În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Enqereyê salvegera damezrandina PKKê hat pîrokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyê jinek hat kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Konferansa Yekhelwestiyê: Bêyî naskirina mafên hemû pêkhateyan, Sûriyeya nû ava nabe
Rojava

Konferansa Yekhelwestiyê: Bêyî naskirina mafên hemû pêkhateyan, Sûriyeya nû ava nabe

Îlham Ehmed di Konferansa Yekhelwestiyê de axivî û got, “Bêyî naskirina mafên hemû pêkhateyan û bêyî beşdariya çalak Sûriyeya nû ava nabe.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Tebax 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navenda Çand û Hunerê ya li taxa Xiwêran a Hesekê dest pê kir.

Di konferansê de nêzî 500 siyasetmedar, rewşenbîr, şêxên eşîrên Ereb û Kurd, nûnerên Suryan-Asûr-Kildan, Ermen, Tirkmen, Çerkes, hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), partiyên siyasî û rêxistinên jinan, keşîşê Cizîrê û Firatê Marmaros Amsîh, Yekitiya Suryan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û şêx Murşîd El Xeznewî amade ne. Hevseorkên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman, hevseroka MSD’ê Leyla Qereman jî beşdar in.

Dê bi navê Rêveberiya Xweser, QSD, MSD, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêkhateyên herêmê axaftin werin kirin. Her wiha dê peymanên Durziyên Miwehidîn û Elewiyan ên ji bo konferansê jî hebin.

Dê belgeya konferansê were xwendin, nirxandin û pêşniyarên beşdaran hebin jî. Di dawiyê de dê encamnameya konferansê were xwendin.

Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed ve hat kirin.

Îlham Ehmed diyar kir ku konferans di pêvajoyeke girîng a dîroka Sûriyeyê de tê lidarxistin, lewra berpirsyariya siyasî û exlaqî ya li hemberî welat ji her kesî tê xwestin.

Îlham Ehmed destnîşan kir ku konferans îfadeya zindî ya îradeya gelan e ku di yekrêzê de li hemberî şer li ber xwe bidin û bi birêxistinbûnê li hemberî paşguhkirinê rabin û modelek demokratîk a li ser bingehê hevnaskirin, tevkariya rasteqîn û edaleta civakî ava bikin.

Îlham Ehmed da zanîn ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Ermen, Tirkmen, Çaçan, Çerkes, misliman, xiristiyan û êzidî îsbat kirin ku pirrengî ne gef e, lê jêdera hêzê ye û wiha domand: “Pêkhateyên herêmê îsbat kir ku parastina rasteqîn ne ji derve tê, lê bi îradeya hevbeş a ji bo avakirina aştî û edaleteke mayînde pêk tê. Berdewama hişmendiya yekalî ya rêvebirinê wê aloziyan kûrtir bike.”

Îlham Ehmed konferans wek serekftineke siyasî ya gel pênase kir ku armanc jê “diyarkirina siberoja Sûriyeya nû ya li ser esasê tevkariya rasteqîn, hevnaskirin, nûnertiya adilane, hemwelatîbûna rasteqîn, pirrengî, nenavendîbûn û demokasiyê ku garantiyên yekitiya welat û aramiya wê ye.”

Îlham Ehmed diyar kir ku beşdariya nûnerên herêmê di konferansê de cewherê proseya siyasî û destûrî ye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Bêyî naskirina mafên hemû pêkhateyan û bêyî beşdariya çalak Sûriyeya nû ava nabe.”

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku “piştî salên dirêj ji desthilatdarî û înkarê ev konferans bibe gavek ber bi Sûriyeya nû ve ji bo tevahî pêkhateyên wê û siyasetê vegerîne wateya wê ya exlaqî.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Mêrdînê mirina bi guman a 2 jinan
Nûçeya Pişt re ‘Bêyî jinan Sûriyeyek nû nabe’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK’ê bi wesîleya meha Remezanê peyam weşand

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya meha Remezanê daxuyaniyeke nivîskî da û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Mexmûrê ji bo Sara, Rojbîn û Ronahî meşiyan

Xelkê Mexmûrê, bi boneya 12’emîn salvegera komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê ku sê jinên şoreşger…

Ji aliyê Stêrk TV

Newroz wê li 7 bajarên Rojava bi girseyî bê pîrozkirin

Newroz wê li 7 bajarên Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma "Bi ruhê yekîtiya neteweyî em ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

27’ê Mijdarê li gelek bajaran hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê êrîşa li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Welatiyek şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê, Amûdê û Tirbespiyê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Partiyên li Kobanê piştgirî dan Başûrê Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?