Şemî, 14 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogullari: Desthilatdariyê COP31 veguherandiye panoyeke reklamê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Bekir Demîr pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî bên eşkerekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sevda Ozbîngol: Daxwaza destpêkê ya jinan azadiya Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sosyolog Michel Kokoreff: Em şahidiya şiyarbûna siyasî ya nifşekî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ciwanên ku bi torên sûc re rû bi rû dimînin, ji bo paşerojê pirsgirêkeke cidî ava dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê şehadeta Dersim Behar ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê li dû şopa şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir: Şengal wê bi îradeya xwe azad bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin Kudat ê ku berdana wî 6 caran hat astengkirin piştî 34 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 2 rojnamevanên jin cezayê hepsa malê û qedexeya derketina derveyî welat hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bi hezaran kes li Hezexê meşiyan: ‘DAÎŞ-Tirkiye winda kir, wê HTŞ-Tirkiye jî winda bike’
Rojane

Bi hezaran kes li Hezexê meşiyan: ‘DAÎŞ-Tirkiye winda kir, wê HTŞ-Tirkiye jî winda bike’

Li Hezexê ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes li dijî êrîşên li ser Rojava bi girseyî meşiyan. Girseyê destnîşan kir ku 10 sal berê DAÎŞ-Tirkiyeyê winda kiriye û niha jî wê HTŞ-Tirkiyeyê winda bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên ser rojavayê Kurdistanê, li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk bi beşdariya 7 salî heta 70 salî bi hezaran kesan meş hat lidarxistin. Welatiyên ser Cadeya Alanyayê hatin gel hev, xwest ber bi şaredariya berê ve bimeşe. Lêbelê polîsan li pêşiya wan berîqet danî û xwestin tevlibûnê asteng bikin. Welatiyan, li dijî ferzkirina sepana lêgerîna ser welatiyan dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kir. Piştî berteka girseyê, polîsan dev ji vê sepana xwe berda. 

Çendek saet ji bo meşê mabûn ku li cihê çalakiyê bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava dê ji DAIŞ’ê re bibe goristan” û sirûdan olan da. Girseyê, dovîzên weke “Ji şer re bibêje bes e”, “Rojava rûmeta me ye”, “Bijî berxwedana gelê Kurd” û pankarta “Şoreşa Rojava bû tirs û xofa dilê neyar û hovan” hilgirt. Bi hezaran kes tev li meşê bûn û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava dê ji DAIŞ’ê re bibe goristan”, “Bijî berxwedana HSD’ê” û “Rojava rûmeta gelê Kurd e” berz kir û tililî avêt. Her ku çû girse mezintir bû. Meş, bi pêşengtiya Dayikên Aştiyê hat lidarxistin. 

Piştî meş bi dawî bû, daxuyanî hat dayin. Beriya daxuyaniyê deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Hezexê Niyazî Çevrîm axivî û got ku heta gelê Kurd azad dibe dê li Rojava li ber xwe bide. 

Wekîlê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez di daxuyaniyê de got ku gelê Hezexê bersiva pêwîst daye zîhniyeta DAIŞ’ê û ev tişt anî ziman: “Îro em li her çar parçeyên Kurdistanê bûn yek. Em ê bi yekitiya xwe bi ser kevin. Gelê Rojava 10 sal berê xwe li dijî êrişên DAIŞ’ê parast û şoreş kir. Hinek hêzên tarî tehemûla vê pergalê nekir. Ev êriş, bi piştgiriya Tirkiyeyê tên kirin. Tirkiye, ji bo Kurd xw birêve nebin, piştgiriyê dide zîhniyeta DAIŞ’ê. DAIŞ-Tirkiyeyê winda kir û dê niha jî tifaqa HTŞ-Tirkiyeyê winda bike. Bila kesek li benda bêdengbûna me nebe. Em ê xwedî li xwişk-birayên xwe derkevin. Berxwedan dê bi ser keve.” 

Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî got ku êrişên tên kirin li dijî çar parçeyên Kurdistanê ne û got: “Gelê Kurd her tim dibêje ku alîgirê aştiyê ne. Lê heke ji bilî şer tu vebijêrk nemînin jî dê li ber xwe bide. Gelê Kurd heta niha serî netewand û dê netewîne. Gelê Nisêbînê, Agiriyê, Amedê û her çar aliyên Kurdistanê ser pêya ye. Tişta ji bo me pêwîst, yekitî û berxwedan e. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin Rojava.” 

Daxuyanî, bi dirûşmên “Rojava dê ji DAIŞ’ê re bibe goristan” û “Yeke yeke gelê Kurd yek e” bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê, girse belavî kolanan bû, meş li dar xist û dirûşm berz kir. Çalakiya ciwanan li tevahiya Hezexê belav bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞIRNEX

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kendal Çiya: Hebûna Rojava hebûna me ye
Nûçeya Pişt re Zanîngeha Duhokê piştgirî da Berxwedana Rojava
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevserokê GOÇ-DER’ê Mûrat Sari: Divê astengiya pergala cerdevaniyê bê rakirin

Hevserokê GOÇ-DER'ê Mûrat Sari, diyar kir ku pergala cerdevaniyê li pêşiya vegera gundan astengiyeke cidî…

Ji aliyê Stêrk TV

Banga dîrokî:DEM Partî dê sê rojan civînan li dar bixe

Lijneyên rayedar ên DEM Partiyê ji bo nirxandina banga Rêber Apo ya ‘Aşitî û Civaka…

Ji aliyê Stêrk TV

Nagîhan Akarsel hate bîranîn: Em ê têkoşîna xwe mîna wê bidomînin

Endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hate bibîranîn. Di bîranînan de bal kişandin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tulay Hatîmogullari: Desthilatdariyê COP31 veguherandiye panoyeke reklamê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Şemiyê aqûbeta Bekir Demîr pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Bila cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî bên eşkerekirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sevda Ozbîngol: Daxwaza destpêkê ya jinan azadiya Birêz Ocalan e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?