Çarşem, 25 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiya nexweş Evîn Zapsu ji girtîgehê derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîçek: Em qala aştiyeke bi rûmet dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana 4 girtiyan hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobet di roja 9’an de ye: Bi rewşa giran a li girtîgehan aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li dijî tundiyê li qadan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dadgeha Şêwirmendiyê biryara têkildarî Ekrem Imamoglu pejirand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Pênciwênê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Goran: Divê rayeyên destûrî yên Herêma Kurdistanê neyên qelskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hewlêr û Koye hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin li Taksîmê banga mezinkirina têkoşîna li dijî tundiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Wanê meşiyan: ‘Em hêz û vîna cewherî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê li dijî qetilkirinên jinan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê li dijî tundiya li ser jinan meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: Bi ti polîtîkayê nikarin îradeya me bişkînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîtînga 25’ê Mijdarê li Kobanê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Amedê meşa 25’ê Mijdarê: ‘Divê her kesên ku dixwazin bikaribin bi Ocalan re hevdîtin bikin’
Jin

Li Amedê meşa 25’ê Mijdarê: ‘Divê her kesên ku dixwazin bikaribin bi Ocalan re hevdîtin bikin’

Aktivîsta TJA'yê Ayla Akat Ata ku li Amedê di meşa ji bo 25'ê hate lidarxistin de axivî, îşaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û wiha got, "Divê derî ji bo her kesên ku dixwazin bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin, were vekirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Amedê di çarçoveya 25’ê Mijarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî bi pêşengiya TJA’yê  û bi tevlibûna hezaran meş pêk hat. Bi hezaran jinên li navçeya Peyas a Amedê hatin gel hev berbi  Parka Roboskê meşiyan. Pankarta ‘Xwebûn xeta azadiyê ye, niha dema jinê ye’, ‘Bi hêza cewherî û vîna azad niha dema jinêye’ û dovîzên ‘jin jiyan azadî’, ‘Em dixwazin bijîn’ hatin hildan. Di meşê de her wiha dirûşmeyên ‘Em bêdeng namînin, em natirsin, em serî natewînin’, Jin jiyan azadî, azad bike Rêbertî’ hatin berzkirin. 

Piştre li parka Roboskê daxuyanî hat dayîn. 

Metna daxuyaniyê ji aliyê aktîvîsta TJA’yê Bahar Peker ve hat xwendin. 

‘EM Ê NEHÊLIN KU KUŞTINA TU JINAN WERE JIBÎRKIRIN’ 

Bahar Peker destnîşan kir ku tundiya li ser jinan ne bûyerên takekesî ne, lê encama pergala serdest a mêr e û wiha got: “Em li dijî saziyên ku tundiyê vedişêrin, kujeran diparêzin û aşkerekirina rastiyê dereng dixin têdikoşin. Em ê nehêlin ku kuştina tu jinê were jibîrkirin û mirina tu jinê di tarîtiyê de bimîne.” 

Bahar Peker her wiha daxwaz kir ku girtiyên nexweş bên berdan û cezayên darvekirinê yên li dijî jinên li Îranê bên rakirin. 

‘JIN KIRDEYA DAMEZRÎNER A VÊ PÊVAJOYÊ NE’ 

Bahar Peker bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e, lê civakîbûna wekhevî, edalet, azadî û jiyana demokratîk e. Jin ne temaşevanên vê pêvajoyê ne, kirdeyên damezrîner û pêşengên wê ne.” 

‘MAFÊN JINAN NE LUTFEK E, DIVÊ BI QANÛNÎ BÊN SEPANDIN’ 

Piştî Bahar Peker, aktivîsta TJA’yê Ayla Akat Ata axivî. Ayla Akat Ata destnîşan kir ku di dirêjahiya dîrokê de hewl hatiye dayîn ku lêgerîna azadiya jinan were astengkirin û wiha got: “Di tu demê de tehemûl li hemberî lêgerîna azadiya jinan nehatiye nîşandan. Îro ev çîrok li ber Wezareta Edaletê ya li Enqereyê careke din tê nivîsandin. Hewl tê dayîn ku dengê jinan were birîn û jin bên bêdengkirin, lê jin dibêjin ‘Ez heme’. Jin dema ku bi xizanî û gelek pirsgirêkan re têdikoşin, mafên wan jî tên înkarkirin. Divê mafên jinan ne wekî lutfekê ji wan re bên pêşkêşkirin, divê zagon bên sepandin. Me destdirêjîkirina li ser mafên jinan qebûl nekiriye û em ê ji niha û pê ve jî qebûl nekin.” 

‘DIVÊ DERÎ JI BO HER KESÊN KU DIXWAZIN BI BIRÊZ OCALAN RE HEVDÎTIN BIKIN, WERE VEKIRIN’ 

Ayla Akat Ata bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û destnîşan kir ku jin bi daxwaza azadiyê derketine qadan. Ayla Akat Ata diyar kir ku pêvajo di qonaxeke girîng de ye û wiha got: “Em di rojên herî girîng ên pêvajoyê re derbas dibin. Du roj pişt re Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) dê careke din bicive. Divê ev biryara dîrokî di demeke herî kurt de were dayîn. Divê statuya Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê bibe statuyeke hiqûqî û deriyên Birêz Ocalan ji bo her kesî bên vekirin. Ev pêvajo ne pêvajoyeke ku em dikarin pişta xwe bidinê. Jin ê ji bo ku ev pêvajo bigihîje serkeftinê hemû hewlên xwe bidin. Jin ne şopînerên vê pêvajoyê ne, lê kirdeyên wê ne û tam di navenda wê de ne. Em ê vê pêvajoyê bi hev re bimeşînin û ji bo serkeftina wê hemû hewlên xwe bidin.” 

Ayla Akat Ata her wiha bal kişand ser civîna MGKê û bang kir ku ji bo çareseriyê cesaret û îradeya siyasî were nîşandan. Ayla Akat Ata destnîşan kir ku 25’ê Mijdarê ne tenê roja protesto û bibîranînê ye, di heman demê de roja ku jin bi hev re têkoşîna xwe mezintir dikin e. 

‘NIHA DEMA ÇARESERÎ, AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK E’ 

Ayla Akat Ata di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş û malbatên wan û wiha got: “Malbatên jinên girtiyên ku mafê wan ê dermankirinê tê astengkirin, nayên berdan û cezayên wan tên dirêjkirin, li ber deriyên girtîgehan û Wezareta Edaletê çalakiya xwe didomînin. Malbat ji bo zarok, hezkirî û xizmên xwe daxwaza edalet û azadiyê dikin. Ji Girtîgeha Sincanê heta Girtîgeha Kayseriyê, ji Newroz Bozkurt heta jinên girtiyên nexweş ên li girtîgehên din, pirsgirêkên ku hemû girtiyên nexweş dijîn birîneke giran a Tirkiyeyê ye. Divê ev pirsgirêk di demeke herî kurt de were çareserkirin. Niha tam dema çareseriyê ye. Em dibêjin niha dema jinan e, niha dema aştiyê û civaka demokratîk e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Girtiya nexweş Evîn Zapsu ji girtîgehê derket
Nûçeya Pişt re Jinan li Wanê meşiyan: ‘Em hêz û vîna cewherî ne’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HBDH: Berpirsyarê komkujiya Enqereyê dewleta faşîst e

HBDH got, “Berpirsyarê sereke yê komkujiya Gar a li Enqereyê dewleta faşîst e, em ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li Eyn Îsayê dibarîne

Dewleta Tirk a dagirker topbaranê li rojavayê Eyn Îsayê dike.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Luzernê atolyeya ‘Dayik û jinên ciwan’ hat lidarxistin

Endamên TekoJin û Jineolojiyê li bajarê Luzern ê Swîsreyê  atolyeya 'Dayik û jinên ciwan' li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jin li Taksîmê banga mezinkirina têkoşîna li dijî tundiya jinan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinan li Wanê meşiyan: ‘Em hêz û vîna cewherî ne’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Silêmaniyê li dijî qetilkirinên jinan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?