Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Desthilatdarî hewldanên diyalogê sabote dike
Rojane

Bakirhan: Desthilatdarî hewldanên diyalogê sabote dike

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku desthilatdariya AKP'ê bi êrîşên dagirkeriyê, qeyûm û zextê hewldanên ji bo danûstandin û diyalogê sabote dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Sibat 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan li civîna koma partiya xwe ya heftane ya li Meclîsê mijarên di rojevê de ne nirxand.

Bakirhan bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bal kişand ser astengî, zext û qedexeyên li ser Kurdî û got, “Her ziman bedew e, rengek e, hebûnek e. Em jî dibêjin zimanê me, Kurdî rûmeta me ye. Îro hem îradeya me hem jî zimanê me înkar dikin. Sîstema qeyûm dijminatî ye.”

Bakirhan bal kişand ser xizmetên şaredariyên DEM Partiyê yên ji bo zimanê dayikê û got, “Saziyên çand û ziman ên ku şaredariyên me ava kirine, têne girtin. Welê lê hatiye ku lêpirsîn li tabelayên bi zimanê cuda tê vekirin.”

Bakirhan bal kişand ser desteserkirina îradeya gel a li Wanê û got, “3 car in îradeya gelê Wanê desteser dikin. Desthilatdariya AKP’ê baş zane ku cihên winda kiriye nikare di hilbijartinê de bi dest bixe. Baş e ku êdî di xewna xwe de jî nikare Wanê bi dest bixe. Lewma bi lîstikan û bi darbeyan hewl dide vê îradeyê bi dest bixe.”

Bakirhan destnîşan kir ku desteserkirina şaredariyan darbe ye û qeyûm jî weke ‘karmendê mêtingeriyê’ pênase kir.

Bakirhan işaret bi dema desteserkirina şaredariya Wanê kir ku di 15’ê Sibatê de hate kirin û got, “Desthilatdariya AKP’ê sabotajê li hewldanên danûstandin û diyalogê dike. Ji Wanê heta bi Tişrînê û operasyonên heyî yên li hemberî HDK’ê, aqlekî welê heye ku dixwaze hêviya aştiyê ji holê rake. Civak di 15’ê Sibatê de li benda banga ji Birêz Ocalan bû; lê desthilatdariyê bi nêzîkatiya xwe ya ku di neçareseriyê de israr dike, peyam da civakê. Em li benda bangê bûn, lê wan bi qeyûm peyam dan.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan işaret bi hewldanên çareseriyê yên Rêber Apo kir û got, “Dibêje, werin em hesabên teng ên berê, şer û dijminatiyê êdî bidin aliyekî. Em jî piştgiriYê didin vê paradîgmaya Birêz Ocalan, li gel wê ne û heta dawiyê pê bawer in.”

NÎQAŞÊN LI SER ÇARESERIYÊ HINEKAN ACIZ DIKE

Bakirhan diyar kir ku nîqaşên li ser çareseriyê yên piştî 1’ê Cotmehê destpê kirin hinekan gelekî aciz dike û got, “Lê belê ez ê dilê wan îro bihêlim, agahiyeke min a nebaş ji bo wan heye. Çend roj berê PKK’ê daxuyaniyeke gelekî girîng kir. PKK got: Li ser bingeha azadiya Kurdan, ew ê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê helwestê nîşan bide. Diyar kirin ku armanceke wan a ji bo parçekirina welêt, hilweşandina dewletê nîne, fikarên bi vî rengî ne di cih de ne. Ev daxuyanî gelekî girîng bû. Aliyê Kurd, hema bibêje hemû pêkhateyên tevgera Kurd ragihandin ku ew piştgiriyê didin vê pêvajoya Birêz Ocalan û pê re ne.”

BERF DIÇE AX DIMÎNE

Bakirhan got, “Em bi biryar in ku aştiyê biparêzin, jiyana wekhev û azad a gelan pêk bînin, vî welatî ne bi tirsê lê bi hêviyê bi rê ve bibin. Em bi biryar in ku vê têkoşînê bimeşînin” û axaftina xwe bi zimanê Kurdî qedand: “Me bi Kurdî destpê kir, em bi Kurdî biqedînin. Berê gotinek hebû; digot berf diçe ax dimîne. Ew ê herin, em ax in em ê bimînin. Em mafdar in, em ê bi ser bikevin. Serketin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo Rojda Çîftçiyê cezayê hepsê
Nûçeya Pişt re Şandeya DEM Partî û DBP’ê serdana Rojnews’ê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cemîle Tûrhalli: Têkoşîna gelê Kurd di heman demê de têkoşîneke çand û ziman e

"Ziman cihêkarî nîne; înkarkirina ziman cihêkarî ye. Têkoşînan Kurdan a ji bo mafê xwe di…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Bila girtiyê bi nexweşiya giran M. Saît Yildirim tavilê bê berdan’

Rêxistinên hiqûqê û mafên mirovan bang kirin ku girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim ê 74…

Ji aliyê Stêrk TV

MSD û Rêveberiya Xweser êrîşa li Humsê şermezar kirin

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşa li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?