Şemî, 11 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbestvan Ahmet Tellî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ûçar: Divê dewlet di pêvajoya aştiyê de tercîha xwe bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nafî Ergun piştî 30 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê zarokekî Kurd qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ÎHD’ê ‘Rapora Şopandina Pêvajoya Aştiyê-PKK’: Banga ji bo reforma demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Elmanya ji beregeha xwe ya leşkerî ya li Hewlêrê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez dayika Serok im, dayika Kurdistanê me’ jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana taziyeya gerîlayê YRK’ê Halîl Çîçek hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê hewldaneke girîng: Konferansa ‘Entegrasyona Demokratîk’ tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandarê YRK’ê: Em ji bo avakirina artêş û fermandariya hevpar a Kurdî amade ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Ji bo Konferansa Navendî ya Jinan me dest bi amadekariyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avakirina welatekî demokratîk bi beşdariya jinan dest pê dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji ber koça dawî ya Selvî Tepe sersaxî xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hollanda tundiya psîkolojîk û kontrola bi zorê wê weke sûc bibîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêwregê meşa li dijî êrîşa zayendî ya li ser jinan: Bersûc bên darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çek hatin şewitandin, dewletê gav neavêt
Rojane

Çek hatin şewitandin, dewletê gav neavêt

Koma Aştî û Civaka Demokratîk salek berê bi merasîmekê çek şewitand. Tevî salek derbas bû jî, dewleta Tirk biryara "Mafê Hêviyê" ya DMME’yê bi cih neanÎ, "Qanûna Çarçoveyê” pêşkêşî meclisê nekir û şert û mercên xebat û jiyanê yên Rêber Apo baştir nekir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 19 dq.
Parvekirin

30 endamên “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” bi bin serokatiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, di 11’ê Tîrmeha 2025’an de li Şikefta Casenê ya Silêmaniyê çalakiya şewitandina çekan pêk anî, peyama: “Ji niha û pê ve bi armanca têkoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbaza siyaseta demokratîk û rêbazên hiqûqî bimeşînin û li ser bingeha derxistina qanûnên entegrasyona demokratîk em çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha dikin.”

Ev gav bi banga fesixkirina PKK’ê û bidawîanîna têkoşîna çekdarî ya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a 27’ê Sibata 2025’an ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, hat avêtin. Di peyama 30 gerîlayên ku çalakiya wan li çaraliyê cîhanê hatin nîqaşkirin de ev tişt derketin pêş: “Em hêvî dikin ku her kes, hemû gel û mirovahî ev gava ku me ber bi aştî û demokrasiyê ve avêtiye bibîne, fêm bike û teqdîr bike. Em bang li hemû hêzên herêmî û cîhanî yên ku ji êşa gelê me berpirsiyar in dikin ku rêzê li mafên neteweyî yên rewa yên gelê me bigirin û piştgiriyê bidin pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk. Em di serî de bang li jin û ciwan, karker û kedkaran û hemû hêzên demokratîk û sosyalîst dikin ku vê gava dîrokî ya ku me avêtiye fêm bikin û bi gelê me re di nava hevgirtinê de bin. Dîsa em bang dikin ku ji bo  azadiya fîzîkî ya Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bêhtir têkoşîenek çalak bimeşînin, di asta cîhanî de têkoşîna enterneasyoalist a sosyalîst a demokratîk û hevgirtinê pêş bıxin û xurt bikin.”

PÊVAJO BELAVÎ DEMÊ KIRIN

Lê dewlet Tirk tevî ku salek derbas bûye jî, biryara “Mafê Hêviyê” ya DMME’yê ya derbarê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de bi cih neaniye û ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk bê çareserkirin gav neavêtiye. Her wiha zêdetirî 40 roj in hevdîtinên bi Rêber Apo re asteng dike û pêşnûmeya qanûnê ya veguherandina hiqûqî ku di raya giştî de wekî “qanûna çarçoveyê” tê zanîn pêşkêşî meclisê nake.

Lê Tevgera Azadiya Kurd ji çalakiya 11’ê Tîrmehê û vir ve gelek gav avêtin û destnîşan kir ku çareserî tenê bi diyalogê pêkan e. Dema ku em hem li gavên aştiyane yên tevgerê û hem jî li peyamên ku Rêber Apo di vê pêvajoyê de şandiye dinêrin, em eşkere dibînin ku dewleta Tirk li şûna çareseriyê, pêvajoyê belavî demê dike.

DIVÊ KOMÎSYON BIXEBITE

Tevî ku Tevgera Kurd û Rêber Apo ji bo pêvajoya saxlem bimeşe berpirsyariyên xwe bê kêmenî bi cih anîn jî, dewleta Tirk ji komîsyonek ku ji partiyên siyasî pêk tê û li bin banê meclisê hatiye avakirin û ji civînan pêvtir gavek şênber neavêtiye. “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” ku di 5’ê Tebaxa 2025’an de hat damezrandin, civîna xwe ya yekem li dar xist. Komîsyonê armancên xwe yên sereke wekî “Terorê bi tevahî ji rojeva welat derxînin”, “misogerkirina entegrasyona civakî” û “bilindkirina standardên demokratîk” destnîşan kir û di civîna veşartî ya 8’ê Tebaxê de Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin hatin guhdarkirin.

Serokê Komîsyonê û Serokê TBMM’ê Numan Kurtulmuş, di daxuyaniya 24’ê Kanûnê de diyar kir ku komîsyonê 19 civînan de 58 rûniştin li dar xistine, 86 saet xebitiye, 135 kesan guhdar kiriye û 4 hezar û 139 rûpel girtek hatiye girtin. Di heman civînê de dema komîsyonê ji 31’ê Kanûna 2025’an û pê ve ji bo 2 mehan hat dirêjkirin. Rapora dawînî ya komîsyonê di 18’ê Sibata 2026’an de bi piraniya dengan (47 deng erê, 2 deng li dijî, 1 deng bêalî) hate pejirand. Lê rapor bi kêmasiyên mezin tijî bû; peyva “pirsgirêka Kurd” hatibû derxistin, tenê behsa “pirsgirêka terorê” hatibû kirin. Rasterast cih nedabûn peyva “Mafê Hêviyê”, lê çarçoveyek li gorî dadweriya DMME’yê û Dadgeha Destûrî hatibû xêzkirin. Ev rapor di warê rêzikname û pêkanîna qanûnî de ne xwedî girêdarî bû. Di raporê de ji bo pêvajoyê “teyît û tescîla” bêçekkirina PKK’ê wekî “astek krîtîk” derke pêş. Lê Tevgera Kurd gelekî berê biryar dabû ku têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye.

NE ‘EFÛ’ QANÛNÊN TAYBET

Tevgera Azadiya Kurd, piştî avakirina komîsyonê daxuyanî da û diyar kir ku ne “efû” qanûnên taybet şert in. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok di civîna çapemaniyê ya ku di 26’ê Cotmeha 2025’an de li Qendîlê hate lidarxistin de bi helwesta xwe bi zelalî danî holê û ragihand ku “Ew ê hemû hêzên yên li nav sînorên Tirkiyeyê ku xetereya pevçûnê çêdikin û rê li ber provokasyonên muhtemel veke wê ji Tirkiyeyê vekişînin”. Ok got ku “Divê li beramberî tiştên ku me wekî tevgerê kirine di aliyê hiqûqî de hin tiştan bibînin” û wiha berdewam kir: “Em jî qanûnên taybet ên ji bo PKK’ê yan ji bo pêvajoyê dixwazin. Ne efûyek, têkoşîna 50 salî me aniye vê rojê. Bi saya hewldanên mezin ên Rêber Apo, em di qonaxek pir girîng de ne. Dibe ku tenê hin qanûn û guhertinên taybet ji bo vê yekê hebin. Ev taybet û bêhempa ye.”

BILA STATUYA FERMÎ YA RÊBER APO BÊ NASKIRIN

Hêzên PKKê  li hemberî provokasyonên muhtemel paşve vekişiyan û bi wayekî zelal daxwaza qanûnên taybet anîn ziman. Lê dîsa aliyê Tirk taktîka dirêjkirina pêvajoyê xist dewrê. Di vê navberê de şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkiliyên xwe bi rayedarên dewletê re berdewam kir û xetên sor ên Kurdan anî ziman. Lê di pratîkê de, nîşana herî piçûk a guhertinê çênebû.

Rêveberiya Tevgera Apoyî derbarê salvegera yekem a kongreya fesixkirina PKK’ê û “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” di 5ê Gulana 2026’an de li Herêmên Parastina Medyayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de diyar kir ku divê demildest şert û mercên xebat û jiyana azad a ji bo Rêber Apo bê misogerkirin. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû û Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ku beşdarî civînê  bûn, ev peyam dan: “Kengî statuya Rêber Apo diyar bibe û şert û mercên xebata azad misoger bibe wê demê dikarin behsa pêşveçûna pêvajoyê bikin.” Lê ev daxwaz jî bi cih neanîn.

BETLANEYA MECLISÊ HAT PAŞXISTIN

Gelê Kurd tevî ku ewqas dem derbas bûye jî, ji aliyekî ve ji bo gav bê avêtin çalakiyan li dar dixin û çalakî û  ji aliyê din ve jî li benda qanûna ku li meclisê derkeve ye.  Êdî dema hevdîtinên ji bo “Qanûna Çarçoveyê” û 12’emîn Paketa Darazê hatiye. Meclisa ku diviyabû di 1’ê Tîrmehê de bikeve betlaneyê, ji ber hevdîtinên pêvajoyê bêyî ku navberê bide xebatan biyara berdewamkirina xebatan da. Hevdîtinên li ser 12’emîn Paketa Darazê bi dawî bûn û daxwaz hat qebûlkirin; lê li Lijneya Giştî ya Meclisê nîqaşên sereke yên li ser bendên qanûnê hîn neqediyane û paket hîn nebûye qanûn. Piştî Lûtkeya NATO’yê ya ku di 7-8’ê Tîrmehê de li Enqereyê pêk hat, tê payîn ku nîqaşên sereke di 14’ê Tîrmehê de bên kirin.

NÎQAŞÊN QANÛNA ÇARÇOVEYÊ

Ne diyar e ku wê hevdîtinên “Qanûna Çarçoveyê” kengî pêk werin û qanûn wê çi bigire nav xwe. Eşkere ye ku dewleta Tirk di vî alî de hem li ser Rêber Apo û hem jî li ser Tevgera Azadiya Kurd ferzkirinan dike. Her çiqasî medyaya Tirk îdîa dike ku li Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin têne kirin, lihevkirinek hatiye kirin û PKK ji gelek deveran vekişiyaye jî, ev yek di rastiyê de ti berambariyek wê tineye. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di daxuyaniya 3’ê Tîrmehê de diyar kir ku derbarê “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de gelek dezenformasyon belav dibin û got: “Em dem bi dem rastî îdîa û nûçeyên bêbingeh ku dibin sedema bêhêvîtiyê tên û em dibînin ku rayedar ji dayîna daxuyaniyan dûr dikevin. Berî her tiştî em bang li wan dikin ku dev ji vê yekê berdin.”

Dogan diyar kir ku di hevdîtina şandeya DEM Parti ya bi AKP’ê re pêşnûmeqanûn nehatiye parvekirin û wiha got: “Em çarçoveya qanûnê nizanin. Em naveroka wê nizanin. Tevî israra me jî, hîn jî pêşnûmeqanûn bi me re nehatiye parvekirin. Em çawa dikarin piştrast bikin ku pêşnûme bi Birêz Ocalan re hatiye nîqaşkirin û Birêz Ocalan wê pejirandiye? Gel çawa dikare xwe bigihîne vê agahiyê?”

HEVDÎTINA BI RÊBER APO RE TÊ ASTENGKIRIN

Aliyê herî girîng a ku Dogan balê dikşîne ser ew e ku zêdetirî 40 roj in bi Rêber Apo re hevdîtin nayên kirin. Dogan got, “Şandeya me 40 roj in bi Birêz Ocalan re hevdîtin nekiriye. Mixabin, bersiveke erênî nedane daxwazên me yên hevdîtinê. Parêzerên jî nikarin hevdîtinê bikin. Malbat di vê demê de hevdîtin nekiriye.” Herî dawî di 24’ê Gulanê de bi Rêber Apo re hevdîtin hatibû kirin.

‘EM EMRÎWAKIYÊ QEBÛL NAKIN’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku qanûna ku bêyî bi Rêber Apo re nîqaş bikin û nêrînên Tevgera Azadiya Kurd neyê girtin wê komplo be. KCK’ê daxuyand ku xuyaye li ser dewletê prosedûra lihevkirî nehatiye xebitandin û got, “Piştî civîna 24’ê Gulanê, pêşniyarên ku ji hêla Rêber Apo ve hatine pêşkêşkirin wê ji hêla hikûmetê ve bihatana nirxandin. Wê ev nirxandin ragihandina Rêber Apo û encamên wê ji Tevgera me re bihata ragihandin. Ji wê rojê heta niha, ti ragihandin an pêşveçûnek ku were nirxandin çênebûye. Di mijarek ewqas dîrokî û girîng de tecrîda li ser Rêber Apo berdewam dike, di nava vê demê de qet agahiya Tevgere me ya Azadiyê çênebûye.”

KCK’ê bertek nîşanî daxuyaniya Numan Kurtulmuş “Qanûna ku were derxistin qanûnek serbixwe û demkî ye. Yanî ev qanûna demkî wê endamên rêxistinê yên fesixbûyî bigire nav xwe. Wê tenê carekê derkeve. Yên ku piştî demek diyarkirî werin dê jê sûd werbigirin. Derî wê ji bo yên ku neyên were girtin”  da û hişyarî da ku helwesta li hember şervan û rêveberiya Tevgerê dê wekî xwe bimîne û nêzîkatiyek cûda wê pêvajoyê sabote bike.

KCK’ê peyama “Bi derxistina qanûnek mîna ‘Qanûna vegera malê’ re nabe nêzîkatiya çareseriya demokratîk a tevahî û ne gelê me û ne jî avaniya rêxistina me vê yekê qebûl nakin.” KCK’ê daxuyand ku ger dixwazin pirsgirêka sed salî, pevçûna pêncî salî û pirsgirêkên veqetînê çarese bikin divê têgihîştinek û nêzîkatiyek rast were nîşandan.

BI FERZKIRINAN NABE

Her wiha endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan diyar kir ku şandeya dewletê bi Rêber Apo re hevdîtin pêk aniye û ji ber negihiştiye encamekê tecrîd berdewam dike. Karayilan di daxuyaniya 6’ê Tîrmehê de destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide qanûna xwe li ser Rêber Apo ferz bike û bide qebûlkirin.

Karayilan got; “Divê qanûnek berfireh be û divê ev pirsgirêka dîrokî ya sedsalî çareser bike. Divê bi vê zihniyetê were çareserkirin. HEta ku rêberê gelê Kurd di zindanê de be, gelê Kurd azad nabe. Nêrîna gelê me, gerîlayên me û Tevgera me ye wiha ye.” Karayilan got ku tecrîd rê li ber fikar û metirsiyê vedike.

DIVÊ QANÛN TEVGIR BE

Aliyê Tirk dixwaze qanûnê bi hişmendiya ha dîtin qedandin bidin qebûlkirin û pêşniyarên Rêber Apo ji bo qanûnê bûne mijara meraqê. Cîgirê Hevserokê DEM Partiyê Tayîp Temel di demek nêz de daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku hin xetên sereke yên Rêber Apo hen û nîqaşên li ser mijarê zelal kir û got, “Ya yekem, divê qanûn hemû kesan bigire nav xwe. Qanûna ku fermandaran negire nav xwe şervan wê cîdî nagire. Ya duyemîn, nîqaşa ‘kesên sûc kirine an nekirine’ pir nehewce ye. Jixwe PKK rêxistinek derqanûnî ye. Ji ber vê yekê, yên bûne endamê wê wekî sûcdar hatine îlankirin. Ya sêyemîn, divê qanûnek berfireh û demdirêj ku Birêz Ocalan jî di nav de her kesê ku ji PKK’ê re tên darizandin bigire nav xwe. Yan din jî divê Birêz Ocalan vê pêvajoyê di bin şert û mercên azad de bi rê ve bibe. Lê hîn jî di şert û mercên Birêz Ocalan de ti guhertin çênebûye.”

JI BO SERKETINA PÊVAJOYÊ

Di nava pêvajoya salekê de hem Rêber Apo û hem jî Tevgera Azadiya Kurd  gelek caran anîn ziman ku serketina vê pêvajoyê di serî de azadiya fîzîkî ya sermuzakerevan Rêber Apo bê misogerkirin. Piştre bi taybetî “Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê” were guhertin, madeyên “qanûna çarçoveyê” werin ji raya giştî re bûn eşkerekirin û ev made berfireh û misoger be.

PEYAM Û HIŞYARIYÊN RÊBER APO

Rêber Apo wekî ku xalên me li jor destnîşan kirin û di esasê xwe de ji destpêka pêvajoya ku di sala 2024’an de hat destpêkirin ve hem bi rêya malbat û parêzerên xwe û hem jî bi rêya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê gelek peyam şand. Her peyam hem wekî hişyariyek ji bo aliyê Tirkî û hem jî wekî nexşerêyek ji bo serkeftina pêvajoyê bû.

Di peyama yekem a di sala 2024’an de bi rêya biraziyê xwe û parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan şandibû de got, “Ger şert guncaw bin, ez xwedî hêza teorîk û pratîkî me ku vê pêvajoyê ji pevçûn û tundûtûjiyê veguherînim pêvajoyek hiqûqî û siyasî.” Pêwîstiya vê peyamê tevî pêvajoyê jî nehatiye bicihanîn. Mîna ku Rêber Apo tenê carekê bi peyamek dîtbarî, name û bi rêya şandeyê bi civakê re têkiliyê datîne, îro ji bo rola xwe bilîze şert û merc nayên afirandin.

ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK

Dîsa di peyamên ku demên cuda bi rêya şandeyê ji raya giştî re şand de bal kişand ser pêwîstiya pêvajoyê bînin ser zemîna hiqûqî. Di hevdîtina şandeyê ya 2’yê Kanûna 2025’an de, bal kişand ser “Qanûna Aştiyê” û got, “Ev pejoya demkî ya ku em tê de ne divê xwe pispêre hiqûqa tevahî, bi pêkanîna qanûnek aştiyê ya bêhempa wê tundûtûjiya siyasî û destwerdana dijî demokratîk ji rojeva Tirkiyeyê derkeve.” Bi gotina “Em dikarin ji vê re bibêjin qanûna derbasbûna sedsala aştiyê” bal kişand ser pêwîstiya qanûna çarçoveyê ya nû. Her wiha bi bîr xist ku  gelê Kurd dikare “bi rêya hiqûqê beşdarî komarê bibe” û ji bo pêvajoya ev pênase kir: “Pêvajoya avakirinê ya yekîtiya civakî.”

MANTIXÊ TASFIYEYÊ BÊ ENCAM E

Di hevdîtina 16’ê Sibata 2026’an de bi gotina “Nêzîkatiya  li ser mantixê tasfiyekirina terorê ne çareseriya siyasî, “bê çareseriyê îfade dike” rapora komîsyonê rexne kir. Rêber Apo anî ziman ku divê pênaseyên hemwelatiyê azad û yekîtiya demokratîk di destûrê de hebin û got “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoyek e ku bi timî xwe ji nû ve dinirxîne, stratejî û taktîkên xwe diyar dike.”

DIVÊ QANÛNÊN AŞTIYÊ HEBIN

Û di peyama salvegera yekem a banga 27’ê Sibatê de şandiye de got “Divê dewlet li hember veguherîna demokratîk hesas be.” Rêber Apo bal kişand ser pêwîstiya derbasbûna ji “qonaxek neyînî ber bi qonaxek erênî” û ev tişt destnîşan kir: “Entegrasyona demokratîk herî kêm bi qasî destpêka komarê girîng e. Ew bangek e ku bi qasî komarê bi wate, pêşeroj û hêz e. Di bingeha wê de modela civaka demokratîk heye. Alternatîfa li hemberî rêbazên parçeker an jî berevajî wê asîmîlasyonîst e. Derbasbûna entegrasyona demokratîk qanûnên aştiyê hewce dike. Çareseriya civaka demokratîk jî di aliyên siyasî, civakî, aborî û çandî de mîmariyê û bicihanîna hiqûqê pêşbînî dike.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

TEV-ÇAND: Kadîr Înanir dostê gelê Kurd bû

TEV-ÇAND'ê işaret bi dostaniya Kadîr Înanir a bi gelê Kurd re kir û got, "Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Kanada pêkanînên li ser Sûriyeyê sivik dike

Kanadayê ragihand ku nêta wan heye ku pêkanînên malî yên li ser Sûriyeyê sivik bike…

Ji aliyê Stêrk TV

Di doza ‘heqeret li serokkomariyê’ de ceza li Demîrtaş hat birîn

Derbarê Hevsreokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de bi îdîaya ‘heqeret li serokkomar’ kiriye doz…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Efrînê cenazeyê kesekî ku li zeviyên zeytûnan hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Helbestvan Ahmet Tellî jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?