Malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê ji ANF’ê re axivîn û gotin, divê bersûcên bûyerê bi lez bêne darizandin.
Ismaîl Mehmûd Mistefa ku apê şehîd Mehmûd e, diyar kir ku kesên provakasyon kirin divê werin darizandin û got, “Daxwaza me ew e ku kesên destê wan di wê şewatê de heye divê bên darizandin. Piştî ku ewlekariya giştî derbasî zindanê bûn, ji wan re got em ê we bibin Helebê. Li wir kesekî ew yek qebûl nekir û canê xwe dan ber agir.”
Ismaîl Mehmûd Mistefa anî ziman ku dîlgirtiyan nedixwest biçin Helebê û xwestin cezayê xwe li vir bibînin, lê belê rastî provokasyona ewlekariya giştî hatin û got, “Birayê şehîd Mehmûd jî pê re di zindanê de bû. Di seet 02:00 de hat derî xist û got, birayê min şewitî ye û li nexweşxaneyê ye. Em jî hemû çûn wir, me dît ku li wir şehîd bûye. Niha daxwaza me ew e ku bên darizandin.”
Zelîxa Mistefa Hiso ku dayîka şehîd Xalid e, tenê daxwaza wê ronîkirina heqîqetê ye. Zelîxa Mistefa Hiso diyar kir ku divê ew komîte bi erka xwe rabe û got, “Divê yên provakasyon kirin demildest bên girtin. Niha çavê me li biryaran in û em ê wiha jî li bendê bin.”
Zelîxa Mistefa Hiso anî ziman ku bi rêya telefonê agahiya şehadeta kurê xwe bihîst û got, niha ew li ser agir in, lê divê ew komîte bi erka xwe rabe.

