Ciwanên ku li Taxa Koçera a navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li hev civiyan, li dijî tiryarkê çalakî lidarxistin.
Di çalakiya ku bi dirûşmeya “Li hemberî tiryakbûnê, berxwedana herî mezin e” hat lidarxistin de, pankartên bi nivîsa “Ji tiryakê re na” hate daleqandin. Ciwanan piştre fîşekên hewayî avêtin û biryardariya xwe ya ji bo têkoşîna li dijî tiryakê anîn ser ziman.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Ciwanên Taxa Koçera a Nisêbînê hat kirin de wih hat gotin:
“Weke ciwanên Taxa Koçera ya Nisêbînê, em li hemberî belavkirina sîstematîk a madeyên hişbir û tiryakbûna ku paşeroja ciwanên me û Nisêbînê hedef digire, bêdeng namînin.
Bi dirûşma “Li hemberî tiryakbûnê, berxwedana herî mezin e” me bi pankarta xwe ya li taxê û çalakiya fîşekên hewayî helwesta xwe bi awayekî şênber nîşan da. Em nahêlin ku Taxa Koçera û Nisêbîn bibin qada firotin û belavkirina madeyên hişbir. Ji îro pê ve, em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê qirêjiyê û bazirganên wê li her kolanê Nisêbînê bilindtir bikin.
Bang li hemû ciwan, malbat û gelê me yê welatparêz ê Nisêbînê dikin; Werin em bi hevre li dijî madeyên hişbir bibin yek, xwedî li ciwanên xwe û paşeroja bajarê xwe derkevin!”

