Çîroka Mexmûrê yek ji mînakên şênber ên koçberî, sirgûnê û di heman demê de têkoşîna hebûnê ya bi berxwedana kolektîf e. Çîroka wan mirovan e ku ji destpêka salên 1990’î û pê ve ji warê xwe bûn, ji gundê xwe dûr ketin. Ev çîrok ne tenê guhertina cihekî cografîk e, çîroka pêvajoyeke avakirina nasname û qadeke jiyanê ji tinebûnê ye. Bi rastiya sirgûn û koçberiyê ya ji zêdeyî 30 salan afirî ye.
KOÇBERIYA JI NEÇARÎ Û SIRGÛN
Di salên 1990’î de bi valakirina gelek gundên li Bakurê Kurdistanê, bi hinceta ewlekariyê bi hezaran mirov ji cih û warê xwe bûn.
Beşek ji wan mirovan destpêkê berê xwe dan ser sînor, piştre jî derbasî kampên li Başûrê Kurdistanê bûn.
Li kampên Ertûş, Nînowa û hwd. di sala 1998’an de li Mexmûrê bi cih bûn ku şert û mercên çolê lê serwer bû.
BERDÊLÊN GIRAN Û ÎRADE
Têkoşîna li hemberî mercên giran ên xwezayê, nebûna binesaziyê û avhewaya çolê, pergala civakî ya ku gel bi derfetên xwe ava kir, bi dibistan û saziyên xwe veguherî ‘hinceteke hebûnê’.
Ji bo nifşên ku dûrî xaka xwe mezin bûn Mexmûr hem bû malek ku lê ji dayik bûn û mezin bûn, hem jî nîşaneya hesreta welêt. Êşa ji ber dûrketina ji warê xwe û jiyana hevpar a li dora vê êşê hate afirandin, rastiya herî mezin e ku bûyerên qewimî neyên jibîrkirin û ji nifşan re bê ragihandin.
Çîroka Yadê Xanê destaneke giran e ku hîcran û êş di nav hev de ye. Çîroka dayikekê ye ku ji warê xwe koçber bû û barê koçberiyê hilda ser milê xwe. Bû dayikek ku bi hezkirina mezin a ji zarokên xwe, bi hesreta li gundê xwe û bi yekkirina vê hesretê bi koçberiyê re bû sembola têkoşîn, hêvî û berxwedêriyê.
Ev vegotina destanî ku ji heft heta heftê salî xwe digihîne dilê her kesî, çîroka dilsoziya dayikekê ya bi ax, ziman, çand û têkoşîna xwe ye. Ev rêwîtiya ji rêyên zehmet ên rabirdûyê digihêje Mexmûrê, nîşaneya herî pak a dilsozî û hezkirina wê ya ji bo Rêber Apo ye. Wê hestên xwe bi huner, stran û dengê xwe yê bedew nemir kir û hebûna xwe bi vê hezkirinê re kir yek.
Sebra wê ya ji bo dîtina Rêber Apo kir ku li ber her zor û zehmetiyê rabe. Wê bi vê baweriyê xwe gihand van rojan, her kêlî û hesta xwe jî bi vê dilsoziyê afirand.
Belê, Yadê Xanê ev dilsoziya xwe ya qewîn di dilê xwe de ava kiriye. Hezkirina ji Rêber Apo li nuqteyekê gihand hev û bi vê hezkirinê xurt kir. Di dilê têkoşîna sê salan de bêyî ku kêliyekê jî dudil bibe cihê xwe gir tû ev bexwedan heta roja îro bi biryardariyê dewam kir. Ji ber vê yekê her êvarê jinûve tevlî vê çalakiyê dibe. Ev yek nîşaneya herî zindî ya hezkirin û dilsoziya wê ye. Ji wê şewqa di çavên wê de û hestên wê tê dîtin bê dilsoziya wê ya bi Rêber Apo re ji dil e.
Yadê Xanê dibêje, “Hebûna min, hilmstandina min, dengvedana min a bi vî zimanî ew e. Vegotina deynê wefayê ji bo wî dişibe hewldana komkirina okyanûsê di tasekê de. Heta ku ew azad bibe ez ê her cihê lê me bikim navnîşana berxwedanê, vê sekna xwe heta bi hetayê dewam bikim. Ev yek soza min e. Ev têkoşîn her gaveke ji bo azadiya wî ye.
‘EZ Ê DEST JI DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO BERNEDIM’
Bi tena serê xwe bimînim jî heta azadiya Rêberê xwe ez ê nesekinim. Ew ji bo min ronahî ye; ev ronahî bi rastiya heqîqeta hebûna jinê re dibe yek. Ev berxwedana min têkoşîneke ku ruhê jinê lê tê neqişandin. Ez wê baweriya pîroz a li dilê min neqişî ye, li goşeya herî kûr a kesayetiya xwe bi îradeya qewîn a Rêber Apo hildigirim.
Ez weke jinekê fikirê wî di ruh, beden û lêgerîna xwe ya azadiyê de dineqişînim. Pêşvebirina têkoşîna jinê mîsyoneke pîroz e ku Rêber Apo bi xwe da ser milê me. Ji ber ku ruhê vê berxwedanê ji wî werdigirim, têkoşîna xwe her tim bi agirê dilê xwe dikim yek; aqil, ruh û bedena xwe bi vê biryardariyê dikim yek.
Çiqasî dewam bike bila bike, ez ê çalakiyê heta pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk tînim. Heta ku ew roja azadiya wî bê, soz didim ku vê meşa pîroz bênavber dewam bikim.”

