Beşdarbûna ciwanên Kurd li nava refên Tevgera Azadiyê bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re berdewam dike. Pêvajoya ku Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de da destpêkirin, nîqaşên nû yên li ser pirsgirêkên civakî û lêgerînên çareseriyê bi xwe re anî. Gerîlayên HPG’ê jî di nirxandinên xwe de bal kişandin ser vê rewşê. Gerîlayên ku piştî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk beşdarî nava refên Tevgera Azadiyê bûn, qala bandora ramanên Rêber Apo ya li ser xwe kirin.
Nakokiyên ku di nava civakê û di navbera ciwanan de tên jiyîn, bi aliyekî xwe ve pirsgirêkên ku pergala modernîteya kapîtalîst afirandine rasterast derdixe holê. Ciwan jî roj bi roj ji vê pergalê dûr dikevin.
Pirsgirêkên nasname, çand û ziman di navbera civakên bindest û serdest de weke xalên girêkê xwe nîşan didin. Serdema ku em tê de dijîn, daxwazên lêgerîn azadiyê bi karaterê zanistî derdixe pêş. Di nava civaka Kurd de jî ev rewş bi taybetî di nava ciwanên Kurd de zêdetir diyar dibe. Ciwanên ku ramanên Rêber Apo dixwînin diyar kirin ku wan riya têkoşîna rast û azadiyê di nava refên Tevgera Azadiyê de dîtine. Gerîlayên ku beşdarî Tevgera Azadiyê bûne jî vê yekê tînin ziman.
Rêber Apo, bi nirxandinên xwe pirsgirêkên civakî analîz dike û di heman demê de rêyên çareseriyê pêş dixe. Gerîlayên ku beşdarî refên HPG’ê bûne diyar kirin ku ramanên Rêber Apo ji hemû beşên civakê re dibe bersiv û di lêgerînên wan ên ji bo wateya jiyanê de xwedî cîhekî diyarker e. Gerîlayên ku di bin bandora Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de mane û beşdarî refên HPG’ê bûne sedemên beşdarbûna xwe wiha vedibêjin.
ŞOREŞ BOTAN: ‘PERGAL BI ZANEBÛN CIWANAN DIKE HEDEF’
Gerîlayê HPG’ê Şoreş Botan beşdarbûna xwe bi van gotinan nirxand:
“Piştî ku Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk gihişt destê civaka Kurd û ciwanan derbarê manîfestoyê de gelek nirxandin hatin kirin. Derketina manîfestoyê, li seranserê civakê bandorên erênî çêkir. Di nîqaşên ku beriya beşdarbûna me de dihatin kirin, dihat diyarkirin ku êrîşên şerê taybet ên dijmin li ser civaka me dest pê kirine. Êrîşên heyî bi taybetî ciwanên li Bakurê Kurdistanê bi zanebûn dikin hedef.
Li kolanan bi zanebûn madeyên hişbirê didin ciwanan û bi armanca ku wan ji Tevgera Azadiyê dûr bixin tevdigerin. Ev rewş me ji rastiya civaka me dûr dixe. Min bi xwe jî ev yek ji nêz ve dît. Hewldana me ew bû ku em nekevin nava pergala qirêj a qirkirinê.
Weke ciwanên Kurd me ev yek qebûl nekir. Ev helwesta me beriya beşdarbûna me jî hebû. Li ser çand û zimanê me êrîş hene. Di rastiyê de dixwazin civaka Kurd ji holê rakin. Diviyabû me vê yekê qebûl nekira. Ji ber vê yekê di şexsê min de jî biryara beşdarbûnê bi pêş ket. Bi derketina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk re di nava civakê de bandorên erênî çêbûn.
Rêber Apo 27 sal in di bin tecrîdeke gelekî giran de tê girtin. Pergala tecrîdê nayê qebûlkirin. Beriya beşdarbûnê helwesteke min a li dijî pergala heyî hebû. Rêber Apo beriya du salan pêvajoyek da destpêkirin. Bi pêşketina pêvajoyê re manîfesto hat nivîsandin û gihişt gelê Kurd. Vê yekê di nava civakê de bandorên gelekî erênî çêkir. Bi derketina manîfestoyê re weke civaka Kurd armanca me ew bû ku em bi têkoşîna xwe bersiveke rast bidin Rêber Apo.
Dema mirov manîfestoyê bi kûrahî digire dest, dibîne ku Rêber Apo ji hemû pirsgirêkên civakê re bûye bersiv û çareseriyên rast pêş xistine. Ji bo ku ez ramanên Rêber Apo rast fêm bikim û kûrahiya nêrîna wî têbigihêjim, ez timî dixwînim. Ez beşdarbûna xwe weke beşdrbûneêke ku piştî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk pêk hatiye dinirxînim. Hewldan û têkoşîna min ew e ku ez ji rêbertiya xwe re bibim bersiv û alîkariya wî bikim.
Bi derketina manîfestoyê re têkoşîna jinan weke ast û rojev zêdetir derket pêş. Ev rewş di qadên têkoşînê de jî xwe nîşan dida. Manîfestoyê ji gelek aliyan ve bandor li têkoşîna jinan û civakê kir. Roj bi roj têkoşîna jinan berfirehtir dibe. Em bawer dikin ku wê bi Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk re têkoşîn û pêşengiya jinan hîn zêdetir xurt bibe. Rêber Apo dixwaze jin bibe pêşenga civakê û cîhanê. Têkoşîna me jî li ser vî esasî pêş dikeve.
Bi taybetî ciwanên Kurd, divê di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de rastiyên civakî bibînin; hewldanên xwe yên ji bo xwendin û fêmkirinê pêş bixin. Bi vî rengî wê bandorên erênî li ser wan derkevin holê. Banga me ya ji bo ciwanên Kurd ew e ku Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk rasterast bixwînin û Rêber Apo fêm bikin. Hêviya me ji ciwanên Kurd ev e.”
DILSOZ SÎNORNENAS: ‘MANÎFESTOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK PERSPEKTÎFA TÊKOŞÎNÊ YE’
Gerîlayê HPG’ê Dilsoz Sînornenas jî beşdarbûna xwe û Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk bi van gotinan nirxand:
“Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, ji bo hemû pirsgirêkên civakê dibe bersiv. Rêber Apo hemû pirsgirêkên civakê analîz kiriye û ji bo wan çareserî pêş xistiye. Vê rewşê bi asteke mezin bandor li min kir. Manîfesto riya rast a têkoşînê û xwedîderketina li xeta şehîdan nîşanî me dide. Bê têkoşîna gelê Kurd çawa bê meşandin rasterast radixe ber çavan.”
Weke ciwanekî ji Rojhilatê Kurdistanê em dikarin bi manîfestoya dawî ya Rêber Apo ji pirsgirêkên li Rojhilatê Kurdistanê re bibin bersiv. Ji bo em ji serdestiya desthilatdariya heyî xilas bibin û aştiyeke rasteqîn ava bikin, divê em têkoşîna xwe xurt bikin. Rêber Apo ji bo hemû pirsgirêkên ku li Rojhilata Navîn tên jiyîn çareserî pêş xistiye. Em jî li ser vî bingehî beşdar bûn.
Şerên ku li Rojhilata Navîn tên meşandin û herî dawî bûyerên li Rojava bandor li me jî kir û bû sedem ku em beşdar bibin. Dijminê dagirker bi awayekî hovane êrîşî gelê me dike. Ji ber vê yekê divê em gelê xwe biparêzin. Em bi vê beşdarbûna xwe dixwazin ji bo gelê xwe bibin şoreşgerekî rasteqîn. Pêwîst e pirsgirêkên heyî bên çareserkirin û aştiyeke rasteqîn bê avakirin.
Rêber Apo 27 sal in di bin tecrîdeke gelekî giran de tê girtin û ber bi sala 28’an a tecrîdê ve diçe. Tevî vê yekê jî nîşanî me dide bê qeyran çawa dikarin bên çareserkirin û têkoşîneke rast a civakî çawa dikare bê pêşxistin. Rêber Apo bi Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk rêyên çareseriyê danî pêşiya me. Em jî dixwazin têkoşîna vê yekê bidin.
Divê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û ciwanên wê xeta têkoşînê bilindtir bikin. Ji bo azadiya xwe pêwîst e hewldanên xwe hîn mezintir bikin. Bi vî rengî em dikarin Kurdistaneke azad ava bikin. Weke gelê Kurd ji bo ku em li cîhanê bibin xwedî maf û çanda xwe ya xweser bijîn pêwîstî bi vê heye.”
Gerîlayên HPG’ê Şoreş Botan û Dilsoz Sînornenas bandora Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a li ser xwe û sedemên beşdarbûna xwe bi van gotinan nirxandin.

