Pêşnûme qanûna ji 12 xalan a ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hate amadekirin û li nava raya giştî weke “qanûna çarçoveyê” tê naskirin, li Civata Giştî ya Meclîsê bi 468 dengan hate qebûlkirin. Fermîbûna qanûnê bi şertê wê yekê ve hate girêdan ku divê Desteya Ewlekariya Mîllî (MGK) tespît bike ku hemû avaniyên ser bi PKK/KCK’ê ve xwe fesix kiriye û bi temamî çek danîne.
Di sererastkirina qanûnî de ku ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoyê weke gaveke krîtîk tê dîtin, ‘mafê hêviyê’ cih negirt ku ev mijar yek ji sernavên herî girîng ên pêvajoyê tê dîtin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û siyasetmedar Çaglar Demîrel mijar ji ajansa me re nirxand.
‘CARA YEKÊ YE KU LI MECLÎSÊ ÇARÇOVEYEKE HIQÛQÎ TÊ DIIYARKIRIN’
Çaglar Demîrel diyar kir ku cara yekê ye ku dewlet li meclîsa xwe meseleya Kurd li ser zemîneke hiqûqî nîqaş dike, lewma qanûna çarçoveyê girîng e û got, “Qanûna Çarçoveyê bû qanûneke welê ku dewleta Komara Tirkiyeyê di nava ewqas salan de cara yekê ye ku dişîne Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê. Yekemcar e ku têkildarî siyaseta demokratîk û hiqûqî çarçoveyek tê diyarkirin. Pirsgirêka Kurd di herikîna dîrokê de li ser polîtîkayên înkar, asîmîlasyon, tinekirin û qirkirinê hate nirxandin. Meclîs ji ber xwe ve neçar nema ku vê pirsgirêkê nîqaş bike. Di encama têkoşîna bi salan a Tevgera Azadiyê ya Kurd de gihîşt vê astê. Ya ku bû sedema vê jî têkoşîna Tevgera Kurd e. Bi berxwedana bêhempa ya Rêberê Gelê Kurd, bi têkoşîn û muzakereya wî gihîşt vê nuqteyê.”
‘EV PÊVAJO BANDORÊ LI ROJHILATA NAVÎN DIKE NE TENÊ LI TIRKIYEYÊ’
Çaglar Demîrel diyar kir ku pêvajo nabe ku tenê di çaçroveya sînorên Tirkiyeyê de bê nirxandin, bûyerên li Rojhilata Navîn jî di afirandina qanûna çarçoveyê de bi bandor bû û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Ev pêvajo di nava pêvajoyeke welê de ye ku bandorê li konjonktura Rojhilata Navîn dike. Ev hemû rewşeke welê nîşan dide ku avakirina qanûna çarçoveyê ferz kir. Bi serê xwe rewşeke girîng e ku hebûna pirsgirêka Kurd hatiye qebûlkirin. Lê belê pirsgirêkeke ewçend dîrokî û kûr bi qanûneke bi tenê çareser nabe. Her kes zane ku qanûneke ewçend mezin tenê bi qanûnekê, bi qanûneke çarçoveyê çareser nabe. Li gel vê yekê jî gava hatiye avêtin ji bo pêşveçûna pêvajoyê girîng e.
Dema mirov bala xwe dide ser naveroka wê, gelo bersivê dide daxwazan? Bêguman na. Ji aliyê ziman, uslûb, nêzîkatî û gotinên wê ve gelek aliyên xwe hene ku divê bêne rexnekirin. Ne qanûneke çarçoveyê ye ku nêzîkatiyeke çareserkirina pirsgirêkê datîne holê. Em dikarin bibêjin ku çarçoveyeke ku nîşan dibe, bê ji niha û pê ve wê pêşî li veke, çi bi xwe re bîne. Ya girîng qanûneke kokê ye. Divê gulî û şaxên vê berfireh bibe û di nava hemû beşên civakê de bi cih bibe.”
‘AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO DIVIYABÛ DI NAVA QANÛNÊ DE CIH BIGIRTA’
Aktîvîsta TJA’yê ragihand ku yek ji kêmasiyên herî girîng ên qanûna çarçoveyê ew e ku li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di qanûnê de tiştek nehatiye destnîşankirin û got, “Bendewarî ew bû ku Rêberê Gelê Kurd ê ku weke muzakerevan tê dîtin û bi salan e li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdkirî ye, di nava vê qanûnê de hebûya. Rewşeke bê qebûlkirin nîne ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad nebûye û gotinek beriya sala 2005’an di qanûnê de hatiye hiştin. Ev gavek e. Em di wê bawweriyê de ne ku ev qanûna çarçoveyê dikare bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd. Em hêvî dikin ku di dema herî kurt de qanûnên din bêne derxistin û ev yek bê berfirehkirin.”
‘JIN HÊMANA ESASÎ YA PÊVAJOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK E’
Çaglar Demîrel bi bîr xist ku di dema amadekariya qanûna çarçoveyê de TJA û tevgera jinan a Tirkiyeyê têkildarî nirxandina pêvajoyê ji aliyê jinan ve gelek daxuyanî dan û got, “Jin hêmana esasî û pêşenga Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Em ji tecrûbeyên pêvajoyên beriya niha bi wateya nebûna navê jinê zanin. Lê belê hêmana esasî û pêşenga Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jin e. Ez dixwazim vê yekê careke din destnîşan bikim. Di pêvajoyeke aştiyê de ku jin tê de nebe çareserî pêk nayê.”

