Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda kirine (MEBYA-DER) ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurd ên di dem û cihên cuda de şehîd bûn, li navçeya Rezan a Amedê bernameya mewlûdê hate lidarxistin. Di benrameyê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir mewlûd hate xwendin.
Di bîranînê de posterên Rêber Apo, pankartên bi nivîsa “Şehîd namirin”, “Malbat şopdarê şehîdên xwe ne” û “Şehîd rûmeta me ne” hatin daliqandin. Di bîranînê de dirûşm hatin qîrîn.
Hevseroka MEBYA-DER a Amedê Şadiye Manas li bîranînê axivî û anî ziman ku di têkoşîna azadiyê de jinan berdêlên giran dan û got, divê Kurdên azad û civaka azad bêne afirandin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî li bîranînê axivî û got, şehîdan ji bo jiyaneke azad a gel, jiyaneke azad a bi çand û hunerê ya gel têkoşiyan.
Bakirhan got, “Em ê jiyaneke azad, demeke azad, çand û hunereke azad ji gelê xwe re bînin. Em ê armanca wan pêk bînin.”

