Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Cîhan > Biryara NY’ê ya têkildarî bazirganiya koleyan: Sûcê herî giran ê li dijî mirovahiyê
Cîhan

Biryara NY’ê ya têkildarî bazirganiya koleyan: Sûcê herî giran ê li dijî mirovahiyê

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşnûme biryara ku bazirganiya koletiyê ya Atlantîkê weke "Sûcê herî giran ê li dijî mirovahiyê" pênase dike, bi piraniya dengan qebûl kir. Piştî biryarê nîqaşên li ser tazmînatê di rojevê de ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Adar 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres piştî biryarê daxuyaniyek da û diyar kir ku dewlemendiya gelek welatên Rojavayî “li ser jiyana hatiye dizîn û keda hatiye dizîn ava bûye.” Guterres anî ziman ku sîstema koletiyê ne tenê xebitandina bi zorê ye û got, “Ev sîstem mekanîzmayeke mêtingeriyê ya girseyî bû ku mêr, jin û zarok bi zanebûn ji mirovûnê derdixist.” Guterres diyar kir ku bi zincîran, xelekên ji hesin, qemçî û tundiya zayendî kontrol dihate ferzkirin.

Biryara navborÎ li Civaka Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi dengê 123 welatan hate qebûlkirin. Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Arjantîn û Îsraîlê li dijî biryarê deng dan. Qraliyeta Yekbûyî û welatên endamên Yekîtiya Ewropayê jî di nav de 52 welat bêalî man.

Ji lêkolînerên Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan Almaz Teffera ji BBC re axivî û anî ziman ku nîqaşa Neteweyên Yekbûyî ya li ser vê mijarê bi serê xwe gaveke siyasî ya girîng e. Teffera destnîşan kir ku ev biryar dikare tevkariyê bi pêşvebirina nîqaşên li ser tazmînatê bike.

Seroka Forûma Diaspora African a navenda xwe Gana ye Dr. Erieka Bennett ragihand ku biryar ji bo neviyên koleyan xwedî wateyeke şexsî ye. Bennett got, “Ev biryar tê wateya naskirina hebûna me. Bûyerên ku bi serê pêşiyên me hatin dawiya dawî tê qebûlkirin.”

Gelên bi eslê xwe ji Efrîkayê û welatên ketin bin bandora koletiyê, bi sedan sal in daxwaza tazmînatê dikin. Ji sedsala 15’an heta bi sedsala 19’an nêzî 12 heta 15 milyon Efrîkayî; jin, mêr, zarok bi zorê birin parzemîna Emerîkayê û kirin kole. Ev mirov ji koloniyên di bin kontrola dewletên Ewropî de bûn hhatin şandin û nêzî 2 milyon ji van mirovan li keştiyên koleyan jiyana xwe ji dest dan.

Bandora koletiyê hîn jî dewam dike. Li gorî daneyên fermî li Brezîlyayê îhtimala ku nifûsa reş di nava xizaniyê de bijîn ji nifûsa yên spî bi du qatî zêdetir e.

Pêşnûmeya ku Ganayê pêşniyar kir, dixwaze ku welatên endamên Neteweyên Yekbûyî ji ber bazirganiya koletiyê lêborînê bixwazin û tevkariyê li fona tazmînatê bikin.

Ji kesayetên pêşeng ên tevgera tazmînatê ya global Dr. Esther Xosei anî ziman ku biryar girîng e, lê belê bi tena serê xwe têrê nake. Xosei diyar kir ku ev biryar ragihandina nêtê ye, lê têkoşîna esasî di nava civakê de wê bê meşandin.

Di mijara tazmînatê de mînaka herî şênber dayina tazmînatê ji Yahûdiyên ji ber dema Nazî zerar dîtine. Elmanyayê ji sala 1952’an û vir ve zêdeyî 80 milyar dolar tazmînat da. Li gel vê yekê jî ji bo neviyên Efrîkayiyên koletî li wan hate ferzkirin heta niha dewletekê bi tenê jî tazmînat nedaye.

Di sedsala 19’an de li gelek welatan pere ne ji bo mirovên hatin kolekirin, lê ji xwediyê koleyan re hate dayin. Qraliyeta Yekbûyî piştî rakirina koleetiyê bi pereyê niha zêdeyî 21 milyar dolar ji xxwediyên koleyan re da.

Hin welatên weke Hollandayê li gel lêborîna fermî ya ji ber rola xwe ya di koletiyê de dayina tazmînatê red kir. Hikumeta Hollandayê li şûna vê yekê foneke ji 230 milyon dolarî ji bo projeyên civakî ava kir.

Dr. Celeste Martine ku li ser mêtingeriya Spanî lêkolînan dike anî ziman ku mîrateya koletiyê îro jî bi rengê nijadperestî û newekheviyê dewam dike. Martinez destnîşan kir ku naskirina rabirdûyê ji bo civakên hîn adil pêwîstî ye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xaka Tirkiyeyê û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê gihand hev
Nûçeya Pişt re Encamnameya Kongreya 6’emîn a Meclîsa Xweser a Şengalê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê bertek nîşanî Komîteya Wezîran a KE’ê da

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê li hemberî biryara demkî ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Erdogan: Gava ewil ew ê li Meclîsê komîsyon bê avakirin

Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan got, “Weke gava yekemîn em ê li Meclîsê komîsyonek ava bikin…

Ji aliyê Stêrk TV

Baroya Stenbolê biryara kongreya awarte girt

Baroya Stenbolê, piştî lêpirsîna ku der barê wan de hatibû destpêkirin, biryar da ku di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?