Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Divê civak xwedî li hunermendan, hunermend jî xwedî li civakê derkeve’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma muzîkê ya BaBa Zula: Em bi aştiyê re ne, divê desthilatdarî gavê biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Ramazan Tan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Aştî bi tevlîbûna jinan mayinde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Berxwedana li ser rêya koçberiyê
Rojava

Berxwedana li ser rêya koçberiyê

Cîhan Mistefa ku ji ber êrîşên çeteyên dewleta Tirk neçar ma ji Şehbayê koçî herêmên ewle bike got, "Zilmeke mezin li gelê me hate kirin. Lê belê em ê xaka xwe biparêzin û gelê me wê bi ser bikeve."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) ya dewleta Tirk 29’ê Mijdarê êrîş bir ser Şehbayê. Meclîsa Kantona Efrîn-Şehbayê ji bo ewlehiya gel biryar da ku şêniyên li herêmê ji bo herêmên ewle bêne veguhestin. Cîhan Mistefa ku ji ber çeteyên dewleta Tirk neçar ma cara duyemîn koç bike, qala bûyerên bi serê wan de hatin, kir.

JI EFRÎNÊ BER BI NUBBUL ZEHRA

Cîhan Mistefa ya 60 salî ku ji gundê Karababa yê Efrînê ye, dema ku li gel pênc zarokên xwe bi rengekî aram jiyana xwe dewam dikir, ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ji neçarî dest bi rêwîtiya jiyaneke nû kir. Cîhan Mistefa bal kişand ser êrîşên 2018’an ên li ser Efrînê û got, “Gund hate valakirin, kes nema” û diyar kir ku ji ber wesayita wan tine bû ew li paş man. Cîhan Mistefa got, “Ev bûyer bû sedem ku malbata me belav bibe û em bikevin pêvajoyeke koçberiyê ya ji neçarî. Em destpêkê çûn Raco, piştre jî derbasî navenda bajarê Efrînê bûn û neçar man ji wir jî derbasî Nubbul û Zehra bibin. Di her gavê de ji ber êrîşan û rewşa nediyar em bi tirs û fikar bûn.”

ÇÛ GEL XELKÊ ŞEHBAYÊ

Cîhan Mistefa diyar kir ku li Nubbul û Zehra aramî nedîtin û got, “Em tî û birçî man, me gelek zor û zehmetî dît.” Cîhan Mistefa piştî demeke kurt hîn bû ku gel li Şehbayê bi cih bûye û biryar da ku li gel zarokên xwe derbasî Şehbayê bibe. Cîhan Mistefa got, “Rewşa gelê me baş bû, karê xwe dikir. Kêm jî me bi vê yekê re em rehet bûn.”

Cîhan Mistefa anî ziman ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê neçar ma biçe Helebê û got, “Ez ji Şehbayê çûm lê belê zarokên min li wir man. Piştî ku min li Helebê maleke biçûk dît, ji ber pirsgirêkên min ên tenduristiyê keça min hat gel min. Zarokên min ên din li Til Rifetê diman.” Cîhan Mistefa got, piştî demekê li gel keça xwe li Şehbayê bi cih bû.

RÊWÎSTIYA KU BI DAGIRKIRINA ŞEHBAYÊ DESTPÊ KIR

Cîhan Mistefa ragihand ku li Şehbayê timî di bin bombardûmanê de man û qala êrîşên dawî yên dagirkeriyê kir: “Topên hawanê dihate avêtin, zarok ditirsiyan. Em matmayî man, nizanîbûn bê çi bikin.” Di nava rewşa nediyar de meşiyan û hewl dan rêya xwe diyar bikin. Piştî ku hatin nuqteya kontrolê ya Ehdasê dîtin ku gel naçe Ehdasê lê diçe Fafînê. Bi kurê xwe re têkilî danî û jê xwest biçe pêşiya nexweşxaneyê. Cîhan Mistefa got, “Zehmet bû ku di rê de wesayitek bê peydakirin. Dawiya dawî taksiyek vala sekinî û ez li pêşiya nexweşxaneyê danî. Piştî ku gihîştim Fafînê di nava qelebalixiyê de min xwe winda kir. Li wê derê jî ez li gel qelebalixiyê meşiyam. Sê rojan neçar mam li derve, di nava sermayê de bimînim. Bi meşê hatim heta Reqayê. 3 roj in ji malbata xwe qut bûm, min xwe gihand wan. Di dawiya roja çaremîn de min zarokên xwe, malbata xwe dît. Kurê min ez ji ber deriyê stadyûmê wergirt.”

Cîhan Mistefa bal kişand ser zor û zehmetiyên ji ber koçberiyê û got, “Gelê me zilmeke mezin dît, êşa gelekî giran kişand. Li gel vê yekê jî gelê me wê bi ser bikeve. Xaka me ji zêr jî hêjatir e. Em ê xaka xwe biparêzin û gelê me wê bi ser bikeve.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN REQA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ferhad Şamî: Daxuyaniyên ne fermî xizmeta şerê taybet dikin
Nûçeya Pişt re Mazlûm Ebdî: Li Minbicê agirbest pêk hatiye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rabûn û ketina lîberalîzmê

Fikra sereke ya lîberalîzmê - binpêkirina mafên mirovan - di çarçoveyek dîrokî de ne wekî…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin

Li Stenbolê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîlayê PJAK’ê banga xwedîderketinê li pêngava azadiya Abdullah Ocalan kir

Gerîlayê PJAK’ê Ferhad Pawe rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelên azadîxwaz pîroz…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şandeya Jinan a ji Bakurê Kurdistanê serdana YPJ’ê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kongra Star: Yekîtiya me dê hewldanên fitneyê têk bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temirê êrişa li ser navenda meclîsê şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Êrîşî avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?