Pêncşem, 15 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Hûn jî dikarin gelek tiştan bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dr: Beppe Savary: Eger Tirkiye daxwaza aştiyê dike, divê Abdullah Ocalan azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Baglarê xizanî mezin dibe: Gelek malbat tenê dahnekî dikarin xwarinê bixwin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê 5 hezar euro ceza li Tirkiyeyê birî: Girtina Adalet Kaya binpêkirina mafan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Oduncu xwînê diavêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ: Êrîşa li dijî wêneyên şehîdan, êrîşa li dijî jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star nerazîbûn nîşanî provokasyonên li Hesekê da: Rêveberiya Şamê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerê li Rojhilata Navîn dibe ku 11,7 milyon jin û zarokan birçî bihêle

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Jin, Edalet û Bîrê di hefteya 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulsum Elvan: Aştî tenê bi edaletê, rûbirûbûnê û têkoşîna jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Besê Hozat: Azadiya Rêber Apo çareseriya meseleya Kurd e
Rojane

Besê Hozat: Azadiya Rêber Apo çareseriya meseleya Kurd e

Besê Hozat ji T24’ê re got: “Rêber Apo nasnameya gelê Kurd e. Azadiya Rêber Apo tê wateya naskirina nasnameya Kurd, çareseriya meseleya Kurd û azadiya Kurdan e. Ji ber ku Rêber Apo ne kesek, ew nasnameyek kolektîf û rastiyeke sazîbûyî ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di hevpeyvîna xwe ya ligel Tugçe Tatarî ji Kanala T24’ê de bi kurtî ev tişt diyar kirin:

“Ji ber ku me dizanibû em ê çi bikin, hem kelecanî bûn hem jî aram bûn. Şewitandina çekan çalakiyeke sembolîk bû; nîşana derbasbûna stratejiya siyasetek demokratîk û biryardariya vê gava nû bû. Her hevrêyek di wê merasîmê de, bi vê hişmendiyê tevdigeriya û wateya vê çalakiyê baş dizanibû. Me stratejiya xwe guherandibû û me biryardariya xwe bi wê çalakiya sembolîk nîşan da.

Helbet, têkoşîneke çekdarî ya bi dehan salan heye. Vê pêvajoyê şêwaz, zihniyet û nêrînek ava kiriye. Tevî ku em zêdetirî 20 sal in li ser guherîna vê paradîgmayê nîqaşan dikin û guherîneke mezin çêbûye jî, têkoşîna çekdarî berdewam kir. Ji ber ku dewletê ji bo çareseriya demokratîk tu îrade nîşan neda û êrîş berdewam kirin, şer hat ferzkirin. Vê yekê jî hest, derûnî û zoriyên xwe çêkirin. Lê dîsa jî ji aliyê hişmendiyê ve me baş dizanibû em çi dikin. Me di wê merasîmê de nîşan da ku heke dewlet gav bavêje, em amade ne û dixwazin siyaseta demokratîk bikin.

Erk û berpirsiyariya me ewlehiyê dide gel. Ez wekî Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê di nav rêveberiya vê çalakiyê de bûm, pêşengî û berdevkiya wê min kir. Bê guman, fikar û gumanên gel ên li hemberî dewletê û pêvajoyê hebûn. Beşdarbûn û berdevkiya me, bandoreke erênî li ser fikrên gel kir.

‘DI NAVBERA ME Û DEWLETÊ DE MEKANÎZMAYEK HEYE’

Şaşî û kêmasiyên qanûna heyî pir zêde ne. Rêbertiya me ji destpêkê ve diyar kir ku divê qanûn çareseriyê giştî bigire nava xwe. Divê azadiya Rêber Apo, mafê hemû rêveberî û kadroyan ê azadiya siyasetê bide û ji bo çareseriya demokratîk rê veke. Rêbertiya me ev mijar bi heyeta dewletê re axivî û ji bo vê pêşnûme qanûn jî pêşkêşî wan kir.

Me jî dîtinên xwe ragihandin. Di navbera me û dewletê de kanalek û mekanîzmayek heye; dem bi dem hevdîtin çêdibin. Ev mekanîzma di navbera me, Rêbertî û dewletê de têkiliyê datîne. Me bi rêya heyetan dîtinên xwe yên li ser qanûnê ji Rêbertiya xwe û ji berpirsiyarên dewletê re gotin. Me anî ziman ku divê zagon berfireh be; di serî de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, divê bêyî cûdakariyan azadiya hemû kadro û rêveberiya rêxistinê misoger bike.

‘GER NEYÊ XURTKIRIN BI VÊ YASAYÊ TI TIŞT NAYÊ ÇARESERKIRIN’

Me gelek caran anîbû ziman ku divê bi van yasayên azadiyê mafê siyaseta demokratîk were naskirin, me stratejiya têkoşîna çekdarî li dijî Tirkiyeyê bi dawî kiriye, em derbasî stratejiya siyaseta demokratîk bûne, girêdayî vê yekê em dixwazin siyaseta demokratîk bikin, ev yek jî wê bes bi awayekî birêxistinkirî pêan be û divê yekgirtî be. Me hem ev yek ragihand raya giştî hem jî weke min anî ziman me ragihand Rêbertiya xwe, girêdayî mekanîzmayên di navbera me û dewletê de me nêrînên xwe ragihandin rayedarên dewletê. Lê belê yasayeke guncavî vê yekê derneket.

Yasayeke ku em bibêjin ‘’yasaya kok’’ e jî nîne. Erê qanûneke çarçoveyê ye. Belgeyeke hiqûqê ye. Belkî wateyeke vê ya bi vî rengî hebe. Her hal di nava vê pêvajoyê de belkî jî, yanî di nava pêvajoya Komarê ya sedsalê de cara ewil teksteke hiqûqê ya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd derdikeve. Belkî wateyeke vê yekê jî hebe lê belê bi rastî jî ji wê wêdetir wateyeke wê ya din tune ye.

Ger xebatên ku vê qanûna çarçoveyê xurt dikin, neyên kirin, ev yasa li gel yasayên zêde neyê xurtkirin jixwe li gel vê yasayê ti pirsgirêk nayên çareserkirin. Yanî di çarçoveya ku ev yasa diyar dike de pratîkbûna yasayê ne pêkan e. Yanî bi rastî jî di nava xwe de gelek nakokiyên wê hene û yasayeke bi pirsgirêk e. Li gorî hiqûqa dewleta Tirk, hemû kesên çek hildane destê xwe sûcdar in, hemû kes terorîst e, bi gotina wan derqanûnî ne. Jı ber wê yekê ger te çek hildabe, tu derketibî serêçiya û êdî tu li gorî wan qanûnan sûcdar î. Yanî xwedî potansiyela lidarxistina her cure çalakiyan î, yanî tu çalakîsaz î.

Yanî ruh, nêrîn û zîhniyeta wan qanûnan vê yekê dibêjin. Lê belê yasa bi xwe cudakariya kesên tevlî çalakiyan bûne û kesên tevkî çalakiyan nebûne, kiriye. Yanî li gorî wê nêrîna dewletê, li gorî wê zîhniyeta qanûnan hemû kes beşdarî çalakiyan bûye. Bes keseke ku tevlî çalakiyan nebûne, tune ye. Di vê mijarê de jixwe ev yasa di nava xwe de nakokiyeke mezin dihewîne. Eger di pênaseya ‘’kesên çekhildane destê xwe’’ çalakiyek yanî çalakiyeke têkildarî kuştina însanan were gotin wê demê divê destpêkê Rêbertiya me ji vê yasayê sûd werbigire. Ji ber ku Rêber Apo bes guleyek jî neberdaye vê dewletê. Tevlî yek çalakiyeke plankirî nebûye. Leşkerek nekuştiye, polîsek nekuştiye. Wê demê divê Rêber Apo ji vê yasayê sûd werbigire.  Wê demê di vê çarçoveyê de divê weke ‘2kesê çek negirtiye destê xwe’’ were qebûlkirin. Divê tavilê azadiya fizîkî ya Rêber Apo- em wê jî deynin aliyekî- mafê hêviyê were naskirin.

Dîsa di nava rêveberên rêxistinê de hevalên me yên ku tevlî çalakiyan nebûne, çek bi kar neanîne û bes guleyek jî bernedane, hene. Rêveberiya bilind a rêxistinê ye lê belê li dijî dewletê bes guleyek jî bernedane. Wê demê divê ji vê yasayê sûd werbigirin. Wekemin anî ziman, di nava xwe de nakokiyên wê hene. Mirov ji kîjan aliyî ve lê binêre jî wisa ye, tiştekî sax û saxlem têde tun ye. Ji ber wê yekê rastsepandina vê yasayê pêkan nîne.

Yanî heyaku yasayên azadiyê neyên derxistin, şert û mercên ku Rêber Apo bi awayekî azad bijî û bixebite neyên dabînkirin, ev tecrîd bi tevahî neyê bidawîkirin, rêbertiyame vê pêvajoyê bi awayekî azad bi rê ve nebe û azadiya fîzkî neyê dabînkirin ne pêkan e ku wisa 200 kes, 300 kes yan jî wisa 400 kes yan jî 800 kes derbasî Îmraliyê yan jî cihekî din bibin. Divê zêde guh nedin gotin û nîqaşên bi vî rengî.

Divê statuya Rêber Apo ya ku bi awayekî azad bixebite, statuya hiqûqî were avakirin. Yanî heya ku garantiyeke vê yekê ya qanûnî û hiqûqî nebe, wê roja îroyîn hin şert û merc werin sererastkirin, derfeteke xebatê ya diyar were pêşkêşkirin lê belê sibe dusibe dema ku bi kêrî karî wan nehat dikare dubare wê bi temamî ji holê rakin û dubere pêvajoyeke ku pêvajoyê giran dike, bide destpêkirin. Garantiyeke vê yekê tune ye yanî.

Ji bervê yekê garantiya hiqûqî girîng e. Naskirina vê yekê ya bi awayekî fermî, avakirina statuya Rêber Apo ya fermî û fiêlî û birêvebirina pêvajoyê gelekî girîng in. Yanî tişta ku em dibêjin, ev e.

Yasa bi vî rengî yekgirtî nîne. Rêveberiya rêxistinê derveyî wê digirin, rêbertiya me derveyî wê digirin. Weke ‘’kesên beşdarî çalakiyan nebûne’’ berê xwe didin kategorîkirinekê. Weke min anî ziman, yanî bi vîawayî jixwe me nêrîn û nêzîkatiyên xwe anîn ziman. Ev yasa bi vî rengî nayê sepandin.

Dewam dike…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Merasîma bîranînê ya ji bo 26 şehîdan di roja duyemîn de ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nobetên Edaletê: Heta ku Abdullah Ocalan azad bibe wê têkoşîn bidome!

Çalakvanên Nobeta Edaletê diyar kirin ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Konferansa Rojava wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike

Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku nabe gelê Kurd sedsaleke…

Ji aliyê Stêrk TV

Di êrişa Îsraîlê de ji malbata şefê Hamasê 10 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişa hewayî ya artêşa Îsraîlê de ya li Şerîda Xezeyê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Merasîma bîranînê ya ji bo 26 şehîdan di roja duyemîn de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Hûn jî dikarin gelek tiştan bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR: Rejîma Îranê tolê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ distîne

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?