Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Koma Aştî û Civaka Demokratîk salek berê bi merasîmekê çek şewitand. Tevî ku di ser şewitandina çekan de salek derbas bû jî, dewleta Tirk biryara “Mafê Hêviyê” ya DMME’yê bi cih neaniye, “Qanûna Çarçoveyê” pêşkêşî meclisê nekiriye û şert û mercên xebat û jiyanê yên Rêber Apo baştir nekiriye.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li navenda partiyê civîna çapemeniyê li dar bixe.
Rojnamevan Tugçe Tatarî diyar kir ku merasîma şewitandina çekan a li Casenê qonaxekî dîrokî ye û anî ziman ku ji bo pêvajo veguhere aştiya mayînde divê gavên qanûnî bên avêtin û ji bo hemû aliyan rêyên têkiliyê werin vekirin.
Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz diyar kir ku Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk li dijî modernîteya kapîtalîst jiyana komunal a li ser eksana jinê esas digre û anî ziman ku avakirina sosyalîzmê ji azadiya jinan derbas dibe.
Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane, saziyên jinan û hiqûqnas diyar dikin ku lêpirsîn baş nayên birêvebirin û gelek dosya di bin navê ‘’xwekuştinê’’ de tên girtin.
Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên winda û girtiyan bên şopandin.

