Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Bêyî jinan Sûriyeyek nû nabe’
Rojava

‘Bêyî jinan Sûriyeyek nû nabe’

Di Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Hesekê de, peyama “Bêyî jinan Sûriyeyek nû ava nabe” hate dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Tebax 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi dirûşma “Bi hev re ji bo pirrengiya ku yekitiya me xurt dike û hevkariyeke ku siberoja me ava dike” bi peyamên nûnerên saziyên siyasî, leşkerî û ewlehî û yên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike.

 

Piştî axaftina destpêkê, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman axivî.

Hisên Osman got: “Em îro li vir, di kêliyeke dîrokî ya girîng ji bo herêma me de dicivin. Pêdiviya qonaxê bi berpirsiyartiyeke neteweyî û civakî ya herî mezin heye, da ku em li hember zehmetiyan bisekinin, bi hev re nîşaneyên siberojeke ku layiqî fedakariyên gelên me bin, xêz bikin.”

Osman diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek pêşeng di hevgirtinê de, çi di qonaxa rizgarkirina herêmê de ji hêz û pergalên tarî û çeteyên DAIŞ’ê yan jî qonaxên avakirina siyasî û civakî, ava kir.

Osman anî ziman ku rola van pêkhateyan di avakirina “projeya Rêveberiya Xweser” de ku ji rêgeza hevkarî û naskirina hevbeş dest pê kiriye pêşeng bû û îro bû çarçoveyeke vîna gelên herêmê nîşan dide, xizmetê ji bo dozên adilane pêşkêş dike û destkeftiyan diparêze.

Di berdewama axaftina xwe de Osman got: “Modela Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat kir ku avakirina Sûriyeyeke azad û demokratîk ji bilî hevgirtina pêkhateyên civaka Sûriyeyê û yekhelwestiyê, redkirina tevahî şêweyên dûrxistin û desthilatê, ne pêkan e. Ev proje projeyeke xwedî rêgezên edalet, wekhevî û nenavendiyê dihewîne û ji bo her projeyek siberojê ya Sûriyeya nû kevirê bingehîn e. Divê di vê qonaxa hestiyar de em li dijî mezhebperestî û nijadperestiyê tev bigerin. Li dijî tevahî hewlên derxistina fitneyan û dabeşbûnê bisekinin. Bi hev re ji bo welatê Sûriyeyê yê ji bo hemûyan bixebitin, ku pirrengiya çandî xurt bike.”

Di dawiyê de Osman got: “Yekitiya me misogeriya rastîn a parastina destkeftiyên me ye. Ew ji bo her kesên hewl didin mozaîka me ya civakî têk bibe, peyameke hêzê ye. Em hewl didin Sûriyeyek ji bo tevahî xelkê wê ya li ser bingeha azadî, demokrasî û rûmetê ava bikin.”

Girêdayî mijarê, hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Leyla Qereman di axaftina xwe de diyar kir ku ev konferans digel qonaxa hestiyar de pir girîng e û ji tevan tê xwestin ku parçebûnê red bikin û girîngiyê bidin siberoja welat.

Leyla Qereman got: “Em îro li vir, li bajarê Hesekê yê pirreng dicivin. Li vir nasname hev hembêz dikin û ol di nava hev re derbas bûne. Aştiya navxweyî ne bijarteyeke siyasî ye, lê şertên hebûna her çareseriyeke siyasî ya berfireh e û ji bo avakirina rêvebiriyeke rastîn e.”

Leylayê anî ziman ku modela Rêveberiya Xweser îsbat kir ku hêza civakan di yekitiya wan de ye û ev tişt diyar kir: “Ne pêkan e bêyî ku jin di pêş de cihê xwe bigirin, em li ser Sûriyeyek nû biaxivin. Tu projeyek ku azadiya jin nexe cewhera nêrîna xwe ew projeyek kêm e. Divê jin şirîkê avakirina Sûriyeya siberojê û avakirian civakeke adilane be.”

Leylayê fikarên xwe li ser zêdebûna gotinên kîndariyê li Sûriyeyê û bûyerên li perav û Siwêdayê anîn ziman û got armanc ji gotinên kîndariyê welat parçe bikin. Leylayê destnîşan kir ku MSD’ê piştgiriyê dide her însiyatîfk bi armanca hewldana yekrêziya niştîmanî û destekê dide peymana 10’ê Adarê û banga lezbûna pêkanîna bendên peymanê kir.

Di dawiyê de Leyla Qereman banga lidarxistina kongreya niştîmanî ya Sûriyeyî ya berfireh kir û got: “Sûriyeya ku em hêvî dikin ku bi şer û tolhildanê nayê avakirin. Lê bi lihevhatina niştîmanî, edaleta pêvajoya veguhê, beşdariya tevahiyan û wekheviya di nava tevahî pêkhateyan de, tê avakirin.”

Li ser navê Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer bal kişand ser şer û aloziyên li Sûriyeyê, zêdebûna gotinên kîndariyê û provokasyonên mezhebî.

Emîne diyar kir ku jinên ji Sûriyeyê rastî çewisandin û paşguhkirinekê hatin, lê niha jî ji cihê biryardanê dûr in.

Emîne Omer destnîşan kir ku jin şirîkê avakirina Sûriyeya siberojê ne û got: “Destkeftiyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine, ji bo tevahî jinên Sûriyeyê ne. Divê Sûriye nenavendî be û jin beşdarî proseya siyasî bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Konferansa Yekhelwestiyê: Bêyî naskirina mafên hemû pêkhateyan, Sûriyeya nû ava nabe
Nûçeya Pişt re Konferansa Yekhelwestiyê: Ji Elewî û Durziyan peyama yekîtiyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kongra Star şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal bi bîr anî

Meclîsa Kongra Star şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal bi bîr anî û biryardariya ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Minbicê 6 çete hatin kuştin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di pevçûnên li bejahiya Minbicê de 6 çete hatine…

Ji aliyê Stêrk TV

Roja Reş wê veguhere roja azadiya gelan

Rêber Apo ji bo komploya navneteweyî dibêje, "Ez dibînim ku komploya navneteweyî ya ku di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Divê hesab ji kujerên Hevrîn Xelef were pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîdên Ragihandina Azad li Kobanê û Qamişlo hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?