Îzzethan Aykut ê ku nêzî 30 sal in di girtîgehê de ye divê di 16’ê Îlonê de bihata berdan, lê ji hêla lijneyê ve bi hinceta ku “nebaşhalî” bi piraniya dengan biryar hat dayîn ku berdana wî bê paşxistin.
Endamekî lijneyê li dijî biryarê derket û destnîşan kir ku ji ber Aykut demek dirêje li girtîgehê tê ragirtin, ti cazayê wî yê dîsîplînê tineye û divê temen û pirsgirêkên wî yên tenduristiyê li ber çavan werin girtin. Di hinceta dengê dijber de hat diyarkirin ku ti feydeya paşxistina berdanê ji bo Aykut tineye.
Berdana Aykut ê ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê yên wekî kêmasiya dil, astim û vertîgoyê hene wê di 18’ê Kanûnê ji nû ve were nirxandin.

