Piştî hilbijartinên 20’ê Cotmeha 2024’an, tişta dihat payîn çênebû. Du hêzên ku piraniya dengan bi dest xistin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) di daxwazên xwe de israr dikin. Em ê di vê beşa dosyaya xwe de, krîzên hikûmetê, sedem û berdêlên wê lêkolîn bikin ku gelê Başûr ne biyaniyê van krîzan e.
JI KABÎNEYA DESTPÊKÊ HETA KABÎNEYA DAWÎ PÊVAJOYÊN KU BÊÇARESERÎ DERBAS BÛNE
Her krîzek bi bûyereke cuda destpê kir, lê belê hemû di heman sê nuqteyan de xitimîn: Dahatiyên herêmê wê di destê kê de kom bibin, hêzên çekdar û îstixbarat wê girêdayî kê bin û her du partiyên mezin wê wekhev bin yan wê li gorî hejmara kursiyan bên temsîlkirin. Sala 1994’an ev pirs veguherîn şer, 2015’an bû sedemê girtina parlamentoyê û piştî 2024’an jî bû sedemê xitimîneke bêdem.
Kabîneya Destpêkê: 46 roj piştî hilbijartinên 19’ê Gulana 1992’yan, 4’ê Tîrmeha 1992’yan hikûmet hate avakirin. Di vê pêvajoyê de hewldan hate kirin ku sûcdariyên hîle û lihevnekirinên têkildarî temsîla 50 bi 50 were derbaskirin.
Kabîneya Pêncemîn: Di hilbijartinên 30’ê Çileya 2005’an de ji ber tengasiyên di yekbûna du rêveberiyan û serokatiya herêmê de, piştî 462 rojan yanî 7’ê Gulana 2006’an hikûmeta nû hate avakirin.
Kabîneya Şesemîn: 95 roj piştî hilbijartinên 25’ê Tîrmeha 2009’an, piştî nîqaşên ku rayedartiya serokwezîriyê derbasî YNK’ê bibe, 28’ê Cotmeha 2009’an hikûmet hate avakirin.
Kabîneya Heştemîn: Di hilbijartinên 21’ê Îlona 2013’an de Tevgera Goran derket ser dikê û para YNK’ê ya di parlamentoyê de kêm bû. Ev tengasî piştî 270 rojan çareser bû. Kabîne 18’ê Hezîrana 2014’an hate avakirin.
Kabîneya Nehemîn: Piştî hilbijartinên 30’ê Îlona 2018’an temsîliyeta wekhev bi dawî bû û di qanûna wezaretê ya Herêma Kurdistanê de tengasî çêbûn. Lewma kabîne encex piştî 283 rojan, 10’ê Tîrmeha 2019’an hate avakirin.
Kabîneya Dehemîn: Piştî hilbijartinên 20’ê Cotmeha 2024’an, nîqaşên temsîliyeta wekhev û wê wezaretên hikûmetê di destê kê de be hatin meşandin. Di encama van nîqaşan de zêdeyî 2 sal in hîna kabîneya dehemîn a Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin.
KABÎNEYA DESTPÊKÊ: TEMSÎLIYETA 50 BI 50
Krîza hikûmetê ya ewilî ya li herêmê, hîna sindoq nehatîn girtin destpê kir. Partiyên biçûk her du partiyên mezin bi dengên mukerer (dubarebûyî) sûcdar kir, PDK û YNK’ê jî hevdû sûcdar kir. Hate ragihandin ku ji sedî 70’ê pirsgirêkan çavkaniya xwe ji mirekeba ku were jêbirin, digire. Di hejmartina ewilî de PDK’ê 51, YNK’ê jî 49 kursî bi dest xistin. Encam, piştî hevdîtinên 3 rojan ên di navbera lîderan de hate diyarkirin û PDK’ê kursiyek dewr kir. Tûra duyemîn a dengdana lîdertiyê jî hate taloqkirin û di dawiyê de nehat kirin. Herêm, ji ber vê yekê heta sala 2005’an divê bibe xwedî serokek hilbijartî.
Di sîstema ‘50 bi 50’ de her wezîrek ji partiya beramber xwedî alîkarek bû. Midûrê Asayîşa Giştî ji PDK’ê, Midûrê Polîsan a Giştî jî ji YNK’ê bû. Ji hêza yekbûyî ya pêşmergeyan a 35 hezarî, her 15 hezar ayîdê du partiyan bû. Rayeya rast ne di parlamentoya hatî hilbijartin de bû, di buroyên siyasî yên bi serkêşiya Barzanî û Talabanî de bû.
Hikûmet di demeke welê de hate avakirin ku pêkanînên Neteweyê Yekbûyî (NY) ên li ser Iraqê û ambargoya Bexdayê ya li Herêma Kurdistanê li pey hev pêk hatin. Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl (Xabûr) ê li sînorê Tirkiyeyê bû çavkaniya esas a hikûmetê û PDK’ê ev dahata ku ji sala 1994’an ve salane digihije 35 milyon dolarê, êdî radestî hikûmetê nekir. Tişta ku her du partiyan parve kirî ne dewletek bû, pastayeke dahatê ya ku biçûk dibe bû. Şerê navxweyî li ser şert û mercên vê parvekirinê qewimî.
ŞERÊ NAVXWEYÎ: 1994-1998
Şerê PDK-YNK 1’ê Gulana 1994’an li Qeladizê destpê kir. Di meha Gulanê de ji her du aliyan bi giştî 100 kes hatin kuştin. Di şerê Çileya 1995’an a li Hewlêrê de nêzî 500 kesan jiyana xwe ji dest dan û bajar kete bin kontrola YNK’ê. Di Tîrmeha 1995’an de PDK’ê ji sêyan yekê xak û nifûsê kontrol dikir, YNK’ê jî ji sêyan du kontrol dikir. Parlamento cara dawî Gulana 1995’an kom bû.
Şerê navxweyî yê PDK-YNK’ê, bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi dawî bû. Lê belê hikûmeta hevpar û maddeyên hilbijartinê pêk nehatin, pirsgirêka parvekirina dahatê nehat çareserkirin. Hejmara qurbaniyên şerê navxweyî li gorî çavkaniyan di navbera 2 hezar û 5 hezarê de dihat guhertin, di hin texmînan de tê diyarkirin ku ev hejmar 8 hezar e.
Ji bo rawestandina şer di vê pêvajoyê de gelek hewldan hatin kirin, lê belê encam nehat girtin. Hezîrana 1994’an agirbesta demkî hate îlankirin, lê belê şer dom kir. Tîrmeh-Tebaxa 1994’an li Fransayê peyman çêbû, lê belê nehat bicihanîn. Di 21’ê Mijdara 1994’an de bi lîdertiya Barzanî û Talabanî Peymana Tifaqê hate îmzekirin, lê belê Kanûna 1994’an şer car din destpê kir. Agirbesta Gulana 1995’an, di Tîrmeha 1995’an de hilweşiya. Hevdîtinên Dublin ên Tebax-Îlona 1995’an jî têkildarî çekdanîna li Hewlêrê û dahata gumrukê xitimî. Di dawiya 1995’an de, hewldanên navbeynkariyê yên Îranê jî bêencam man.
Hewldanên navbeynkariyê, têkildarî du mijarên esas ên heman kete tengasiyê: Aliyan têkildarî parvekirina dahata deriyê sînor û Hewlêr wê di bin kontrola kê de be, li hev nekirin. Parvekirina dahatê û kontrolkirina xak, bû şertê pêşîn ê avakirina hikûmetê.
DI 16 MEHAN DE YEKBÛNA DU PARTIYAN: 2005-2006
Ji hilbijartinên 30’ê Çileya 2005’an heta dema avabûna kabîneya yekbûyî ya 7’ê Gulana 2006’an, 16 meh derbas bûn. Parlamento 4 meh piştî hilbijartinan hate vekirin. YNK’ê têkildarî dema 4 salî ya serokatiya herêmê û rayeyên wê, teredut kir. Fermandariya hêzên yekbûyî ya pêşmergeyan wê di bin fermandariya kê de be û maliye wê di bin kontrola kê de be, aliyan têkildarî van xalan li hev nekir.
Çareserî bi pevguhertineke di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hate dîtin. Celal Talabanî 6’ê Nîsana 2005’an bû Serokkomarê Iraqê. Mesûd Barzanî 29’ê Gulana 2005’an bi lihevkirinê bû serokê herêmê û serfermandarê pêşmergeyan, Adnan Muftî yê YNK’î jî bû serokê parlamentoyê.
Bazar ne li parlamentoyê, di navbera partiyan de hate kirin. Wezaretên Karên Hundir, Maliye, Edalet û Pêşmerge herî kêm di tevahiya salekê de derbasî rêveberiya hevpar nebûn.
WEZARETÊ COT Û ARTÊŞÊN GIRÊDAYÎ PARTIYAN
Peymana yekbûnê wezaret kirin yek, lê belê hêzên wan nekir yek. Yekbûna wezaretan di Sibata 2009’an de temam bû. Lê belê beşekî mezin ê pêşmergeyên derdora 120 hezarê, di bin bunyeya yekîneya 70’emîn a YNK’ê û yekîneya 80’emîn a PDK’ê de, mayîna xwe ya di kontrola buroyên siyasî de domandin.
Asayîş û îstixbarat sala 2012’an di bin sîwana Konseya Ewlekariyê de ‘weke fermî’ hate yekkirin, lê belê bi fiîlî di bin kontrola partiyan de ma. Wezareta Karên Hundir û saziyên ewlekariyê di her danûstandinên kabîneyê de xalên sereke yên nakokiyê bûn, sedema vê yekê jî cudabûna hêzên pêşmerge bû.
TEVGERA GORAN Û 17’Ê SIBATA 2011’AN
Tevgera Goran di hilbijartina 2009’an de 25 kursî bi dest xistin, ev yek îtîraza cidî ya ewilî ya li dijî sîstema du partiyî bû. Tevgera Goran di Çileya 2011’an de xwest ku hikûmet îstîfa bike. 17’ê Sibata 2011’an li Silêmaniyê li dijî nelirêtî û rêveberiya du partiyî, nêzî 3 hezar kes meşiyan. Ji ber gulebarana ji avahiya PDK’ê, roja destpêkê 2 kes hatin qetilkirin û herî kêm 50 kes birîndar bûn.
Çalakiyên protestoyî zêdeyî 2 mehan dewam kir. 19’ê Nîsanê YNK’ê 7 hezar peşmerge, hêzên taybet û asayîş li Silêmaniyê bi cih kir. Di tevahiya protestoyan de herî kêm 10 kes hatin qetilkirin û zêdeyî 250 kes birîndar bûn.
DI KABÎNEYA 8’EMÎN DE BAZARIYA 270 ROJÎ
Di hilbijartinên 21’ê Îlona 2013’an de ti partiyê piraniya dengan bi dest nexist. PDK bi 38 kursiyan di rêza yekemîn de ma, Tevgera Goran bi 24 kursiyan bû duyemîn û YNK cara ewilî bi 18 kursiyan daket rêza sêyemîn. Sedema destpêkê ya derengmayînê hilweşîna navxweyî ya YNK’ê bû, piştî ku Talabanî di Kanûna 2012’an de felc derbas kir YNK bê lîder ma. Sedema duyem ew bû ku 59 parlamenterên PDK û YNK’ê, di 30’ê Hezîrana 2013’an de bi qanûna hejmar 19 dema wezîfeyê ya Mesûd Barzanî du salan dirêj kirin.
Piştî nîqaşên li ser rayeyan, Tevgera Goran bi wezaretên Pêşmerge û Maliyeyê serokatiya parlamentoyê wergirt û YNK jî cîgirê serokwezîrtiyê wergirt. Wezaretên Karên Hundir û Çavkaniyên Xwezayî û her wiha dahatên ewlekarî û petrolê di destê PDK’ê de man. Goran bi wezaretên ku bi dest xistî, ji qezenckirina rayeyê zêdetir tenê di aliyê dîtbarî de ma.
MEAŞÊ 2015’AN Û KRÎZA SIYASÎ
Li navçeyên Silêmaniyê protestoyên ku ji bo dayîna meaşan û bi daxwaza îstîfaya Barzanî destpê kirin, di Cotmeha 2015’an de veguherîn tundiyê. 9’ê Cotmehê di encama gulebarana ji buroya PDK’ê de 3 kes, 10’ê Cotmehê li Kelarê jî 2 kes hatin qetilkirin. PDK’ê Tevgera Goran ji protestoyan berpirsyar nîşan da. 12’ê Cotmehê nehat hiştin ku Serokê Parlamentoyê bikeve Hewlêrê, ji wezîrên Tevgera Goran hate xwestin ku îstîfa bikin. Parlamento heta 15’ê Îlona 2017’an qasî 704 rojan neciviya.
Krîza siyasî bi tengasiya malî ya herî giran a herêmê re di heman demê de qewimî. Di Sibata 2014’an de, Bexdayê budceya xwe ya ji sedî 17 rawestand ku salane nêzîkî 13 milyar dolar e. Fiyatên petrolê daket, maliyeta salane ya şerê li dijî DAÎŞ’ê 2 milyar dolar derbas kir. Di dawiya sala 2015’an de, meaşên nêzî 1,4 milyon xebatkarên civakî 3-5 mehan dereng man. Di destpêka sala 2016’an de hikûmetê di navbera ji sedî 10 û 75’ê meaşên di bin navê ‘teserûfê’ de qut kir ku piştre were dayîn. Lê belê ji bo lê zivirandinê bernameyek nehat diyarkirin. Kêmkirin piştî deh salan jî li ser maseya muzakereyan e.
REFERANDÛM Û 16’Ê COTMEHA 2017’AN
Di civîna partiyên ku di bin seroktiya Mesûd Barzanî de di 7’ê Hezîrana 2017’an de hat pêkanîn, biryara referandûma serxwebûnê hate girtin. Tevgera Goran û Komele beşdarî civînê nebûn. Wan got ku şert û mercên guncaw hîn ne amade ne. Parlamentoya ku du sal bû girtî bû, di 15’ê Îlona 2017’an de ji bo qanûnî kirina biryarê civî. Tevgera Goran û Komele di wê civînê de amade nebûn. Dewleta Tirk û Îranê jî li dijî referandûmê derketin.
Di 16’ê Cotmeha 2017’an de hêzên Iraqê û Heşdî Şebî wekî bersiva referandûmê, ketin Kerkûkê. Kerkûk, Xaneqîn, Mexmûr, Şengal û Bendava Mûsilê jî di nav wan herêman de bûn. Ev herêm, ku piştî sala 2003’yan ketibûn bin kontrola Kurdan, ji sedî 75’ê wan careke din ketin bin kontrola hêzên Iraqê. Hilberîna petrolê nîvî kêm bû. Di 1’ê Mijdara 2017’an de, Mesûd Barzanî dev ji serokatiya Herêma Kurdistanê berda. Di 18’ê Kanûna 2017’an de, li herêma Raperînê, xwepêşandanên li dijî derengxistina mûçeyan dest pê kirin. Di van xwepêşandanan de pênc kes hatin kuştin. Tevgera Goran û Komele jî di 20’ê Kanûnê de ji hikûmetê vekişiyan.
KABÎNEYA NEHEM Û KRÎZÊN WÊ: 283 ROJ
Hilbijartin di 30’ê Îlona 2018’an de pêk hatin. Lê encamên wan piştî sê hefteyan, di 20’ê Cotmeha 2018’an de hatin eşkerekirin. Partiya PDK’ê pêşî di Sibata 2019’an de bi Tevgera Goran re li hev kir. Paşê, di 4’ê Adara 2019’an de bi YNK’ê re jî li hev kir. Kabîneya di bin serokatiya Mesrûr Barzanî de, di 10’ê Tîrmeha 2019’an de hate avakirin. PDK’ê dixwest ku vê carê, li şûna parvekirina desthilatê, giraniya xwe ya di parlamentoyê de esas bigire. Ev mijar di pêvajoya avakirina kabîneya dehem de jî bû sedema nakokiyên sereke.
Di destpêka sala 2020’an de, Bexdayê şandina pereyên budçeyê rawestand. Di 21’ê Hezîrana 2020’an de, hikûmetê mûçeyan ji sedî 21 kêm kir. Di 2’yê Kanûna 2020’an de, li Silêmaniyê xwepêşandanên li dijî derengxistina mûçeyan dest pê kirin û paşê belavî herêmên din bûn. Di van xwepêşandanan de herî kêm heft kes hatin kuştin. Zarokekî 13 salî jî di nav wan de bû.
Di Cotmeha 2022’yan de, her du partî careke din li Bexdayê hatin beramberî hev. Ebdulletîf Reşîd, ku ji aliyê PDK’ê ve dihat piştgirîkirin, bû serokkomarê Iraqê. Piştî ku albayekî YNK’ê hate kuştin, Qubat Talebanî dest bi boykotkirina civînên Encûmena Wezîran kir. Ev boykot heft meh dom kir. Piştî bangewaziya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, di 14’ê Gulanê 2023’yan de boykot bi dawî bû.
Nakokiyên di navbera her du partiyên mezin de rê li ber biryarên Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê vekirin. Ev biryar desthilatên Herêma Kurdistanê tengtir kirin. Di Sibata 2022’yan de, dadgehê îxracata petrolê ya Herêma Kurdistanê li dijî destûra bingehîn a Iraqê ragihand. Di 30’ê Gulana 2023’yan de, dadgehê biryara dirêjkirina heyama parlamentoyê betal kir. Di 21’ê Sibata 2024’an de jî, biryar da ku dahatên petrolê û dahatên din ji bo Bexdayê werin şandin û mûçeyan jî Bexda bide.
Dewleta Tirk di 25’ê Adara 2023’yan de îxracata petrolê rawestandibû. Piştî 917 rojan, îxracat careke din dest pê kir. Lê vê carê, ew di bin kontrola Bexdayê de bû. Bi vî awayî, Herêma Kurdistanê kontrola xwe ya li ser dahatên petrolê jî winda kir.
SEDÊMÊN HEVPAR ÊN KRÎZÊN AVAKIRINA HIKÛMETÊ
Qanûna Partiyan a sala 1993’yan ku hebûna rêxistinên leşkerî ji bo partiyan qedexe dikir, bi destpêkirina şerê navbera PDK’ê û YNK’ê re nehat sepandin. Di Îlona 2026’an de merasîmek ji bo yekkirina hêzên Peşmerge hate lidarxistin. Lê ev merasîm nikarîbû girêdana wan a bi partiyan re bi dawî bike. Hêzên Peşmerge, Asayîş û saziyên îstîxbaratê hîn jî girêdayî partiyan in. Ji ber vê yekê, danûstandinên avakirina kabîneyê jî wekî bazareke hevsengiya leşkerî dewam kir. Her partî dixwaze hêza xwe ya leşkerî û ewlehiyê biparêze. Ev yek jî dibe sedem ku avakirina hikûmetê zehmetir be. Her hêzê ku dahatên Herêma Kurdistanê kontrol dikir, di kabîneyê de jî dibû xwedî hêzeke mezin. Her ku dahat kêm dibû, krîz pêşî bandorê li mûçeyan dikir û piştre jî derbasî kolanan bû. Ev rewş di salên 1994, 2015 û 2020’an de jî hat dîtin.
Pêşnûmeya destûrî ku di sala 2009’an de hate pejirandin, ew tu carî ji bo dengdana gel nehat pêşkêşkirin. Li şûna bingehên destûrî, bazarên siyasî derketin pêş. Awayê hilbijartina serokê herêmê, desthilat û dema wezîfeya wî ji sala 2005’an ve çar caran guherî. Rêzikên avakirina kabîneyê ne bi destûrê, bi metnên ku di navbera her du partiyan de hatibûn îmzekirin ve hatibûn diyarkirin; lewma dema ku ev metin qels bûn, tu rêzikên ku dikarin biçin şûna wan û xwedî hêza girêdanê bin neman. Hema bêje her krîz bi destwerdanên derve, yanî destwerdanên Bexda, Tehran, Enqere an jî Washingtonê ve rawestiyan an jî kûr bûn. Ji sala 1992’yan ve di heyetên ku muzakereyên kabîneyê bi rê ve dibirin de tu jinên muzakerevanên ku navê wan derbas bibe tunebûn, lê belê di nav kesên ku herî zêde bedela krîzan dan de jinên xebatkarên giştî û mamoste hebûn.
Çerxa krîzan bi kombûna van sedeman berfirehtir bûn. Avakirina kabîneya dehemîn jî ji ber tunebûna rêzikekê ku encamên hilbijartinê tê de xwedî hêza girêdanê bin, saziyên ewlehiyê yên serbixwe ji partiyan û destûreke nivîskî, careke din ma bi serê bazara her du serokatiyan.
PÊVAJOYA 20’Ê COTMEHÊ
Hilbijartin piştî ku heyama parlamento ya du sal qediya bû, hate lidarxistin. Encamên hilbijartinê di 30’ê Cotmeha 2024’an de hatin eşkerekirin. Di vê hilbijartinê de 136 lîste û hezar û 191 namzet beşdar bûn. Ji wan 368 jin bûn. Di dema kampanyayê de, ku ji 25’ê Îlonê heta 15’ê Cotmeha 2024’an dom kir, gelek mijarên girîng derketin pêş. Di nav wan de mûçe, girtina xeta boriyê ya petrolê, qutbûna elektrîkê û gendelî hebûn.
PDK’ê 39 kursî, YNK’ê 23 kursî, Tevgera Nifşa Nû 15 kursî, Yekgirtû 7 kursî, Tevgera Helwêst 4 kursî, Komele 3 kursî, Eniya Gel 2 kursî û Goran kursiyek wergirt. Ji bo hindikahiyan 5 kursî hatin veqetandin. Ji wan 3 kursî ji bo Xirîstiyanan û 2 kursî ji bo Tirkmenan bûn. Tu partî negihîşt piraniya 51 kursiyan. PDK’ê 35 kursî ji Hewlêr û Duhokê bidest xistin. YNK’ê jî 16 kursî ji Silêmanî û Helebceyê wergirtin. Tevgera Nifşa Nû ku hêza sêyem a parlamentoyê bû, red kir ku beşdarî hikûmetê bibe. Ji ber vê yekê, PDK’ê û YNK’ê careke din mecbûr man ku bi hev re li hev bikin.
Parlamentoyê di 2’yê Kanûna 2024’an de civînek lidarxist. Lê heta niha jî nikarîbû serokê dîwanê hilbijêre. Tu qanûnek nû jî nehat derxistin. Ji ber ku serokê Herêma Kurdistanê nehatiye hilbijartin, Neçîrvan Barzanî hîn jî erkê xwe didomîne.
PDK’ê û YNK ji bo avakirina hikûmetê bi dehan car hatin ba hev. Lê belê aliyan li ser parvekirina li gorî hejmara kursiyan yan jî ‘hevpariya rast’, têkildarî mijara ku Mesrûr Barzanî bibe serokwezîr yan jî kesekî ji derveyî PDK’ê bibe, li hev nekirin. Di Gulana 2025’an de Mesûd Barzanî got, “50 bi 50 tune ye.” Di 1’ê Hezîrana 2026’an de Lîderê YNK’ê Bafil Talabanî jî behsa hejmara giştî ya kursiyên YNK û Nifşê Nû kir û got, “Em 39 bi 39 in, lewma em nîvê hikûmetê dixwazin.”
Pirsgirêka esas di bin kontrola saziyên ewlekariyê de qewimî. PDK’ê ragihand ku ‘ew Wezareta Karên Hundir nade YNK’ê û li ser vê yekê bazariyê nake’. YNK jî li Konseya Ewlekariyê ya ku Wezareta Karên Hundir yan jî saziyên îstîxbaratê yên Parastin û Zanyarî kontrol dike, rayeyê dixwaze. Xebatkarên civakê û gel berdêla krîzê dide.
Ji vir û şûnde, zêdeyî 700 roj li ser hilbijartina 20’ê Cotmeha 2024’an derbas bûn, lê belê hîna kabîneya dehemîn nehatiye avakirin. 39 meh li ser bidawîbûna dema wezîfeyê ya kabîneya nehemîn a ku 2019’an dest bi wezîfeyê kiribû, derbas bûn. Tevî vê yekê jî rêveberirina Herêma Kurdistanê didomîne. Dozên 26’ê Cotmehê yên li Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, têkildarî statuya hiqûqî ya kabîneya nehemîn û fesixkirina parlamentoyê, qonaxa din a pêvajoyê ava dike.
Di dosyaya xwe ya piştre de, em ê krîz û daxwazên ku li Herêma Kurdistanê avakirina hikûmetê asteng dikin û bandorên vê yên li ser gel, binirxînin.

