Koreya Başûr ji bo ku bibe hilberînerê çîpan ê herî mezin, dest bi hewldanan kir. Seûl dixwaze bi şerê zêdeyî 400 milyar euro bibe lîderê cîhanê.
Tu dikarî bi maîla xwe bibî abone, em ê ji te re nûçeyên lêzgin bişînin.
Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Antony Blinken ji bo bi Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan û Wezîrê Derve Hakan Fîdan re hevdîtinê bike hat Enqereyê.
Meclîsa Leşkerî ya Hecînê ragihand ku şervanên wan Mihemed Xêr Salih El Ferêh û Ehmed Mihemed El Mela li Dêrazorê şehîd bûn.
Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên beşdarî Desteya Rûspiyan a Kantona Cizîrê bûn destnîşankirin ku çareserî wê bi diyaloga navxweyî pêkan e û diyar kirin ku ew li gel QSD’ê…
Xelkê li Minbicê ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî xwepêşandan li dar xist.
Li Reqayê dema al dihat daliqandin, komek gule li Hêzên Ewlekariya Hundirîn û kesên derdorê barandin. Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn provokasyona birîndarkirina 43 kesan şermezar kir û banga…
Li gor lêkolîna zanyaran germahiya gerstêrka me di sala 11’emîn de jî ji asta global derbas bû.
Parêzvanên mafên mirovan di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de li ber Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de daxwaza serbestberdana Nîmet Tanrikûlû û Hatîce Onaran ên…
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ku piştî serdana Partiya Saadetê axivî, diyar kir ku Kurd ji bo herêmê garantî ye, ne gefa ewlekariyê ye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endama wan Pelşîn Qamişlo şehîd bû.
Cenazeyê şervanên QSDˋê şehîd Şadî Ebûd ku li Minbicê di encama êrîşa çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şehid bû, li kantona Reqayê hate veşartin.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di pevçûnên ku piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Minbic û Bendava Tişrînê derketin de,…
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê ala Sûriyeyê bê daliqandin.
Şewata Franklînê ya ku li Malibuyê didome, belavî 4 hezar donum erd bû, 6 hezar 300 kesan malên xwe terikandin.
Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de işaret bi girîngiya xwedîderketina li Rojava hate kirin.
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan anî ziman ku Rêber Apo gotiye, "Li pêşiya me pêvajoyeke dîrokî heye; Em dikarin vê pêvajoya dîrokî veguherînin aştiyeke bi rûmet."

Têkevin hesabê xwe