Nivîsa David Wengrow bi vî rengî ye:
“Ji ber ku we ji min xwest ez li ser vê kêliya girîng a dîroka cîhanê bifikirim, ez spasiya we dikim. Di 7’ê Adara 2014’an de antropolog David Graeber, pêşgotina ku ji bo pirtûka Abdullah Ocalan a bi navê ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk: Serdemê Xwedawendên bi Maske û Qralên Tazî’ nivîsîbû ji min re şand. Wê demê ez li Kurdistanê li qontarên Çiyayê Zagrosê, li derdora Helebçeyê ku nêzî sînorê Îran û Îraqê ye, bi lêkolînên arkeolojîk re mijûl bûm.
Ji bo xwendina ramanên Graeber ku digot ‘li vê herêma ku jinan tevkariyên mezin li dîroka mirovahiyê kiribûn, paşê rastî zext û talana împeratoriyan hatibû’ li cihek rast bûm. Lêkolînên min jî bal dikişand ser serdema Neolîtîk ku Ocalan di nivîsên xwe de li kokên şêwazên civakên alternatîf digeriya. Li rojavayê, li silsileya Darband-î Gawr (Rêya kafiran) a Qeradaxê de şopeke kevn a vê şaristaniyê heye. Li vir figurekî mezin ê qralekî ku li ser zinar hatî xêzkirin û mirovên li herêma çiyayî dijîn di bin lingên xwe de diperçiqîne heye. Ev berhem ji çar hezar salî bêtir kevn e. Ev ji bo ku mirov di bin zexta mirovên din de bijîn demeke pir dirêj e. Sîstemên zext û talanê yên ku beriya nêzîkî pênc hezar salan li Rojhilata Navîn derketin holê, bi awayên cuda heta roja me dewam kirin. Ji ber vê yekê ji bo gelek mirovan peyva ‘şaristanî’ bûye wateya zext û serdestiyê.
Lê belê her şêwazekî nû yê civaka mirovahiyê xwedî taybetmendiyek/xweseriyek cuda ye. Hin avahiyên civakî di mercên teknolojîk ên diyarkirî de derdikevin holê û dikarin di mercên cuda de dîsa derkevin holê. Ji bo nimûne, serdema ku em îro tê de dijîn, wekî serdema ‘feodalîzma îdarî’ an jî ‘tekno-feodalîzm’ tê binavkirin. Li gorî min, yek ji ramanên girîng ên Ocalan ew e ku ew diparêze ev rewş tenê ji bo sîstemên zextê derbasdar nîn e. Heman rewş dikare ji bo şêwazên cuda yên azadiya mirovan jî derbasdar bibe. Ev raman pir caran wekî utopîk an jî îdealîst tê dîtin. Ku akademîsyenekî zanîngehê yê wekî min fikrên bi vê rengî cidî bigire jî, dikare bibe sedema tinazên hevalên wî yên pîşeyî. Li gorî Ocalan, serdema Neolîtîk serdema ku Xwedawendên Dayik tê de ji dayik bûne ye. Zanîngeh jî ew cih in ku ew lê hatine kuştin.
Çima? Ji ber ku tu lêkolînerê cidî înkar nake ku serdema Neolîtîk a li Rojhilata Navîn çavkaniya van hemû nûjeniyên mîna çandinî, xwedîkirina ajalan, raçandin, metalurjî, çanda xwarinê û mîmarî ye ku bingeha jiyana bajar afirandin û bêyî tu zext û binesaziyeke madî li herêmên pir fireh belav bûn. Ev nûjenî paşê li qadên pir firehtir ku ji sînorên qralan, împeratorî û netew-dewletan ku paşê hatine ava kirin, belav bûn. Di ser de jî, ev tişt bêyî ku sîstemeke zextê ya hêzdar an jî binesaziyeke madî ya mezin ku vê peyda bike çêbû.
Çi cure ramana cîhaneke wisa afirand ku tê de peywendiyên civakî ji bilî bazar an jî berfirehbûna aborî jî xwedî wate bûn û civak li seranserê parzemînan belav dibûn? Çima me ev tişt bi tevahî jibîr kir?
Vê serdema girîng a li Rojhilata Navîn di heman demê de xwedî wateyeke trajedîk e jî. Ji ber ku ev herêm çawa ku bûye cihê ku şoreşên çandî yên girîng di dîroka mirovahiyê de lê pêk hatine, di heman demê de bû yek ji yekemîn cihên ku ev pêşketin cara yekem ketine xizmeta sîstemên zext û talanê. Ev rewş, ji bo gelên li herêmê bû wateya dagirkerî, îlhaq û talana ku bêtirî çar hezar salî dom kir. Herêm ji bo demeke dirêj bû ‘lîstokeke xwînî ya împeratoriyê’.
Îro jî li vê herêmê maskeyên ‘xwedawendên bi maske’ ketine. Qral êdî nikarin rastiyê biguherin û rûyê rastîn ê pergala cîhanê ya heyî bi zelalî tê dîtin. Ji ber vê yekê, li hember ramana bingehîn a Ocalan derketin zehmet dibe. Ocalan, tam jî li vê herêmê, dipirse ku pergala em tê de dijîn bi rastî tenê vebijêrka ku em xwedî ne ye an na. Ji ber ku we ez dawet kirim ku ez ramanên xwe parve bikim, ez careke din spasiya we dikim.”

