Bîlançoya erdheja giran a roja Sêşemê ya li Girava Kyuşu ya li başûrrojavayê Japonyayê giran dibe. Serokwezîr Sanae Takaichi anî ziman ku heta niha 13 kes ji ber erdhejê mirin, zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn.
Takaichi diyar kir ku gelek avahî hilweşiyan, şewat derket û xisareke cidî li rêyên bejahî bû.
Erdhej roja Sêşemê bi dema herêmî saet di 16:27’an de li Girava Kyuşuyê rû dabû. Li banliyoya bajarê Kumamoto, li navendeke bazarê piştî erdhejê teqînekê rû dabû û qatê duyemîn hilweşiya bû.
Rayedaran ragihandin ku beriya hilweşînê nêzî 200 kes ji qadê hatin veguhestin, lê belê hin xebatkar di binê enqazê de man. Di bûyerê de 2 jinana jiyana xwe ji dest dan û pênc kes bi birîndarî hatin rizgarkirin.
Piştî erdhejê li herêma Kumamotoyê seferên trena bi lez (Shinkansen) hate rawestandin û nêzî 12 seferên balafiran ên Japan Airlines û All Nippon Airwaysê hatin betalkirin.
Saziya Sererastkirina Nukleerê ya Japonyayê diyar kir ku li herêmê di santralên nukleerê de rewşeke nenormal tespît nekirine.
Ji bo karê lêgerîn û rizgarkirinê artêşa Japonyayê 3 hezar û 600 personel û 20 balafirên leşkerî şand herêmê.

