Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê li ber Parka Baxê Giştî ya Silêmaniyê Tora 8’ê Adarê û Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê bi dirûşmeya “Bêdeng Nebin, bi Me re Bin” bi daxuyaniyeke çapemeniyê kampanyaya li dijî qetilkirin û xweşewitandina jinan da destpêkirin.
Endama Komîteya Amadekar ya Kampanyaya li Dijî Kuştin û Xweşewitandina Jinan Şede Beşîd di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û wiha got; “Zêdebûna kuştin û tundiya sîstematîk a li dijî jinan bi hinceta ‘namûs’ û kontrolê nêrînek muhafezekar û mêrsalare. Berpirsiyarên sereke yên vê rewşê çanda newekhev, minber, qanûn û dadgehin ku tundiyê teşwîq dikin û sûcdaran bê ceza dihêlin.”
Di dewamê de bal kişand ser daneyên tundiya li ser jinan û wiha axivî; “Li gorî daneyên nefermî yên Tora 8’ê Adarê, li Herêma Kurdistanê di sala 2024’an de 48 û di sala 2025’an de jî 69 jin hatine qetilkirin. Ji destpêka sala 2026’an vir ve, 57 jin hatine qetilkirin û sê jinan jî xwe kuştine; Ev rewş ji bo nirxandina rast a diyardeyê tedbîrên lezgîn û peydakirina daneyên fermî hewce dike.”
Şede Beşîr di dewamê de daxwazên sereke yên kampanyayê bi vî awayî rêz kir;
“1. Tomarkirina dozên qetilkirina jinan.
2. Nirxandina qanûnan (rewşa kesî, têkoşîna li dijî tundiya navmalê, cezakirin û bicîhanîna qanûnên Iraqê).
3. Cezakirina sûcdaran bê cudakarî.
4. Avakirina dadgeheke taybet ji bo qetilkirina jinan.
5. Peydakirina cihekî ewle, alîkariya hiqûqî, ji bo jinên ku rastî gefan tên.
6. Perwerdehiya saziyan, perwerdehiya taybet ji bo polîs, dadweran.
7. Redkirina hemû hincetên rûmet, kevneşopî an ol.
8. Beşdariya medyayê, saziyên perwerdehiyê û civaka sivîl.”
Her wisa Berpirsa Rêxistina Azadbûn û Endama Tora 8’ê Adarê, Geşe Dara Hefîd jî axivî û wiha got; “Em kampanyayek ya îmzeyan didin destpêkirn. Daxwaznameyek fermî ya Tora 8ê Adarê û Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê arasteyî desthilatdarên Herêma Kurdisatnê, aliyên navneteweyî û raya giştî dikin.”
Geşe Dara Hefîd got; “Ew daxwaza pêkanîna bêalî ya qanûnê, cezakirina demildest ya sûcdaran, redkirina hincetên ‘namûsê’, dabînkirina stargeh û parastinê ji bo jinên ku rastî gefan hatine, hesabpirsîna ji bo paşguhkariya saziyan û hişyarkirina civakê dike. Li ser vî bingehî welatiyan vedixwînin ku daxwaznameyê îmze bikin.”

