Îro li dibistanên bajarê Kobanê û gundewarên wê, bawername li 19.404 xwendekarên Seretayî, 5.778 xwendekarên Navîn û 2.416 xwendekarên Amadeyî hatin belavkirin.
Piştî pêvajoya salane yên herdû werzên xwendinê, xwendekaran di destpêka salê de dest bi xwendina werza yekemîn a xwendinê kirin, di wê werzê de jî xwendekaran bi heyecan dest bi xwendina bi zimanê Kurdî kirin. Lê bi destpêkirina werza duyemîn a xwendinê re, gelek guhertin û veguhertinên li ser asta herêmê hat kirin ku di encama wê de bi hezaran malbatên koçber ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe dan bajarê Kobanê û li dibistanan niştecih bûn.
Di wê pêvajoyê de xwendekar zêdeyî du mehan dûrî dibistanên xwe ketin. Piştî wê jî ji aliyê rêveberiya dibistanan ve ku li bajarê Kobanê û gundewarên wê 106 dibistan hene, dest bi werza xwendinê hat kirin û îro jî ew werz bi dawî bû û bawernameyên serkeftinê li xwendekaran hat belavkirin.
Xwendekar û mamosteyên li Kobanê ji ANF’ê re axivîn û gotin, ew ê xwedî li zimanê xwe derbikevin û ew ê ji bilî zimanê Kurdî ti zimanên din nexwînin.
Berdevka dibistana Şehîd Seydo mamosteya bi navê Narîn Mislim diyar kir ku ew rastî gelek zehmetiyan hatin lê ew zehmetî ji wan re bû bingeha têkoşînê û got: “Ew şerê herî dawî bandor li ser xwendekaran jî kir û du mehan zêdetir ji xwendinê dûr ketin. Ruxmî ku em bi xwendekaran re bûn alîkar jî, lê xwendekaran jî zehmetî dît. Bi taybet ew xwendekarên ku ji Reqa û bajarên din dema berê xwe dan dibistanê jî hinekî zehmetî kişandin. Lê bi îradeya me, em gihîştin wê astê ku em ê bi zimanê xwe jî bi ser bikevin.”
Xwendekara bi navê Roj Elî Ehmed jî kêfxweşiya xwe anî ziman û got, “Em bi zimanê xwe û bi xwendina Kurdî dikarin bigihêjin serkeftinê û xeyalên xwe.”

