Li Tirkiyeyê kuştina jinan û mirina bi guman a jinan her roj zêde dibe. Ji ber ku daneyeke fermî û bi rêk û pêk a têkildarî mijarê nîne, nîqaş zêde dibin. Ji ber ku saziyên dewletê daneyên têrker parve nakin, rêxistinên jinan hewl didin li gogrî raporên civaka sivîl kuştina jinan û mirina bi guman nîşan bidin û diyar dikin ku gelek dosya bi têrkerî nayên lêpirsîn. Li gorî daneyên ‘Platforma em ê kuştina jinan bisekinînin’ sala 2025’an 294 jin hatin kuştin, 297 jin jî bi gumanbarî mirin. Parêzvanên mafên jinan destnîşan dikin ku negirtina daneyên fermî polîtîkayên bêcezahiştinê xurtir dike û li pêşiya ronîkirina mirina bi guman a jinan dibe asteng.
Endama Desteya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosa Dîcle Ayşegul Sayyîgît mijar ji ANF’ê re nirxand û anî ziman ku kuştina jinan tenê bi saya têkoşîna tevgerên jinan tê nîşandan. Dîcle Ayşegul Sayyîgît got, “Eger jin li vê qadê tênekoşin, kuştina jinan wê tenê weke daneyên statîstîkî bimînin. Sîstem hewl dide jiyana jinan tenê weke hejmarekê nîşan bide. Halbûkî li pişt her hejmarekê jiyaneke nîvcomayî heye, birîneke civakî ya kûr û paşerojeke tinekirî heye. Sedemên zêdebûna kuştina jinan li gel aliyên xwe yên siyasî, aborî û civakî piralî ne. Ji talankirina keda jinê heta bi newekheviya li qada kar, ji zewicandina di temenê zarokatiyê de heta bi wê nêrînê ku jinê weke milk dibîne gelke pirsgirêk encama heman mejî ye. Eger ev tenê bi kodên çandî yan jî kevneşopiyê bêne vegotin, wê bê wateya veşartina rastiyê.”
‘POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ TUNDIYÊ XWEDÎ DIKE’
Dîcle Ayşegul Sayyîgît anî ziman ku kuştina jinan bûyerên yekane nîne, lê sîstematîk e û destnîşan kir ku dadgerî û polîtîkayên dewletê veguherîne zemîneke welê ku tundiya mêr teşwîq dikin. Dîcle Ayşegul Sayyîgît got, “Em li dadgehan dibînin ku bi îdîaya ‘rewş û nêzîkatiya baş’ cezayê li kiryaran tê birîn, têne kêmkirin. Em qala wan mêran din ku ji ber qat li xwe kiriye, cezayê wan tê kêmkirin. Pakteke mêr heye ku cesaretê dide kiryaran û tundiyên mezin dike. Mêr hevdu diparêzin, dadgerî jî bi giranî vediguhere parçeyek ji mekanîzmaya vê parastinê. Jin timî têne lêpirsîn. Bi gotinên ‘Wê saetê tu çima li derve bû’, ‘Te çima ew kinc li xwe kir’, ‘Te çima xwarin çênekir’ tundiya mêr tê nixumandin. Li şûna kiryar, tercîhên jiyanê yên jinan têne darizandin.”
‘JINÊN KU GILÎ DIKIN, BI TENÊ TÊNE HIŞTIN’
Dîcle Ayşegul Sayyîgît diyar kir ku polîtîkayên bêcezahiştinê baweriya jinan a li sîstema edaletê lawaz kiriye û got, “Gelek jin êdî pêwîstiyê pê nabînin ku tundiya lê tê kirin ragihîne, yan jî gilî bike. Jin dema ku serî li qereqolan, dozgeriyê yan jî saziyên pêwendîdar dide, bi giranî bi tenê tê hiştin. Dema ku yê tundiyê dike hevjîn, bav an jî xizmekî din ê jinê be, hingî li feraseteke ku tundiyê rewa dike, rast tê. Jin piştî ku bi salan têdikoşe û encamê nikare werbigire, hingî hêviyê ji sîstemê dibire. Ev jî dike ku tundî neyê dîtin û bêhtir belav bibe.”
‘JI BILÎ MEZINKIRINA TÊKOŞÎN Û PIŞTEVANIYÊ RÊYEKE DIN NÎNE’
Dîcle Ayşegulu Sayyîgît destnîşan kir ku ji bo rawestandina kuştina jinan, li şûna ku li benda gavavêtina dewletê bisekinin divê ew têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan mezin bikin û got, “Kuştina jinan ne bûyerên yekane ne, ne jî kiryarnediyar e. Ev encama polîtîkayeke bi rêk û pêk e. Ji ber vê jî ji bilî mezinkirina têkoşîna xwe, parastina mafên xwe û xurtkirina piştevaniyê rêyeke din nîne.”

