Wezareta Parastinê ya Romanyayê, ragihand ku balafira F-16’an di ser Deryaya Reş re ÎHA’yek xist xwarê. Ev di sê rojan de ÎHA’ya sêyemîn e ku tê xistin.
Romanya ji sala 2022’yan û vir ve bi van binpêkirinan re rû bi rû ye, lê vê carê yekem car e ku ewqas nêzîkî Paytext Bûkreşê ÎHA hatine bêbandorkirin.
Serokkomar Nicuşor Dan, diyar kir ku ÎHA’ya roja Înê hatî xistin, ÎHA’ya kamikaze ya cureyê ‘Sahid’ a Rûsyayê ye. Lêkolînên ji bo yên din berdewam dikin.
Serokkomar Dan, li ser X’yê bertek nîşan da û got: “Binpêkirina sînorê hewayî yê Romanyayê, NATO û YE’yê ji aliyê Rûsyayê ve nayê qebûlkirin.”

