Lêkolînerên Zanîngeha UCLouvain a li Belçîkayê daneyên li ser mercên jiyanê yên mirovên 50 salî û di ser re yên li 12 welatên Ewropayê lêkolîn kir û bandora aktîvîteyên fîzîkî û şêweyê xwedîkirinê li ser tenduristiyê da ber hev.
Li gorî lêkolînê, aktîvîteyên fîzîkî yên di heman astê de ji mêran bêhtir bi kêrî tenduristiya jinan tê. Li hemberî vê yekê jî hate tespîtkirin ku bandora erênî ya fêkî û zebze ya li ser tenduristiyê li ser mêran hîn bêhtir e.
Li gorî daneyên din ên li nava lêkolînê, ji bo rîska nexweşiya dil a koronerê di asta ji sedî 30 de bê kêmkirin, pêwîstiya jinan bi 250 deqe aktîvîteyên fîzîkî heye, lê ya mêran bi 530 deqeyî heye.

