a Tirkiyeyê de bi cih bû.

LÊGERÎNA LI ÇARESERIYÊ TI CARÎ NEHATE TERIKANDIN

Li Kurdistanê jî wateya 1’ê Îlonê hîn bêhtir kûr bû. Şer û êrişên asîmîlasyon û înkarê yên bi salan dewam kirin, lêgerîna aştiyê ya Kurdan veguehrand meseleyeke hebûnê. Di rojên herî giran ên şer de yên salên 1990’î daxwaza aştiyê derbasî kolanan bû. Di meş, mîtîng û daxuyaniyên çapemeniyê de yên li gelek bajaran, ji bo bêdengbûna çekan, aştiyeke bi rûmet û çareseriya demokratîk bang hate kirin. Peyama esasî jî bibîrxistina mecbûriyeta çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên aştiyane û demokratîk bû.

Dawiya dawî aştî mafekî bingehîn bû ku her kes bi rengekî ewle, bi ziman, nasname, bawerî û rengê xwe bi hev re bijî. Tevgera Azadiyê ya Kurd piştî destpêkirina têkoşîna çekdarî ya 15’ê Tebaxa 1984’an a li Dihê û Şemzînanê, lêgerîna xwe ya li çareseriya demokratîk û aştiyê ti carî neterikand. Tevgerê aştî weke pêvajoyeke ji garantîkirina edaleta civakî, mafên nasnameyê û tevlîbûna demokrkatîk pênase kir. Ev nêzîkatî têgeha ‘aştiya bi rûmet’ kir navenda xwe. Yanî aştiyeke ku li ser bingeha wekhevî û qebûlkirina hev bilind bû.

GAVÊN DESTPÊKÊ YÊN AŞTIYÊ

Gavên aştiyê yên tevgerê di salên herî giran ê şer de jî dewam kir. Mînak, di Adara 1993’an de bi hewldanên Serokkomarê wê demê Tûrgût Ozal û navbeynkariya Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî Serok Apo cara yekê agirbesta yek alî ragihand. Vê agirbestê bi şênberî radixist pêş çavan ku pirsgirêk divê di nava sînorên Tirkiyeyê de bi rêyên siyasî bê çareserkirin.

Li gel ku agirbest hate dirêjkirin jî mirina bi guman a Ozal û bûyerê piştre qewimîn pêvajo birî. Li gel vê yekê jî tevgerê 1’ê Kanûna 1995’an cara duyemîn, di 1’ê Îlona 1998’an Roja Aştiyê ya Cîhanê de cara sêyemîn agirbesta yekalî ragihand. Daxwaz her carê zelal bû: Çareseriya siyasî, mafên demokratîk û aştiya mayinde.

LI ÎMRALIYÊ LÊGERÎNA ÇARESERIYÊ

Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Apo di encama komployeke navneteweyî de anîn Tirkiyeyê û ev ye bû destpêka demeke nû. Li gel mercên giran ên li Îmraliyê jî dest ji lêgerîna aştiyê berneda. Di 1’ê Îlona 1999’an de agirbesta cara çaremîn hate ragihandin û bang hate kirin ku gerîlayên azadiyê xwe vekişîne derveyî sînorên Tirkiyeyê. Gerîlayan bersiv dan vê bangê û vekişiyan. Her wiha ji bo îradeya xwe ya aştiyê nîşan bide, ji çiyê û Ewropayê “Komên Aştiyê” hatin Tirkiyeyê.

Navbera salên 1999 û 2004’an bû demeke dirêj ku şer lê kêm bû. Di nava van salan de bi bangên weke “Projeya Aştiyê” û “Plana Çalakiya Lezgîn a ji bo Aştî û Demokrasiyê” hewl hate dayin ku zemîna çareseriya siyasî bê xurtkirin.

Di dawiya salên 1990’î de pêvajoya “Vebûna demokratîk” û hevdîtinên li Osloyê hatin meşandin hêviyeke nû afirand. “Koma Aştiyê” ku di sala 2009’an de ji Xabûrê hat, bendewariya geln a ji bo aştiyê şênber kir. Lê belê dewleta Tirk li şûna ku bersivê bide van hewldanan, gerîla girt.

HÊVIYA KU DI NEWROZA AMEDÊ DE GEŞ BÛ

Gava esasî ya berfireh di sala 2013’an de hat. Nameya Rêber Apo ku di Newroza Amedê de hate xwendin, bi banga “Bila çek bêdeng bibe, fikir biaxive” qonaxeke dîrokî afirand. PKK’ê Agirbest dagihand û pêvajoya vekişîna gerîla ya ber bi dervreyî sînorê Tirkiyeyê destpê kir. “Heyeta Mirovên Aqilmend” hate avakirin û li Meclîsa Tirkiyeyê karê ji bo avakirina komîsyonê hate meşandin.

Ev dem pêvajoyeke welê bû ku aştî bû daxawza gel û beşên berfireh ên civakê bi hêvî kir. Lê belê dewleta Tirk di havîna 2015’an de maseya muzakereyê hilweşand û careke din rahişt çekê.

QONAXEKE NÛ

Ev danheviya dîrokî di 27’ê Sibata 2025’an de bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo re derbasî qonaxeke nû bû. Rêber Apo di vê bangê de ragihand ku PKK di nava mercên dîrokî de ava bû, lê belê bi hilweşîna reel sosyalîzmê û têkbirina înkara nasnameyê re wateya têkoşîna çekdarî nemaye. Bi gotian, “Weke her partî civata hemdem a ku hebûna wê bi zorê nekariye bê tinekirin, ji bo yekbûna bi dewlet û civakê re kongreya xwe bicivînin û biryarê bidin; divê hem^j kom çekan dînin û PKK xwe fesix bike” ragihand ku pêvajoya derbasbûna ji têkoşîna çekdarî ber bi têkoşîna siyasî destpê kiriye.

Ev bang banga girtina dema tundiyê û derbasbûna li pêvajoyeke li ser bingeha hiqûq û siyaseta demokratîk bû. Encama danheviya agirbestên yekalî yên bi dehan salan, vekişîn û lêgerînên çareseriya siyasî bû.

Bersiva ku ji bangê re hate dayin bi lez û berfireh bû. PKK’ê 1’ê Adara 2025’an agirbesta yekalî ragihand. Di Kongreya 12’emîn a Gulanê de eşkere kir ku dawî li karên xwe yên çekdarî aniye û avaniya xwe ya rêxistinî fesix kiriye. 11’ê Tîrmehê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi merasîmekê 30 gerîlayan çalakiya şewitandina çekan lidar xistin. Ev gav bû qonaxeke dîrokî ıya ji bo bidawîkirina şerê zêdeyî 50 salî.

VEGUHERÎNA CIVAKÎ Û SIYASÎ

Tişta ku Rêber Apo di vê pêvajoyê de vedibêje veguherîneke civakî û siyasî ya bingehîn e. Têgeha “Aştî û Civaka Demokratîk” avakirina hêmanên nasname, bawerî, ziman û çandî yên civakê bi rengekî azad e. Civaka Demokratîk avaniyeke li ser bingeha peymana demokratîk a dewletê ya bi civakê re ye. Rêber Apo entegrasyona demokratîk weke alternatîfa rêbazên cihêkar û asîmîlasyonê pênase dike. Ev entegrasyon pêşî li wê yekê vedike ku Kurd bi nasnameya xwe bibin yek ji hêmanên damezrîne rên Komarê, demokrasiya xwecihî xurt bibe û pêşî li destûreke bingehîn a demokratîk vebe.

Jiyana bi hev re yek ji kevirên esasî yên vê pêvajoyê ye. Hebûna nasname, ziman û baweriyên cuda ya hurmeta li hev û li ser bingeha mafên wekhev mercê pêşî yê aştiya mayinde ye. Têkiliya welatîbûnê ya ku yekparebûna dewletê ji xwe re dike esas, îfadeya bi rengekî azad û mafê rêxistinbûnê di nava xwe de vedihewîne. Ev yek misogerkirina mafên gelbûnê û hebûnê yên Kurdan bi qanûnan, ji perwerdeya bi zimanê dayikê heta bi saziyên çandî qadeke berfireh pênase dike.

DIVÊ 1’Ê ÎLONÊ ÇAWA BÊ FÊHMKIRIN?

Ji sala 1993’an û vir ve agirbestên yekalî, vekişîn, Komên Aştiyê û lêgerînên çareseriya siyasî helwesta hevgirtî ya Tevgerê ya ji bo aştiyê nîşan dide. Beşeke girîng a van gavan bersiva xwe nedîtibin jî asta heyî encamek ji vê danheviyê ye.

Li aliyê din 1’ê Îlonê îsal ji salên beriya wê cudatir tê pêşwazîkirin. Pêvajo derbasî zemîna siyaseta demokratîk bûye ku ev yek nîşan dide ku qonaxeke nû destpê kiriye. Lewma 1’ê Îlonê ji bîranîna rabirdûyê wêdetir dikare weke serdemeke ku nirxandina derfetên heyî bê dîtin. Ji ber ku pêvajo hîn temam nebûye. Derengketina sererastkirinên qanûnî, jinûve geşbûna nêzîkatiyên ewlekarîparêziyê yan jî lawazbûna piştgiriya civakî dikare pêşveçûna vê pêvajoyê lawaz bike.

Eger mirov ji aliyekî din ve lê binihêre; aştiyeke mayinde û bi rûmet pêvajoyeke ku pêwîstiya xwe bi berpirsyariyeke dualî heye. Demokratîkbûn jî di heman demê de tevlîbûna beşên cuda yên gel ferz dike. Pêvajoya ku bi banga Rêber Apo destpê kir, li şûna siyasta li ser bingeha tundiyê nîşan da ku dikare derbasî siyaseta demokratîk û entegrasyonê bibe. Pirsa ku îro derdikeve pêşiya me ew e ku ev derfet çawa dikare bê bikaranîn.

Li şûna ku mirov tenê weke rojeke bîranînê li 1’ê Îlonê binihêre, gelekî girîng e ku bike zemîneke ku gavên ji bo avairina civaka demokratîk û berpirsyarî bêne bîranîn. Ev yek ji bo pêşveçûna pêvajoyê girîng e.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji mînakên cîhanê hevdîtinên aştiyê û kêmaniyên wan: Nimûneya ÎRA-ETA – I
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xwendekarên zanîngehê ‘6’ê Sibatê’ bi bîr anîn: Em efû nakin!

Xwendekarên zanîngehê bi wesîleya duyemîn salvegera erdheja 6'ê Sibatê li Beyazîtê çalakî li dar xistin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Jin çûn serdana şîna Cîhan Bîlgîn

Jin çûn serdana şîna rojnamevan Cîhan Bîlgîn a hatî qetilkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Berpirsyariyeke civakî ye ku goristanên hatine xerakirin jinûve bêne avakirin’

Nevzat Ozgen diyar kir ku goristanên hatin xerakirin li gel dema di ser re derbas…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji mînakên cîhanê hevdîtinên aştiyê û kêmaniyên wan: Nimûneya ÎRA-ETA – I

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Rojava geşedanên ku wê statuya mayînde ji bo Kurdî bidin qezenckirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 31’Ê TEBAXA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gelê Amûdê: Em ê dev ji mafê xwe yê perwerdehiya bi Kurdî bernedin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?