Siberoja perwerdehiya bi zimanê Kurdî ku 14 sal in bi fermî li dibistanên Rojava tê dayîn, di demên dawî de dîsa bûye mijareke sereke ya nîqaşê. Ji ber hikûmeta demkî ya Sûriyeyê perwerdehiya bi zimanê Kurdî di nav pergala perwerdehiya fermî qebûl nake û hewl dide bi dersên bijarte re sînordar bike, nakokiyên mezin çêdibin.
Endamê Fakulteya Zanist û Teknolojiyê ya Zanîngeha Rojava Ciwan Omer, pêvajoya pêşveçûna perwerdehiya bi zimanê Kurdî û pirsgirêkên ku îro pê re rû bi rû ne ji ANF’ê re nirxand.
JI JÊRZEMÎNAN BER BI DIBISTANAN VE
Ciwan Omer diyar kir ku di sala 2012’an de bi Şoreşa Rojava re giranî dane xebatên perwerdehiya bi zimanê Kurdî û got, di salên pêşîn de ew rastî zehmetiyên mezin hatine.
Omer got, “Pêşî me li jêrzemînên avahiyan perwerdehiya bi zimanê Kurdî didît. Paşê, me li dibistanan perwerde dewam kir. Materyal û çavkaniyên me kêm bûn, lê me dev ji têkoşîna xwe berneda.”
Omer da zanîn ku dersên bi zimanê Kurdî di destpêkê de bi çend saet dihatin dîtin, lê di encama hewlên berdewam de, Kurdî hêdî hêdî bûye beşek ji mufredata fermî ya perwerdehiyê.
‘HER GELÎ BI ZIMANÊ XWE PERWERDEHÎ DÎT’
Omer destnîşan kir ku ji sala 2014’an û vir ve di pergala perwerdeyê de gavên girîng hatine avêtin û diyar kir ku kadroyên hînkirinê yên ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî hatin amadekirin.
Omer got, “Xwendekarên Kurd bi Kurdî perwerde distandin, xwendekarên Ereb jî bi Erebî perwerde didîtin. Xwendekar dikarin zimanekî duyemîn jî fêr bibin. Modelek perwerdehiya duzimanî hate pêşxistin.”
Omer da xuyakirin ku di vê demê de dibistanên navîn û zanîngeh jî hatine damezrandin û got, perwerdehiya bi zimanê Kurdî îro jî li ser asta zanîngehê dewam dike.
LI ZANÎNGEHA ROJAVA BI SEDAN XWENDEKAR PERWERDEYÊ DIBÎNIN
Omer anî ziman ku xwendekarên ji gelên cuda li Zanîngeha Rojava perwerdeyê dibînin û destnîşan kir, ku nêzîkî 360 xwendekar li Fakulteya Zanist û Teknolojiyê qeydkirî ne.
Ciwan Omer diyar kir ku ders di beşên wekî fîzîk, kîmya, bîrkarî û mekanîkê de têne dayîn û got, “Ne tenê xwendekarên Kurd, di heman demê de xwendekarên Ereb ên ji bajarên wekî Hums, Lazkiye û Hemayê jî li vir dixwînin. Xebatên perwerdehiyê bi rêkûpêk dewam dikin.”
‘KURD TENÊ LI ROJAVA NÎNIN’
Omer da zanîn ku Kurdên li Sûriyeyê tenê li Rojava nînin û got, divê zimanê Kurdî li seranserê welêt were naskirin.
Omer got, “Kurd li Şam, Hums, Hema û gelek bajarên din jî dimînin. Divê zimanê Kurdî li seranserê Sûriyeyê were naskirin.”
‘PARASTINA ZIMANÊ KURDÎ PEYWIRA HER KESÎ YE’
Ciwan Omer di dawiya nirxandina xwe de diyar kir ku mafê zimanê dayikê mafekî gerdûnî ye û behsa girîngiya hewldanên civakî ji bo parastina zimanê Kurdî kir.
Omer got, “Mafê her kesî heye ku bi zimanê xwe biaxive û perwerdeê bibîne. Ji bo parastina zimanê Kurdî, divê em zimanê xwe li malê, li dibistanê û li her qadê jiyanê bikar bînin û zarokên xwe teşwîq bikin ku bi Kurdî biaxivin.”

