Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AYM’ê hukmê ku di biryara Îmamoglû de binpêkirin tune ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li Taksîmê banga mezinkirina têkoşîna li dijî tundiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Wanê meşiyan: ‘Em hêz û vîna cewherî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de astengiya rejîma girtîgehê
Rojane

Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de astengiya rejîma girtîgehê

Gelo dewlet bi girtina deriyên girtîgehan dixwaze ku siyaseta derve hem ji aliyê hestî ve hem jî ji aliyê rêxistinî ve tim ji rojeva ‘’bendewariya tehliyekirinê’’ re mehkûm bike û bi vi awayî enerjiya siyasetê ya damezrîner û veguherîner bi dawî bike?

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Li Tirkiyeyê ji bo fêmkirina krîzên siyasî û rewşa rastîn a lêgerînên çareseriyê bi tena serê xwe têrê nake ku mirov li lêvebûnên li Meclîsê tên kirin yan jî li gotinên  di civînên dîplomatîk de tên kirin, binêre. Yek ji nîşaneya herî şênber a vê pêvajoyê, di sepanên li ser girtiyên siyasî de xwe nîşan dide.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 22’yê Cotmeha 2024’an de li gel banga Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî dest pê kir li gel banga Rêber Apo ya 27’ê Sibata 2025’an derbasî qonaxeke din bû; li gel xwefesixkirina PKK’ê, pêngavên çekberdanê û weşandina qanûna çarçoveyê derbasî qonaxeke nû bû. Lê belê tevî pêngavên ku di pêvajoyê de hatine avêtin jî di mijara sererastkirinên şênber de xwesistkirina dewleta Tirk, bi xwe re nakokiyên girîng tîne. Yek ji qada ku ev nakokî xwe bi awayê herî eşkere tê dîtin jî rewşa girtiyên siyasî ye. Sepanên înfazê yên li ser girtiyan, cezayên tecrîd û dîsîplînê di asteke mezin de berdewam dikin; li hin qadan jî zext zêdetir giran dibin.

Eşkerekirina vê tabloyê ya li ser ‘’berxwedana burokratîk’’ yan jî ‘’refleksên dewletê’’ tê wateya fêmnekirina cewhera meseleyê. Ji ber ku li Tirkiyeyê polîtîkayên girtîgehê, ti caran nebû qadeke teknîkî ya bes ji aliyê saziyên daraz û înfazê ve tê birêvebirin. Berovajî van polîtîkayan, têkiliya hêzê ya dewletê li gel Tevgera Kurd ava kiriye, bû yek ji qada sepandina bi awayekî rasterast a kapasîteya bazirganiyê û stratejiya dîsîplînekirina muxalefeta civakî.

Li gel dewamkirina pêvajoyê neguherîna şert û mercên girtîgehê û berdewamkirina sepanên li ser girtiyên siyasî ne xemsarî yan jî derengmayînek in. Tam jî awayê parastina asîmetriya siyaseta li qadê ye.

ÎNFAZA WESAYETA ÎDARÎ

Ji destpêka pêvajoyê ve ye yek ji daxwazên sereke ya Tevgera Kurd û raya giştî ya demokratîk, dabînkirina temînatên hiqûqî û jiholêrakirina newekheviyan di hiqûqa înfazê de ne. Lê belê rastiya li qadê, li gel bendewariya reforma qanûnî di sepandina qanûnên heyî de jî rejîmeke kêfî ya îdarî ya hatiye rawestandin xwe nîşan dide.

Roja îroyîn li girtîgehan tehliyeya bi sedan girtiyên siyasî yên pêvajoya înfaza qanûnî temam kirine, li şûna biryarên dadgehan li gel nirxandinên Desteyên Rêveberî û Çavdêriyê (ÎGK) ya ji midûrên girtîgehan, dozger, derûnnas û personelên rêveberiyê pêk tê, tê taloqkirin.

Li vir xala ku em bala xwe bidinê, kiryara van desteyan e. Deste, bêyî ku berpirsiyariyên xwe yên siyasî bistînin weke hêmanên afirandina encama siyasî dixebitin. Desthilatdariya siyasî û saziyên dewletê li derve zimanê sist û tevgir ê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hewce dike bi kar tînin, li girtîgehan tehliye bi hincetên xuman ên weke ‘’nebûna rewşa baş’’, ‘’nenîşandana poşmaniyê’’ û ‘’ewlehiya saziyê’’ sê mehan yan jî şeş mehan tên taloqkirin. Ev sepan, dibin sedem ku zexta derûnî ya li ser girtiyan dewam bike û li derve jî qada tevgerînê ya tevgera siyasî teng dike.

Bi vî awayî tê xwestin ku rejîma înfazê, ji prensîba pêşbînbar a hiqûqê bê dûrxistin û veguhere ‘’mekanîzmayeke bazirganî û terbiyeyê’’ ya li gorî konjonktura siyasî vedibe û tê girtin. Desthilatdarî dibêje ku ‘’Em pêvajoyê bi rê ve dibin, tehliye daxwaza daraz û desteyan e’’ berpirsiyariyê diavêje ser milên burokrasiyê û ev yek jî nîşaneyên parvekirina karî ya bi zanebûnî ye.

PERÇEKIRINA BÎRA KOLEKTÎF A BI RÊYA GIRTÎGEHÊN TÎPÊN S Û Y

Girtîgeh di dîroka siyasî ya Tevgera Azadiya Kurd de ti caran bes nebûne mekanên ku werin girtin. Ji 12’ê Îlonê heya salên 1990’î, ji grevên birçîbûnê heya tekstên parastinê bûn qadên berxwedanê yên hişmendiya kolektîf, bîra kolektîf û cihê lê kirarbûna polîtîk. Divê modela girtîgehên girtî yên ewlehiya bilind ên S û Y yên ku dewletê di salên dawîn de bi lez zêde kirine jî li hemberî vê bîra dîrokî weke bersiveke mekanî were dîtin.

Ev modela girtîgehên nû yên ji hucreyên yekkesî yan jî çend kesan pêk tê, heya qadên hewadarkirinê jî bi têlên direhî asîman hatiye sînordarkirin, derfetên qada hevpar û têkiliya civakî gelekî ji holê hatine rakirin, bes têkiliya girtiyan a li gel derve qut nake di heman demê de xwediyê avaniyeke wisa ye ku armanc dike ji hevrêyên wan û ji îradeya wan a kolektîf dûr bixe. Di serdemeke ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê nîqaşkirin de nevekişîna van modelên girtîgehan û berovajî wê li gel sewqkirinên nû berfirehtirkirina wan nakokiyeke balkêş radixe ber çavan. Dema ku li derve qala avakirina pêvajoyê tê kirin, li hundir mafê jiyana kolektîf ê herî sereke yê girtiyan weke gefeke ewlehiyê tê dîtin.

Ne tesaduf e ku nebûna têkiliya mutleq a li Îmraliyê bi salan e li ser Rêber Apo hatiye sîstematîkkirin û sepanên tecrîdê bi awayên cuda li hemû girtîgehan veguheriye pratîkeke rêveberiyê. Astengiyên kêfî yên ji weşanên bi Kurdî re, nameyên ku weke ‘’bi fikare’’ tên dîtin û yên tên îmhakirin yan jî bi mehan tên sekinandin, mafên hevdîtin û telefonê yên li gel cezayên dîsîplînê tên qutkirin, parçeyên stratejiyeke îzolasyonê ne ku armanc dikin têkiliya girtiyan a li gel veguherîna civakî ya li derve qut bikin.

GIRTIYÊN GELEKÎ NEXWEŞ  Û LAWAZKIRINA BIYOLOJÎK

Yek ji qada ku encamên herî giran ên neguherîna polîtîkayên li girtîgehan tê dîtin jî bêguman rewşa nexweşên gelekî nexweş in.  Di gel ku desthilatdarî, pêvajoya li derve li ser  ‘’salname, komîsyon, qonax û sererastkirinên qanûnî’’ dinirxîne lê belê dem ji bo girtiyên ku bi nexweşiyên weke penceşêrê, kêmbûna dil û nefesê û felcê re rû bi rû ne yan jî nikarin bi tena serê xwe jiyana bidomînin vediguhere meseleyeke jiyanî.

Raporên ku ji nirxandinên tibî yên Saziya Tiba Edlî (ATK) wêdetir bi refleksên ewlehiyê teşe digirin û redkirina daxwazên taloqkirina înfazê yên bi hinceta ‘’ji aliyê ewlehiya civakê ve bi talûke ne’’ li vir nîşan dide ku ne hiqûq, îradeyeke cezakirinê ya demdirêj heye. Ragirtina însanekî li ser cihan a di hucreyeke yekkesî de yan jî dayîna biryara tehliyekirinê ya çend rojan beriya mirinê, birînên mezin li ser wijdana civakê vedikin.

15 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DAN, 458 TEHLIYE HATIN TALOQKIRIN

Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan, komeleyên hiqûqî û saziyên xizmên girtiyan (ÎHD, OHD, TUHAD-FED), piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibata 2025’an, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, taloqkirina tehliyekirinê û rojevên têkildarî mirinan her ku diçe zêde dibin.

Mehmet Saît Yildirim: Mehmet Saît Yildirim ê tevî ku pêvajoya înfaza xwe ya bê navber a 30 salan temam kiriye jî nayê tehliyekirin, nexweşiyên wî yên weke dil, hîpertansiyon û KOAH’ê hene. ÎGK’ê di destpêkê de tehliyeya Mehmet Saît Yildirim cara duyemîn di 25’ê Mijdara 2025’an de û piştre jî bi hinceta ‘’îhtimala têkilîavakirina li gel rêxistinê’’ cara sêyemîn taloq kir. Îtiraza Mehmet Saît Yildirim di 3’yê Îlona 2026’an de ji aliyê Dadgeriya Înfazê ve hate redkirin û dema taloqkirina tehliyekirinê gihîşt 21 mehan.

Mehmet Edîp Taşar: Mehmet Edîp Taşar ê 70 salî  û gelekî nexweş bû, tevî ku rewşa wî ya tenduristiyê gelekî xirab bû û heya 40 kîloyan daketibû jî li girtîgehê hatibû rehîngirtin. Mehmet Edîp Taşar ê ku beriya wê serlêdanên tehliyebûnê kiribûn û hatibûn redkirin, di 24’ê Adara 2026’an de jiyana xwe ji dest da. ATK’ê beriya niha derbarê Mehmet Edîp Taşar de rapora ku ‘’dikare li girtîgehê bimîne’’ dabû.

Abdullah Tirpan: Înfaza Abdullah Tirpan a girtiyê nexweş û yê 31 salan, di 27’ê Tîrmeha 2026’an de dema ku ji tehliyeya wî re 14 roj mabûn ji bo salekê hatibû taloqkirin. Abdullah Tirpan ê 73 salî ku ji ber kangrena zêde lingê wî yê çepê hate birîn û di venêrîna awarte de hatibû entûbekirin, di 26’ê Cotmeha 2026’an de jiyana xwe ji dest dabû.

Li gorî raporên OHD, ÎHD û Baroya Amedê yên têkildarî serdemên 2025-2026’an, ji destpêka pêvajoyê heya Mijdara 2026’an li girtîgehan 15 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Di heman serdemê de bi merîfeta Desteyên Rêveberî û Çavdêriyê mafên berdana bi şert û tehliyekirinê yên 458 girtiyan hatin taloqkirin. Tehliyeya herî kêm 116 ji van girtiyan, di 10 mehên destpêkê yên sala 2026’an de hate taloqkirin.

QONAXA BAWERIYÊ, REWABÛNA SIYASÎ Û ŞIKESTIN

Bandora vê hişkbûna li pişt dîwarên girtîgehê ya li ser pêvajoyê, ji meseleya hesasiyeta mirovî derbas kiriye û vediguhere faktoreke avanî ya bi awayekî rasterast hevsengiyên siyasî û berdewamiya pêvajoyê diyar dike. Bîra dîrokî ya tecrûbeya 2009-2015’an li dû xwe hiştiye hê jî nû ye. Ji aliyê Tevgera Kurd ve çareseriya mayînde girêdayî avêtina pêngavan a bi beramberî û li ser bingeha temînatên hiqûqî ye. Di qonaxeke ku aliyê Kurdan biryarên dîrokî distînin û têkildarî çekdanîn û xurtkirina zemîna siyaseta demokratîk îradeyê nîşan dide de, nekirina sererastkirina şert û mercên li girtîgehan, kêmasiya pêngavên bawerdêr zêdetir diyar dike.

Azadiya girtiyên siyasî, zemîna rewabûna siyaseta demokratîk pêk tîne. Li girtîgehan rehîngirtina bi salan a siyasetmedar, serokên şaredariyan, rojnamevan û kadroyên têkoşîna azadiyê, li pêşiya qonaxên avakirinê yên pêvajoya li derve tê birêvebirin asteng e. Gelo dewlet, li gel girtina deriyên girtîgehan armanc dike ku siyaseta derve hem ji aliyê hestî ve hem jî ji aliyê rêxistinî ve tim ji rojeva ‘’bendewariya tehliyekirinê’’ û ‘’parastina mafî’’ re mehkûm bike û bi vî awayî enerjiya siyasetê ya damezrîner û veguherîner bi dawî bike?

Girtîgeh, di nava civaka Kurd de temsîla bîreke zindî ya tê li ber deriyê hemû malbatan dike. Baweriya însanên derve ya ji pêvajoyê re, bi awayekî rasterast li gel sererastkirina rewşa xizmên wan ên li girtîgehan tên rehîngirtin tê pîvandin. Di nava atmosfereke ku şewitandina înfazan, sirgûn û sepanên tecrîdê dewam dikin de civakîbûna gotina aştiyê zehmet dibe.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Projeyên nû yên talan û rantê nuqteya kor a ekolojîk a aştiyê ye’
Nûçeya Pişt re Ayten Kaplan: Divê Elmanya qedexeya li ser PKK’ê rake û di pêvajoya aştiyê de bi berpirsyariyê rabe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ew ruh bû ku hêvî mezin kir

Şehîd Reşît Zîron ruhê mezinkirina hêviyê û rabûna li ber zor û zehmetiyan bû. Navê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Mafê nefeqeyê meseleyeke polîtîk e, ne tenê aborî ye’

Parlamentera DEM Partiyê Halîde Turkoglû têkildarî nefeqeyê axivî û got, "Ev biryara Dadgeha Destûra Bingehîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn

Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kiryar bên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Urmiyê jinek hat kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Hate îdîakirin ku Koreya Bakur piştgiriya leşkerî ya ji bo Rusyayê sekinandiye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?