Şemî, 14 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogullari: Desthilatdariyê COP31 veguherandiye panoyeke reklamê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Bekir Demîr pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî bên eşkerekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sevda Ozbîngol: Daxwaza destpêkê ya jinan azadiya Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sosyolog Michel Kokoreff: Em şahidiya şiyarbûna siyasî ya nifşekî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ciwanên ku bi torên sûc re rû bi rû dimînin, ji bo paşerojê pirsgirêkeke cidî ava dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê şehadeta Dersim Behar ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê li dû şopa şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir: Şengal wê bi îradeya xwe azad bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin Kudat ê ku berdana wî 6 caran hat astengkirin piştî 34 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 2 rojnamevanên jin cezayê hepsa malê û qedexeya derketina derveyî welat hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > DAÎŞ hewl dide bi ser xwe ve bê
Rojava

DAÎŞ hewl dide bi ser xwe ve bê

DAÎŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêya şaneyan bi rêxistin dike. HTŞ jî bi rêveberiya xwe ya li Şamê re rê da êrîşên terorê yên DAÎŞ'ê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Gulan 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûyerên ku di navbera 1’ê Kanûna 2024’an û 1’ê Gulana 2025’an de qewimîn, raxistin pêş çavan ku DAÎŞ piştî ku ji aliyê rêxistinî ve hilweşiya hebûna xwe ya bi şaneyan dewam dike û li hin herêman hewl dide ji nû ve bibe xwedî hêz. Li gorî daneyên Navenda Ragihandinê ya QSD’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) êrîşên di dema navborî de hatin kirin nîşan dan ku çeteyên DAÎŞ’ê ne tenê li ser herêmê her wiha li ser ewlekariya navneteweyî gefeke cidî ye.

Li gorî daneyên fermî yên ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine wergirtin, di 59 êrîşên DAÎŞ’ê de bi giştî 33 kesan jiyana xwe ji dest dan, 12 kes jî birîndar bûn Di operasyonên li hemberî şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê de 100 endamên DAÎŞ’ê hatin girtin, 7 şane bi temamî hatin hilweşandin. Ji 59 êrîşên DAÎŞ’ê 32 jê yekser li hemberî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û nuqteyên QSD’ê hatin kirin, di encamê de 14 endamên hêzên ewlekariyê şehîd bûn, 5 jî birîndar bûn.

QSD’e di navbera 8’ê Kanûna 2024’an û 4’ê Gulana 2025’an de li hemberî şaneyên DAÎŞ’ê operasyon pêk anî. Encama van operasyonan û êrîşên DAÎŞ’ê bi vî rengî ıye: Bi giştî 25 operasyon hatin kirin, 46 endamên DAÎŞ’ê hatin girtin, 2 endamên DAÎŞ’ê hatin kuştin. Di vê demê de DAÎŞ’ê bi giştî 13 caran êrîş kir, 12 şervanên QSD’ê şehîd bûn, 6 şervan jî birîndar bûn.

Li gorî daneyên SOHR’ê jî hejmara windahiyan a 5 mehên dawî ji 100 heta 150 kesî ye. Ji van 20 heta 30 kes sivîl bûn, yên mayî jî şervan bûn. Her wiha ji 50 heta 70 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin.

ÊRÎŞ HERÎ ZÊDE LI DÊRAZORÊ HATE KIRIN

Dêrazor: Li herêmên bejahî yên weke El-Busayra, Diban, El-Tayana şaneyên DAÎŞ’ê kemînên çekdarî danîn û êrîşên bombeyî kirin.

Cizîrê (Markada, Til Hemîs, Dêşîşe): Şaneyên DAÎŞ’ê weke cihê xweveşartinê û serdegirtinê bi kar anîn.

Reqa: Bi taybetî li bazaran êrîşên bombeyî û çalakiyên kemîndanînê kirin.

Hesekê: Bi sekvaniyê êrîş birin ser rêveberên xwecihî û hêzên ewlekariyê.

Kampa Holê: Hewldanên reva ji kampê û karên provokatîf ên DAÎŞ’ê yên li nava kampê nîşan didin ku herêm hîn jî xetere ye.

QADEK JI DAÎŞ’Ê RE HATE DAYIN

Piştî ku Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) mehên destpêkê yên sala 2025’an li derdora Şamê hin herêmên diyarkirî xist bin kontrola xwe, ne tenê komên ser bi El Qaîdeyê, her wiha bû sedem ku rêxistiniyên weke DAÎŞ’ê jî ji nû ve bikevin nava liv û tevgerê. Bi taybetî li paytext Şamê al û amblema wan hîn bêhtir hate dîtin, nivîsên ji gefxwarinê li ser avahiyên cemaweriyê hatin nivîsandin. Ev yek jî nîşan dide ku ne tenê li Sûriyeyê her wiha li rojavayê welêt jî hewl dide xwe ji nû ve bi rêxistin bike. Li ser kiryarên komkujiyên li herêmên peravî yên Sûriyeyê kincên ji amblema DAÎŞ’ê hate dîtin. Di êrîşên li ser Durziyan de çeteyên girêdayî DAÎŞ’ê li pêş bûn. Her wiha gelek endamên berê yên DAÎŞ’ê tevlî nava rêxistiniya bi navê Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) bûn. Ev hemû nîşan didin ku DAÎŞ êdî ne tenê li qadên bejahî êrîşan dike.

ROL Û PIŞTGIRIYA TIRKIYEYÊ

Gelek analîz û çavkaniyên xwecihî yên li herêmê dibêjin bi piştgiriya Tirkiyeyê ya ji çeteyên li Sûriyeyê (Bi taybetî SMO) re endamên DAÎŞ’ê ji nû ve daketine qadê. Li gorî agahiyan, gelek çeteyên DAÎŞ’ê bi guhertina navê xwe tevlî nava komên SMO’yê bûne. Ev rewş jî nîşan dide ku êrîşên Tirkiyeyê yên li derveyî sînor ne têkoşîna li hemberî DAÎŞ’ê ye, lê belê bi piştgiriyeke neyekser dike ku DAÎŞ ji nû ve bi ser xwe ve bê.

FERMANDARIYA QSD’Ê Û KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ

Fermandariya Giştî ya QSD’ê di daxuyaniyên xwe yên dawî de işaret bi vê yekê kir: “Êrîşên DAÎŞ’ê êdî ne tenê şerê yekser e, di heman demê de xwedî gefên bingehînî û psîkolojîk e. Her valahiyeke ewlehiyê ya li kampa Holê dibe ku bibe sedema çalakiyên girseyî û serdegirtinên mezin. Hevkariya me ya bi hêzên koalîsyonê re gelekî girîng e.”

Koalîsyona Navneteweyî jî bi taybetî DYE û Fransayê destnîşan kirin ku DAÎŞ ketiye nava pêvajoya ‘jinûve avabûnê ya taktîkî’ û ev pêvajo bi giranî li Kampa Holê û li ser binesaziya enerjiyê ya li rojhilatê Firatê tê kirin. Fermandariya Navendî ya DYE’yê (CENTCOM) di daxuyaniya xwe ya Çileya 2025’an de gotibû, “Ji bo DAÎŞ bi rengekî mayinde bê beralîkirin, ne tenê leşkerî her wiha çareseriyên sosyo-polîtîk şert in. Heta ku hêzên radîkal ên li kampan neyên paqijkirin aramiyeke demdirêj pêk nayê.”

TAKTÎKÊN ŞANEYÊ Û HEDEFÊN NÛ YÊN DAÎŞ’Ê

DAÎŞ li şûna êrîşên mezin en li qadên vekirî, li ser şaneyên veşartî; bi rêbazên teqemeniyên bi destan çêkirî yên li kêleka rê têne bicihkirin, sûîqest û kemînan, sabotajên li hemberî tankerên petrolê û serdegirtinên ji nişka ve yên li ser nuqteyên ewlekariyê tevdigere. Her wiha rêveberiyên xwecihî, navendên xizmetê yên civakî û binesaziyên enerjiyê jî di nava hedefên êrîşên DAÎŞ’ê de ne.

HIŞYARÎ Û VALAHIYÊN EWLEKARIYÊ

Bi taybetî eger xemsariya navneteweyî ya li ser qadên weke Kampa Holê dewam bike, dibe ku DAÎŞ van deveran ji bo xwe weke navenda çavkaniya mirovan û lojîstîkî bi kar bîne. Her wiha hebûan leşkerî ya Tirkiyeyê ya li nava Sûriyeyê û têkiliyên xwe yên bi HTŞ’ê re ji DAÎŞ’ê re qadên ewle û xetên derbasbûnê yên nû diafirîne. Çavkaniyên QSD’ê diyar kirin ku mehên dawî hewldanên reva ji kampan zêde bûne, hem ji hundir hem jî ji derve zext li ser dîwarên ewlekariyê tê kirin. Li hemberî vê rewşê eger ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî ve gavên cidî neyên avêtin, ber bi dawiya sala 2025’an dibe ku êrîşên birêxistinkirî yên DAÎŞ’ê bikevin rojevê.

DAÎŞ NEQEDIYA, VEGUHERÎ TORA ŞANEYAN

DAÎŞ dûrî rêxistiniyeke bi armanca serweriya cografîk xuya bike jî bi feraseta cîhatê ya bê cografyayê tevdigere û veguheriye toreke ji şaneyan. Ev rewş wê hîn bêhtir xetere dike. Bi taybetî DAÎŞ’iyên xwe di nava komên bi piştgiriya Tirkiyeyê veşartine, nîşaneyên girîng ên hewldanên jinûve avabûna DAÎŞ’ê ne. Eger civaka navneteweyî vê gefê tenê weke meseleyeke herêmî bibîne dibe ku DAÎŞ careke din bibe sedema felaketeke berfireh.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Aliyekî geliyê Godernê bihar e, aliyê din jî talan e!
Nûçeya Pişt re DAÎŞ’ê li Dêrazorê êrîş kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

Wan her du cangoriyên azadiyê di nîvenga dilên xwe de şopên ax û warên ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Di rojeva hevdîtina li gel AKP’ê de Îmralî, demokratîkbûyîn û pakêta înfazê hebûn

DEM Partiyê li gel AKP’ê hevdîtineke zêdeyî du saetan pêk anî.  Di hevdîtinê de mijarên…

Ji aliyê Stêrk TV

Romanyayê di sê rojan de 3 ÎHA xistin xwarê: ‘Naye qebûlkirin’

Romanyaya, di sê rojên dawî de sêyemîn balafira bêmirov (ÎHA) ku sînorê hewayî yê welêt…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Sûriyeyê di 2 hefteyan de 50 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Tirkiyeyê çekên giran ji Kefercenê kişand, hebûna wê ya leşkerî ya li Tirkiyeyê didome

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koçberên Serêkaniyê gihîştin malên xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekar: Heya ku perwerdeya bi zimanê Kurdî neyê naskirin em ê li ser piyan bin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?