În, 11 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nebî Yavûz ê 30 sal û 6 mehan girtî ma, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar Şahîn: Propagandaya reşkirinê ku tevgera azadiyê weke dijberê Elewiyan bê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Oznûr Bartin: Ji bo mayindebûna aştiyê divê civak jî xwedî li pêvajoyê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê cezayê girtîgehê li antrenora jin birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Rojava çalakiyên ji bo zimanê dayikê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bîranînên şehîdan ên li Êlih û Semsûrê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Rêxistinên Jinên Kurdistanê peyama ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Şoreş pêvajoyeke zindî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê banga ‘mafê hêviyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zagros dibû Mizgîniya serketinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Bêyî ku aşitî hebe dengê hunerê bilind nabe’
Kurdistan

‘Bêyî ku aşitî hebe dengê hunerê bilind nabe’

Solîstê Koma Amed Suleyman Çarnewa got: “Berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milên hunermend û entelektuelan. Em wekî Koma Amed pêvajoyeke ji vir û şûnde jî ji bo aştî, xwîşk û biratî û yekîtiya gel gelan hilberînê bidomînin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Koma Amed, piştî 30 salan, li Amedê bi beşdariya bi sedan hezaran kesan konserek dîrokî pêk anî. Karê amadekirina wê konserê bi mehan berê dest pê kiribû. Beriya konsêra ku bi mîlyonan kes bêsebrî li bendê bû, kom li bajêr bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Piştî pêşwaziyê, komê serdana saziyan kir û paşê konsêr pêk anî; li qada Newrozê bi sedan hezaran kesan, li pêşberî televizyonê jî bi mîlyonan kesan bi awayekî zindî temaşe kir. Koma ku ruh û şopên salên 90’î hildigire, ji beşdaran re şevekê nayê jibîrkirin pêşkêş kir. Welatiyên li qadê jî bang kirin ku divê ev cure çalakî ku bîranînan xurt dike, zêdetir bên kirin.

Piştî konsêra ku rojên dirêj hate axavtin, solîstê komê Suleyman Çernewa coş û heyecana ku jiyan kirin ji ajansa me re got û diyar kir ku di pêvajoya ku didome de berpirsyariya aşitiyê ya herî zêde li ser hûnermendan e.

 

BANGA DAWÎ ANÎNA HESRETÊ!

25’ê Cotmehê li qada Newrozê di konsêra ku hat kirin de, komê du saetan stran got û ji 7 heta 70’ê her kesî beşdar bû. Di konsêrêku bi govend, dirûşma û tîlîliyan derbas bû de bi sedan hezaran kes demên ku bîranînên kevin jiyan kirin. Endamên komê yên ku li hemberî heyecan û coşa girseyê hemû stranên xwe bi heman şopê gotin, heta dawiya konsêrê bêdeng nesekînin. Ji bilî vê, gelek hunermendên Kurd ên ku li Ewropayê di sirgûniyê de dijîn, di nav wan de Şivan Perwer û Xelîl Xemgîn jî, peyamên bi dîmen şandin konsêrê. Hunermendan başbûna rewşa pêvajoyê û vekirina riyên vegerê anîn ziman û balkişandin ser daxwaza bi gel re hatina gel hev. Hunermendan anîn ziman ku sirgûn dirêj ajotiye û hasreta stranên xwe li ser axa xwe gotinê jiyan dikin. Û bang li gel kirin ku xwedî li zimanê xwe yê dayikê û çanda xwe derkevin.

Berî konsere û piştî konsêrê komê serdana gelek saziyan li bajêr kir û bi sedan kesan re hate ba hev. Koma Amed rastî eleqeyeke mezin hat. Di vê pêvajoyê de komê li kolanên Sûrê geriya û bîranînên xwe nû kir.

Suleyman Çarnewa ku derbarê konsêra dîrokî de bi ajansa me re axivî, derbarê bîranîn û aştiyê de nirxandin kir.

‘GELÊ ME HEM EM HESTIYAR KIRIN HEM JÎ WÊREKÎ DA ME’

Suleyman Çernewa, vê vegerê hem ji aliyê şexsî hem jî ji aliyê hunerî ve wekî “ji nû ve dayikbûn” bi nav kir. Çarnewa got: “Piştî 30 salan li ser axa xwe rawestan ji bo min wekî ji nû ve hatina dinyayê ye.” Çarnewa li hemberî eleqeya gel û saziyan heyecana ku jiyan dikir bi van gotinan anî ziman: “Me dît ku nêzîkatiya gel a li hemberî hunermendê xwe çiqas rast, çiqas biniex e û çiqas hesas e. Pêşwazîkirin awarte bû. Ev eleqe hem em hestiyar kirin hem jî wêrekî da me. Dîtina vala neçûna têkoşîna hunerî ya salên 90’î ji bo me pir bi nirx e.”

‘ME BI RABIRDÛYÊ RE TÊKILIYEK DANÎ’

Çarnewa ku bibîr xist ku Koma Amed ya ku di sala 1988’an de hatiye damezrandin heta niha li Amedê konsêrek nedaye û anî ziman ku ev konsêr ji bo wan wateyeke dîrokî digire: “Di hevpeyvîneke xwe de min gotibû; deynê me ji Amedê re heye. Bi vê konsêrê em hem wê deynê didin hem jî vegera xwe ya li ser axê pîroz dikin. Ev ji bo me wekî cejneke ye. Li Qada Newrozê bûna wê jî wateyeke sembolîk digire. Konsêr tenê çalakiyeke muzîkî nîne, di heman demê de pêvajoyeke hunerî ya ku bi rabirdûyê re têkiliyê temam dike ye. Ez vê konsêrê wekî temamkirina dîroka hunerê ya nîvco mayî, wekî lutkeya herî bilind dibînim.”

‘BÊYÎ AŞITÎ ÇÊBIBE DENGÊ HUNERÊ BILIN NABE’

Hunermend, derbarê pêvajoya aştiyê ya ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin de jî nirxandin kir. Çarnewa bibîr xist ku di salên 1990’î de hunermendên Kurd li hemberî zordarî û qedexeyan berxwedaneke mezin nîşan dan û ev tişt got: “Me di wê demê de bêdudilî stran gotin, li rex têkoşîna azadiyê ya gelê xwe rawestiyan. Aşitî, herî zêde huner û hunermendê eleqedar dike. Ji ber ku bêyî aştiyê dengê hunerê bilind nabe. Ji ber vê yekê berpirsyariyeke mezin dikeve ser hunermend û ronakbîran. Em wekî Koma Amedê ji niha û pê ve ji bo aştiyê, xwîşk û biratiyê û yekitiya gelan hilberînê bidomînin. Em ê wekî kom ji bo xwîşk û biratiya gelan, aştiyê û ji nû ve xwîn nerije stranan çêkin. Em dixwazin van stranên xwe bigihînin her deverê Tirkiyê û herêmê û êşên di rabirdûyê de hatine jiyîn derman bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo Salîha Akkaş ya ku tevî biryara parastinê hebû hat qetilkirin daxuyanî hat dayîn

Jinan ji bo karmenda meclîsê Salîha Akkaş a ku ji aliyê mêrê ku ew di…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê 2 kes hatin girtin û li Farqînê 2 kes hatin binçavkirin

2 kesên ku di 26’ê Çileyê de li Amedê hatibûn binçavkirin, hatin girtin û li…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê çalakiyên ji bo azadiyê bidomînin’

Rêvebera TUHAD-FED’ê Sebahat Bîçer diyar kir ku hemû cîhan hêza aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bîranînên şehîdan ên li Êlih û Semsûrê bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji Rêxistinên Jinên Kurdistanê peyama ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Şoreş pêvajoyeke zindî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê banga ‘mafê hêviyê’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?