Sêşem, 10 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Daxwaza berdana girtiyan hat kirin: Divê aştî pêşî di deriyê girtîgehan re derbas bibe 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di teqîna kargeha Îzmîrê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qersê ji bo girtiyan çalakî: Heta zindan vala nebin aştî pêk nayê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan: ‘Abdullah Ocalan koordînatorê pêvajoyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 21’emîn salvegera êrîşa li ser Pirtûkxaneya Umut de banga heqîqet û edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çukurova TUHAY-DER: ‘Azadiya girtiyên jin nabe bê taloqkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser şopa Şaristan…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Baneyê aktîvîstê Kurd hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk ji baregeha dagirkeriyê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymana Doza Êzidiyan: Îdareya Şengalê divê demildest were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li gelek bajaran banga 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji CHP û DEM Partiyê peyama ‘hilbijartina navberê’ û ‘karê qanûna hevpar’
Rojane

Ji CHP û DEM Partiyê peyama ‘hilbijartina navberê’ û ‘karê qanûna hevpar’

Serokwekîlê Koma CHP'ê Gokhan Gunaydin got, hilbijartina navberê êdî bûye mecbûriyeteke destûra bingehîn. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî bang li partiyên siyasî kir ku zemîna muzakereyê xurt bikin, pêşniyarên qanûnî bi hev re amade bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Gulan 2026 Dema xwendinê: 2 dq.
Parvekirin

Heyetên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Gel a Komarê (CHP) piştî hevdîtina li Meclîsê daxuyanî dan çapemeniyê.

Cîgira Serokwekîla Koma CHP’ê Gul Çîftçî, Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Gokçe Gokçen û Serokwekîlê Koma CHP’ê Gokhan Gunaydin di çerçoveya zextên li ser muxalefetê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serdana Koma DEM Partiyê ya li Meclîsê kirin. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, parlamenterên DEM Partiyê Ayten Kordu û Saruhan Oluç di hevdîtinê de cih girtin.

Piştî hevdîtinê nûnerên her du partiyan daxuyanî da. Serokwekîlê Koma CHP’ê Gokhan Gunaydin bi lêv kir ku ew ê serdana hemû partiyên ku di parlamentê de komên wan hene bikin û got, di rojeva wan de hilbijartin heye. Gokhan Gunaydin diyar kir ku civak hilbijartinê dixwaze û li gorî xala 78’an a destûra bingehîn pêwistî bi hilbijartinê heye.

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî anî ziman ku hevdîtina wan erênî pêk hatiye û wiha got: “Di serî de ez li vir silavên xwe ji Can Atalay re dişînim. Divê demildest li gorî destûra bingehîn bê berdan û di parlamentoyê de cih bigirê. Helbet ji bo hilbijartinê destûra bingehîn li holê ye. Em ê jî di nav xwe nîqaş bikin. Em ê encamên vê civînê nîqaş bikin û bi raya giştî re jî parve bikin.”

Sezaî Temellî li ser pirsa rojnamevanan a derbarê pêvajoya Aştî û Civak Demokratîk de jî destnîşan kir ku divê Serokê Meclîse Numan Kurtulmuş înîsiyatîfê bigire ser xwe û got: “Hevseroka me ya giştî Tulay Hatîmogullari jî li ser vê mijarê duh bang kir. Pêşniyara qanûnan ji bo me ne zehmet e. Lê em dixwazin di bin banê parlamentê de pêşniyarqanûneke hevpar bikin. Banga me ji hemû partiyan re jî li ser vê yekê ye. Avabûna komîsyonê ji bo bingeha muzakereyan girîng bû. Divê ev bingeha muzakereyan careke din bê xurtkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye
Nûçeya Pişt re Meşa ber bi azadiyê ve: Li Sûrê meşa ber bi bîra kolektîf ve
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG’ê şehîd Serhed Têkoşîn bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê Semîh Kaya (Serhed Têkoşîn) ê li Zapê şehîd bû, bi rêzdarî bi bîr anî…

Ji aliyê Stêrk TV

Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Tevlîbûna jinan çiqas zêde be, demokrasiya herêmî û siyaset ewqas azad dibe

Siyasetmedar Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku cihgirtina wekhev a jinan di mekanîzmayên biryardanê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kelarê li pêşiya xaniyê rayedarekî PDK’yî teqînek pêk hat

Li Başûrê Kurdistanê li navçeya Kelar a Germiyanê li pêşiya xaniyê Berpirsê Şaxa 22’yemîn ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Daxwaza berdana girtiyan hat kirin: Divê aştî pêşî di deriyê girtîgehan re derbas bibe 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di teqîna kargeha Îzmîrê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Qersê ji bo girtiyan çalakî: Heta zindan vala nebin aştî pêk nayê!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan: ‘Abdullah Ocalan koordînatorê pêvajoyê ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?