Pêşniyara budçeya sala 2027’an a Wezareta Perwerdeya Mîllî (MEB) ku 12’ê Mijdarê li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclîsê hate qebûlkirin, beriya dengdana li Civata Giştî ya meha Kanûnê bi dewamî tê nîqaşkirin.
Budçeya destpêkê ya sala 2026’an a MEB’ê 1 trilyon 943 milyar 966 milyon TL hatibû diyarkirin. Di pêşniyara ji bo sala 2027’an hate pêşkêşkirin de ji sedî 26,5 hate zêdekirin û bû 2 trilyon 458 milyar 762 milyon TL. Lê belê li gel vê zêdekirinê jî para budçeya MEB’ê li nava budçeya rêveberiya navendî û hatineya mîllî de kêm bû. Para budçeya MEB’ê di nava budçeya rêveberiya navendî de sala 2016’an ji sedî 13,38 bû, sala 2026’an daket ji sedî 10,24, di pêşniyara sala 2027’an de jî daketiye ji sedî 9,02.
Ji sedî 82,1 ê budçeya ji bo sala 2027’an hatiye pêşniyarkirin ji lêçûnên personel û Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) re hate veqetandin. Ji ber ku mûçeyên mamosteyan di binê sînorê xizaniyê de ye, her wiha valahiya personelên ewlekarî û paqijiyê yên kadro yên li dibistanan hewl tê dayin bi bernameyên demkî bê çareserkirin, pirsgirêkên li qada perwerdeya cemaweriyê careke din xist rojevê.
Dema ku budçeya ji bo Desteya Hîndekariya Bilind, Navenda Pîvandin, Hilbijartin û Bicihkirinê û Zanîngehan bê zêdekirin, hingî budçeya sala 2027’an a ji bo perwerdeyê tê pêşniyarkirin bi giştî dibe 3 trilyon 755 milyar 688 milyon TL.
Hevberdevkê Komîsyonan Polîtîkayên Perwerdeyê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sami Evren pêşnûmeya li komîsyonê hate qebûlkirin ji ajansa me re nirxand û got, têrê nake ku budçe tenê li ser hejmarên aboriyê bê xwendin. Evren diyar kir ku valahiya 3,9 trilyono TL a nava budçeya ji zêdeyî 28 trilyon TL’yî wê ji gel bê wergirtin.
Sami Evren bi bîr xist ku ji sedî 13 para ku di budçeyê de ji bo MEB’ê hatiye veqetandin, bi gigranî li lêçûnên personelan ên neçarî diçe, pêşkêşî razemeniyan nayê kirin û got, “Ev yek bi esasî nîşan dide ku tercîha desthilatdariya siyasî ne ji bo perwerdeya cemaweriyê ye, ne ji bo gel e, lê belê li gorî derdorên xwe yên fînansê amade kiriye.”
Evren diyar kir ku siberoja 17 milyon xwendekar û 75 hezar dibistanan ku yek ji çar parên nifûsa Tirkiyeyê ye, wê bi vê budçeyê bê diyarkirin û destnîşan kir ku ji dibistanên li welêt nêzî 15 hezar dibistanên taybet e, ev yek jî xisarê li asta cemaweriyê ya perwerdeyê dike. Sami Evren got, dibistanên dibistanê veguherîne saziyên ku zarokên ji malbatên xizan diçin û di perwerdeyê de hiyerarşiyeke nû ya çînî hatiye afirandin, mamosteyên li dibitanên taybet jî weke hêza erzan a kar têne xebitandin.
Evren destnîşan kir ku zêdekirina perwerdeya taybet tê wateya dervehiştina cemaweriyê ji vê qadê û got, “Dema ku perwerdeya cemaweriyê derve bê hiştin hûn ê nikaribin xwendekarên astengdar bibînin, hûn ê nikaribin xwendekarên xizan bibînin. Hûn ê nikaribin nîqaşên li ser naveroka perwerdeyê bibînin.”
Samî Evren qala Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî kir û bi bîr xist ku siyasetmedar êdî qala “Ji şer re budçeyeke kêmtir wê bê veqetandin” dikin û got, ji bo aştiyeke rasteqîn divê ev çavkanî ji entegrasyona demokratîk û perwerdeyê re bê veqetandin.
Evren destnîşan kir ku li gel misogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê di destûra bingehîn de her wiha di budçeyê de jî şert e ku parek ji vê re bê veqetandin. Samî Evren got, “Heta ku meseleya perwerdeya bi zimanê dayikê neyê çareserkirin nepêkan e ku li Tirkiyeyê meseleya aştiyê, pêvajoya çareseriyê zelal bibe. Ji ber ku heta cihêkarî dewam bike hûn ê nikaribin li vî welatî mirovan mehkûmî jiyana bi hev re bikin.”
Evren got, “Meseleya perwerdeya bi zimanê dayikê ji aliyê jiyanî ve sernavê jêrîn ê herî girîng ê bernameya me ya têkoşînê ye” û biryardariya xwe ya li ser vê mijarê careke din anî ziman.

