Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Danezana konferansa HDK’ê ya “Ji nû ve Sosyalîzm” hate ragihandin
Rojane

Danezana konferansa HDK’ê ya “Ji nû ve Sosyalîzm” hate ragihandin

Danezana konferansa “Ji nû ve Sosyalîzm” ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku di 8-9’ê Mijdarê de hate lidarxistin, hat weşandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku nirxandinên Rêber Apo di demeke ku şerên emperyalîst û polîtîkayên qirkirinê dîsa kûr dibin de, ji bo hevgirtin û têkoşîna hevpar di navbera gelan de derfetên nû çêdikin.

Di metna danezana konferansê de hate gotin ku banga Rêber Apo ya ji bo veguhestina têkoşîna azadiyê ji qada pevçûnên çekdarî bo qada çareseriya siyasî, xwedî girîngiyeke stratejîk e û wisa hate gotin: “Ev hewldan, dê têkilî û hevgirtinê di navbera gelên ku êdî nikarin bi navê xwe biaxivin û ber bi pevçûnan ve hatine arasteyîkirin de, xurt bike.”

Hate destnîşankirin ku konferans “gaveke girîng” e ji bo ji nû ve avakirina têkiliyên têkoşînê yên di navbera gelan de, û haet ragihandin ku gotûbêj di bin sernavên wekî “Dewlet, Demokrasî, Çîn û Nêzîkatiya Sosyalîst”, “Tecrubeyên Dîrokî û Pratîkên Demokrasiyê” û “Perspektîfên Damezrîner Ji Bo Sosyalîzmê” de hatine meşandin.

Di danezanê de hate gotin ku konferansê, bi kombûna beşên civakî yên cuda û tecrubeyên têkoşînê, ji bo “bi hev re û dîsa fikirîna Sosyalîzmê” zemînek çêkiriye.

Encamên konferansê wisa hatin rêzkirin:

“*Kapîtalîzm û baviksalarî mirovahiyê ji newekheviyên kûr, mirinên girseyî, bi birçîbûn, şer û qirkirinê ve mehkûm dike, û hebûna me ya wekî cure û cîhana ku em li ser dijîn ber bi xilasiyê ve dibe.

*Sosyalîzm îro ji her demê zêdetir nûjen e; di wateya lêgerîn û têkoşîna ji bo cîhaneke bêçîn û bêsînor ku zext û mêtingerî li ser gelan, zayendan, cureyan û xwezayê rabe, bêyî ku navên ku di demên cuda de girtiye û dê bigire.

*Wekî mîrasgirên têkoşînên ku mirovahiyê ji serdemên ku yekem car bi newekheviyan ve hate dabeşkirin domandiye, şoreşên sedsala 20. û tecrubeyên desthilatdariya sosyalîst ku ji Komûna Parîsê heta Şoreşa Cotmehê, ji Cotmehê heta şoreşên nû û têkoşînên rizgariya neteweyî dirêj dibin, ne tenê ji ber dorpêçkirinên ku rû bi rû man, lê di heman demê de ji ber sedemên navxweyî jî bi dawî bûn. Ev tecrube gelek destkeftiyên mirovî û siyasî ku destnîşan kirin ku serdestiya sermayeyê dikare were hilweşandin û hêz dan têkoşînên bindestên cîhana kapîtalîst, di heman demê de xeletiyên ku nayên înkarkirin jî dihewînin. Rûbirûbûna rexneyî bi dîroka me û rabirdûya me ya têkoşînê re yek ji şertên avakirina pêşerojê ye.

*Heke kedkar û bindest bibin xwediyê rizgariya xwe, têkoşîna sosyalîzmê pirrengiyekê hewce dike ku li gorî cihêrengî û pirçalakiya mîlyonên bindest be. Yekîtiya têkoşîna me dê bi meşa hevpar a beşên civakî yên pirreng, û hem jî kevneşopiyên hizrî û rêxistinî yên cuda yên ku ne tenê hebûn û rewabûna hev nas dikin, lê digerin ku bi têkiliyê dewlemend bibin, pêk were.

*Hate gotûbêjkirin ku ev avaniyên pirreng dikarin bertekeke berbiçav bibînin bi tevlihevkirina yekîneyên demokrasiya rasterast ên ji binî ve hatine rêxistinkirin, wekî komûnên tax, gund û cihê kar, bi avahiyên konfederal ên mezintir re. Di vê çarçoveyê de, tecrubeya konfederalîzma demokratîk a ku Şoreşa Rojava ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meclîsên gel ava dike, dikare bibe mînakek berbiçav û heyî ya modelek rêxistinbûnê ya wiha.

*Marksîzm, ku di çareserkirina kapîtalîzmê û nîşandana ku ew bi dîrokî dikare were derbas kirin de û hem jî di rêxistinkirina têkoşînên antîkapîtalîst de cihekî bingehîn digire, pêkhateyeke girîng a mîrasa me ya pirreng û hebûna me ye, ne komek pêşniyarên cemidî ye, lê avahiyeke ku bi xwe re diguhere di têkiliya bi astên cuda yên pratîkê re, û xwe ji diyalektîkê dûr nagire. Helwesta rexneya bêrehm a her tiştê heyî, ji hundir û derve li hemberî wê vekirî ye.
Berpirsiyariya pratîkên desthilatdariyê yên bûrokratîk û xirabûyî û şîroveyên xav û daxistî yên ku di bin bandora wan de hatine çêkirin, nikare li Marksîzmê were barkirin.

*Tevî ku nakokiya ked-sermaye hebûn û girîngiya xwe diparêze, dînamîkên têkoşîna civakî, xwedîgiravî û dîtinên cîhanî yên ku li ser rêzek nakokiyên din ên pê re girêdayî ne, wekî femînîzm li hemberî baviksalarî û tevgerên LGBTİQ+ li hemberî heteronormatîvîte, di nav bargirên têkoşîna wekhevî û azadiyê de ne.

*Têgihîştinên xweser û perspektîfên têkoşînê yên bindestên li her erdnîgariyê, yên ku li ser rûbirûbûna wan bi kapîtalîzm û baviksalarî re bingeh digirin, hêja ne, temamkerê hev in û ji bo asoyek têkoşînê ya gerdûnî neçar in.

*Li ser bingeha pratîka Tevgera Azadiya Kurd ku karîbû rêxistinbûn û arasteya xwe ya dîrokî biparêze li hemberî zehmetiyên ku di qonaxên dîrokî yên ku di demek kurt de li pey hev hatin, ne tenê ji ber êrîş û qirkirinên bêrehm, lê di heman demê de ji ber hilweşîna di zemînên têkoşînê û rêzkirina hêzan de, lêpirsîn û pêşniyarên ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatine vegotin û vebûna wî li hemberî tecrubeya gelên cîhanê, vekirina wan ji gotûbêjê re di navbera gelên ku li lêgerîna têkoşîneke hevpar de ne, dê bibe tevkariyeke watedar ji bo bindestên cîhanê, nemaze li erdnîgariya Tirkiye û Kurdistanê.

*Hate tekezîkirin ku armanca bidawîkirina mêtingeriyê, ku wekî pergaleke cîhanî hatiye rêxistinkirin, tenê bi yekbûna têkoşîna ku dê li welatên takekesî were dayîn di asteke cîhanî de pêkan e. Ji ber vê yekê, têkoşîna kedê û bindestan pêwîst e ku bi şêwazên li gorî xwezaya wê ya pirreng di asteke navneteweyî de were rêxistinkirin.

*Di serdemekê de ku mêtingeriya mirov ji aliyê mirov ve mirovahiyê ber bi xilasiyê ve dikişîne, em li ser sosyalîzmê israr dikin, ku ne tenê gengaz e lê ji bo hebûna me neçar û bêpaşxistin e; em careke din diyar dikin ku em vîna meşandina têkoşîna sosyalîzmê bi beşên herî berfireh re, di rewşa an sosyalîzm, an jî barbarî de, lê xwedî derdikevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê CPT: Artêşa Tirk baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê zêde dike
Nûçeya Pişt re Malbatan bertek nîşanî girtinên li ser îfadeyên îtîrafkar dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mujgan Îftîxarî: Em Newrozê ji bo têkoşînê veguherînin fersendekê

Dayika Jina Emînî Mujgan Îftîxarî got: ‘’Em Cejna Newrozê ji bo xwedîlêderketina jiyan û têkoşînê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şaxê gelek dever hatin qedexekirin û operasyona leşkerî hate destpêkirin

Gelek deverên navçeya Şaxê ya Wanê ji aliyê dewleta Tirk ve weke ‘’herêma ewlehiya taybet’’…

Ji aliyê Stêrk TV

Heyeta DEM Partî û DBP’ê li Rojava hevdîtinan dewam dike

Heyeta ji rêveberên DEM Partî û DBP'ê li Rojava danûstandinên xwe yên bi partiyên siyasî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?