Li Elmanyayê qedexeya li ser PKK’ê ku 26’ê Mijdara 1993’an kete meriyetê di nava ewqas salan de ne tenê weke qedexeya li ser rêxistinekê ma. Veguherî polîtîkayekê ku bandoreke yekser li derfetên rêxistinbûn, sazî, jiyana çandî, civakî û siyasî ya Kurdên li Elmanyayê bike.
Endama Yekîtiya Jinên Kurdistan-Elmanya (YJK-E) Ayten Kaplan ku salên dûr û dirêj li nava tevgera jinên Kurd a li Elmanyayê cih girt, wê demê endameke rêveberiya Yekîtiya Komalên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) bû. Aten Kaplan siyaseta Kurd a li Elmanyayê û bandora qedexeyê ya li ser civakê nirxand û anî ziman ku qedexeya li ser PKK’ê nabe ku ji polîtîkaya Kurd a li Tirkiyeyê cuda bê nirxandin. Ayten Kaplan qedexe weke derbasbûna polîtîkayên li Tirkiyeyê li dijî Kurdan ber bi Elmanyayê ve pênase kir û got, di vê demê de nasname, ziman, çand û saziyên Kurdan, îradeya rêxistinbûnê ya Kurdan hate hedefgirtin.
Ayten Kaplan anî ziman ku qedexeya 33 salan divê ne tenê biryara qedexeyê bi xwe, her wiha encamên wê yên psîkolojîk, civakî, siyasî yên li ser jiyana Kurdan a li Elmanyayê divê bê nirxandin.
Ayten Kaplan diyar kir ku piştî qedexe kete meriyetê Federasyona Yekîtiyên Karkerên Kurdistanê (FEYKA-Kurdistan) û komeleyên Kurdan ên ser bi wê ve hedef hatin girtin û destnîşan kir ku ev êriş jî destwerdana yekser a li jiyana rêxistinbûyî ya civaka Kurd bû. Ayten Kaplan bi bîr xist ku Kurd li hemberî girtina saziyên wan di demeke kurt de ketin nava liv û tevgerê û mohrên ku polîsan li deriyê komeleyên wan xistin jê kirin, mirov ji nû ve ketin nava saziyên xwe û bi hefteyan çalakiyên şermezarkirinê lidar xistin. Endama YJK-E’yê anî ziman ku vê berxwedanê kir ku dewlet neçar bimîne ku ji hin kiryarên xwe paşve gavê biavêje û got, qedexeya li ser federasyonê dewam kir, lê qedexeya li ser komeleyan hate rakirin.
Bi dewamî bal kişand ser vê zextê li ser jiyana rojane ya nasnameya Kurd û astengiyên li pêşiya lêkirina navên Kurdî li zarokên Kurdan bi bîr xist. Ayten Kaplan got, bi rêya lîsteyên navan ên ji Tirkiyeyê hatibû şandin, navên Kurdî hatin astengkirin, malbatên ku dixwestin navê bi dilê xwe li zarokên xwe bikin, neçar man ku têkoşîna hiqûqî bimeşînin.
‘BI YEK-KOMÊ TÊKOŞÎNA RÊXISTINÎ HATE DEWAMKIRIN’
Ayten Kaplan anî ziman ku li gel zext û qedexeya li ser saziyên Kurdan jî têkoşîna rêxistinbûyî dewam kir û piştî qedexekirina federasyonê di bin sîwana YEK-KOM’ê de pêvajoyeke nû ya rêxistinbûnê destpê kir. Ayten Kaplan diyar kir ku di dema YEK-KOM’ê de protesto, konferans, çalakiyên çandî û karên hevpar bi beşên cuda yên civakî re hate meşandin û got, Kurd ji bo xwe yekser vebêjin gelekî hewl dan.
Ayten Kaplan diyar kir ku karê di navbera salên 1996-1999’an de hate meşandin girîng bûn, ji bo pêşhukmên têkildarî Kurdan bi cih bûbû bihata şikandin li qadên cuda kampanya hatin lidarxistin. Ayten Kaplan anî ziman ku Kurdan xwestin ku nîşan bidin, ew civakeke têkildarî tundiyê, şer an jî girtina rê nîne û destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de bi derdorên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û derdorên cuda yên civakê re têkiliyeke yekser danîn.
QEDEXEYA 33 SALAN, KRÎMÎNALÎZASYON Û ZEXT
Endama YJK-E’yê Ayten Kapan ragihand ku di pêvajoya 33 salan de qedexeya li ser PKK’ê ji her alî ve bandor li jiyana Kurdên li Elmanyayê kir û qedexeyê ne tenê karên saziyan sînordar kir, her wiha veguherî mekanîzmayeke destwerdana li jiyana rojane ya mirovan. Ayten Kaplan diyar kir ku ji ber endametiya li komeleyan, beşdariya li çalakiyan û karên siyasî cezayê pereyan li mirovan hate birîn, ketin ber lêpirsînê û li pêkanînên cuda rast hatin. Kaplan diyar kir ku van polîtîkayan bandor li hezaran kesî kir, gelek kes hatin girtin û li gelek kesan cezayê pereyan hate birîn.
Ayten Kaplan diyar kir ku li 16 eyaletên Elmanyayê qedexe bi şêweyên cuda hate şîrovekirin û bicihanîn û vê yekê rewşeke nediyar û neewle danî ser jiyana civaka Kurd.
‘HATE XWESTIN KU TEMSÎLIYETA KURD A LI GORÎ DEWLETÊ BÊ AFIRANDIN’
Ayten Kaplan anî ziman ku hate xwestin ku pêşî li rêxistinbûna civaka Kurd a li Elmanyayê ya bi sazî û îradeya xwe ya siyasî bê girtin û bi bîr xist ku dewletê di demên cuda de kes û saziyên Kurd ên alternatîf da pêş. Ayten Kaplan diyar kir ku ev nêzîkatî berê jî hebû, niha jî bi nav û rêbazên cuda dewam dike û got, dewlet dixsaze temsîliyete Kurd a li gorî polîtîkayên xwe ava bike.
‘DIVÊ WELATÊN EWROPAYÊ POLÎTÎKAYÊN XWE JINÛVE BINIRXÎNIN’
Di dewama axaftina xwe de Ayten Kaplan ragihand ku qedexeya li ser PKK’ê divê ne weke polîtîkayeke bi tenê ya Elmanyayê bê dîtin û destnîşan kir ku welatên Ewropayê jî divê polîtîkayên xwe yên têkildarî tevgera Kurdan li gorî pêşketinên navneteweyî binirxîne û rola welatên Ewropayê ya di girtina Rêber Apo de bi bîr xist.
Ayten Kaplan anî ziman ku li gel Elmanyayê li welatên Îngilistan, Fransa û Swîsreyê jî qedexe û astengiyên li pêşiya tevgera Kurd dewam dikin û got, dewletên Ewropayê divê ne tenê li rewş û bûyerên li Tirkiyeyê temaşe bikin, di heman demê de divê polîtîkayên li welatê xwe jî di ber çavan re derbas bikin.
Di vê çarçoveyê de işaret bi pêwîstiya guhertina nêzîkatiya Ewropayê kir û got, piştî biryarên fesixkirina PKK’ê û bidawîbûna têkoşîna çekdarî nabe ku polîtîkayên ewlekarî û krîmînalîzasyonê yên berê bi heman rengî dewam bikin.
‘GAVA DESTPÊKÊ DIVÊ BIDAWÎBÛNA KRÎMÎNALÎZASYONÊ BE’
Ayten Kaplan diyar kir ku tevkariya Elmanyayê ya li pêvajoya nû divê bi bidawîkirina zextên li ser Kurdên li welatê xwe destpê bike û destnîşan kir ku qedexeya 33 sal in dewam dike û polîtîkayên krîmînalîzasyonê divê êdî di ber çavan re bê derbaskirin.
Ayten Kaplan anî ziman ku hebûna Kurdan a li Elmanyayê divê êdî weke koçberiyeke demkî neyê dîtin û bi bîr xist niha nifşê sêyemîn, çaremîn û pêncemîn ê Kurdan li Elmanyayê ne. Ayten Kaplan got, ev nifş divê hebûn û rewşa xwe ya civakî ya li Elmanyayê veguherînin daxwazên siyasî.
Her wiha ji bo bidawîkirina qedexeyê û rakirina polîtîkayên krîmînalîzasyonê yên li ser Kurdan Ayten Kaplan bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê û destnîşan kir ku divê civaka Kurd xwedî li saziyên xwe derkeve, piştevaniya navbera saziyan xurt bike û bi hev re tevbigere.
Ayten Kaplan diyar kir ku tenê bi têkoşîna hevpar Kurd dikarin hebûn, nasname û îradeya xwe ya siyasî ya li Elmanyayê bi rengekî azad dînin holê.

